Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
dolar - tirşik
dolar
(3) (1) (5)
di mijarê de bigere

1. Pereya dewletên yekbûyî ya amerîqayê û ya hinek dewletên din ên biçuk e.
Van rojan buye rojev ji ber ku li ber pereyê tirkan pir biqîmet buye.
Ji ber ku qîmetbuna wê di aboriya tirkande bandoreke neyînî dike hin kes hewl didin pereyên xwe bêxin dolar û bi qeyraneke aborî akpê têk bibin.



21.11.2016 23:10 | azadixwaz

2. niha hêviya herkesî ye ku bibe dawiya kerdogan û partiya wî. ger wisa here, wê bibe jî.
bi her bilindbûna wê ekonomiya tirkiyê bêtir diheje. di nava 1-2 mehan de bûhayê wê bi qasê 0.5 tl zêde bû. ev tê wê wateyê ku ji bo wan şîrketan ku karê wan bi dolaran e, barê wan nêzikî %20-25 zêde bû.
(bnr: 2017 krîza ekonomiya tirkiyê)
de hadê îşelleh.



22.11.2016 11:22 | simurg56

3. Ez pir bi dolar molaran nizanim, lê belê kî ku di van rojan de bizewice kêf kêfa wan ye. Zêr û dolar bi serê xwe girt û çû. Çem û çem çû.



22.11.2016 18:12 | apê mihyedîn

4. pereyên van rojan zêde direqise ye. sibê ez ê deyn meynê dora xwe bidim û dolaran bistînim. bike 100 dolar baş e *



22.11.2016 19:40 | berxweda

5. pereyên buhayê wê kêm bû. dibêm qey wê erdoxanparêz bibêjin ji ber firotina me kêm bû *

huş bin bila deng nere wan hhhh *



07.12.2016 21:56 | berxweda

6. dijminê nû ya erdogan e. sibeh êvar gotinan jê re dike.
min berî du rojan ji bo xêrnexwaziya xwe ya bo hikumetê, 1000 dolar standin. (ku hebûya min ê zêdetir jî bikiriya) çawa ku min kirî, nêzikî 0.20 tl kêm bû. lê ne xem e, texmîn û hêviya min ew e ku wê ji 4'ê jî bibore.



08.12.2016 20:28 | simurg56

7. Pereyê her roj kelecaneke din dide miletê tirkiyê û wisa dkxuyê wê hê jî bidome. Dîsa buye nêzî 3.5



09.12.2016 21:28 | azadixwaz

8. bûye serê sebeba vîdeoya jêr ya têra fîlmekî absûrd.
xwudêoo li min negire lê ez jî wekê ehmedê xanî dimînim di hikmeta te de, aya bi çi wechî aydin aydin? ;)





09.12.2016 22:46 | endazer

9. ji do ve cardî bilind bûye ku aniha 3.58 e û her ku diçe buhaya wê ya li ber tl'yê zÊde dibe..
li gorî nirxandinên îktîsatî dÊ di nava sala 2017'an de ji benda 4 tl'yê jî dibe ku derbas bike

dê ihtimaleke mezin di vê mehê de ohal ango rewşa awarte li tirkiyê 3 mehên dî jî dirêj bibe, jixwe tu hilberîn nemaye, di nava tirkiyê de çalakiyên tundûtuj ên li dijî tirkiyê xisareke gelek mezin dan turîzma tirkiyê, hemî jêderkên debarê yên tirkiyê yeko yeko ziwa dibin bi ser de jî gelek pere ji bo şerrî têt xerçkirin, bi kurtasî saleke gelek zehmet li pêşiya welatiyan e..



04.01.2017 10:26 | ferhenga şikestî

10. pereyê ku li hemberî pereyê tirkiyê her roj rekorek din dişkîne.
mixabin ji ber ku min erebe kirîbû tune, lê heçî pereyê dikeve destê min dixim dolar. tenê pereyê kirê heye di hesabê min de *
dibêjin heta 8 tl'yan riya dolarê vekirî ye.



11.01.2017 17:45 ~17:45 | simurg56

11. Pereyê ne ku li hember lireyê Tirkî zêde dibê ye. Pereyên Tirkan qîmet winda dikê. Ji ber ku hema bêje li seranserê cîhanê dolar li hember pereyên din di heman qîmetî de ye an jî dikevê. Tenê li Tirkiyê ji ber rewşa siyasî û şêlobûna pêşerojê lirayê Tirkan qîmet winda dikê.



11.01.2017 21:58 | nan û av

12. eger kê dolaran destên xwe de bigre, ew xayîn e. terewîs e.
eger kê dolaran malê de xwedî bike, ew terewîsan xwedî dike.

(evet bebeğim) *



13.01.2017 01:54 | bûtîmar

13. Bê pere dijîn bê dolar najîm



13.01.2017 15:50 | darînê daryo

14. pereyê piştî simurg56 got wê bigihêje 8 tlyan nema bilind bû.

te roj bi roj dikeve. bê nêzîkî referandûma tirkîye wê dîsa buha bibe.



18.02.2017 00:58 | berxweda

15. Ji bo ku karibin heya referandumê rê li ber buhabûna dolarê bigirin Hama bêje hemî sazî û dezgehên dewletê firotin.
Min wê rojê nûçeyek xwend, kîloya masîya hamsîyê bi 0.067 tl firotine awropayê. Ango sed Kilo 6.7 tl yanê bi pereya kevn sed kilo dane 6.7 milyon. Li tirkiyeyê kîloya hamsîyê bûye 25 TL lê ji bo ku dolar bikeve tirkiyeyê ji awropayê re sed Kilo dane 6.7 tl.
Çiqas rast e nizanim lê min ji çend çapemeniyên cuda vê nûçeyê xwend. Lê çi bikin jî wê dolar buha be. Ji ber ku li tirkiyeyê hilberîn tune ye û her ku diçe di danûstandinê de bêtir zirar dikin



18.02.2017 01:11 | ferhenga şikestî

16. a niha bûye 4.27 lîrayê tirkan.
@simurg gotibû wê bibe 8 lîrayê tirka..

dolar/96808

em seyr dikin..



08.05.2018 12:27 | bûtîmar

17. wek Serbah Emrah digot; dajo dajo pere yê tirkî dajo.1 $=4.30



08.05.2018 15:04 | rêşadcibranî

18. bi pereya îranê ji 40000 bûye 70000 ger îşev trump ji peymana etomiya îranê derçê zêdetir jî dibe



08.05.2018 15:29 | mindal

19. dolar îro bûye 5.08 lîreyê tirkan. ka hela dê çi qasî bilind be.



03.08.2018 17:40 | roza

20. (bnr: ez hertim 50 lîreyan dikirim)



03.08.2018 18:59 | xelîl

21. tiştê ku di van rojan de baskên xwe derxistiye û difire.



12.08.2018 00:30 | biruya hayao miyazaki

22. Ji bir nekin em di axir zemanêdene wê rewş xerabtir bibe jibû zalima ev derbasdare jibû kesên bawerî anîne tiştek û ti tirs nîne ne tirsin niha dem û dewran guherî yên heta niha di serdebûn wê bikebin bin û di binde bimînin. Bi xêr û şadî di 2019' de da emê(yanî ez) derên di ca wanin



12.08.2018 14:55 | telebê hz mêdî

23. Perê ku li nav mirovahiyêde herî belav bûyî. Ango sedema desthilatdariya DYA’ye ku li ser dunyayê.



15.08.2018 06:59 | kaniya bayiya

24. ev çend heftî ne ku him hêvîya muxalefetê ye him jî ji bo îktîdarê amûrekî gelekî kêrhatî ye.
min berî salek û nîv li vir nivîsandiye ku heta 8 tl'yê, (dolar/96808) riya dolarê vekirî ye. yanî me hemûyan dizaniya ku wê ev roj werin, helbet hikumeta tirkiyê jî dizanî, lê vê bûyerê jî mîna qaşo-darbeta cemaatê ji xwe re kirin çîrok û destan û dîsa bûn mafdar û serfiraz.
krîza di navbera amerîka û tirkiyê de (ya ji ber rahîbê bi navê brunson) heta niha jî gelekî kêrî akpê hat. vîca ji niha şûnde lazim e hêdî hêdî ev krîz hinekî sist bibe. ger nebe, wê bertekên amerîkayê çawa bin, em nizanin.
di her rewşê de jî, dolar êdî ji 5.5ê nayê xwar û wê di demek nêz de dîsa ji 7an fîlan jî bibûre û li wir bimîne.



26.08.2018 21:08 ~21:10 | simurg56

25. aniha 5.87 tl'ye.
vaye mehek e bi îstîkrarî bilind dibe. li gor texmîna min wê heta dawiya vê salê 7'ê derbas bibe.



24.04.2019 23:50 | brusk56

26. (bnr: muxalefeta sereke)



24.04.2019 23:51 | brusk56

27. bilindbûna dolarê , dawîya welatên dagirkeran e hindik ma



25.04.2019 00:47 | brzn

28. weke li jor jî hatiye gotin, muxalefeta sereke ye.
di wendakirina akpê ya şaredariyên bajarên mezin de, bandora dolarê ango bandora ekonomîyê jî ne hindik bû.
xwedê xerabtir jî bike, da ku di tifinga wan de fîşekek nemîne ji bo kurdan. da ku ji nêza goştê hev bixwin. bi rastî jî min gelek hêvî heye ji krîza aborî ya tirkiyê.

(bnr: krîza aborî ya 2019an ya li tirkiyeyê)



25.04.2019 19:38 | simurg56

29. Îro bûye 6.15 lîre. Ekonomiya wan bû jehr lê dîsa ji gule li wan nakeve.



07.05.2019 13:39 | roza

30. hama bêje ev salek e bilind nabe.
piştî ku gerînendeyê giştî yê bankaya navendî ya tirkiyê guherî tam çar caran faîz hat daxistin. hama bêje ji par ve heya niha ji du qat zêdetir faîz kêm bûye. lê tevî vê yekê dolar jî her carê ket.
di dinyê de mînaka vê tune ye. li seranser a dinyayê tu li kîja dewletê faîzê daxînî dolar zêde dibe.
diyar e karekî gelek qirêj heye di vir de.



14.12.2019 15:38 | ferhenga şikestî

31. îroj li dinyayê tîcaret di sedî de 60 bi ser dolarê, di sedî 20 jî bi ser euroyê ve tê kirin.
ji bo fêmkirina xurtbûna dolarê (bnr: peymana bretton woodsê)



23.12.2019 01:08 | ferhenga şikestî

32. hatiye ber deriyê 6 tl'yan.hindik maye bikeve hÛndir.
xwedê hez bike pêşiya wî vekeriye.



23.12.2019 22:43 | brusk56

33. a ku van rojan bi îstîktararî bilind dibe. aniha bûye 6.09
ger tansiyona îdlîbê nekeve dibe ku hê zêde bibe.



20.02.2020 18:05 | brusk56

34. Bîna hespê kihêl direve
Vî gavê Xwe 7 car ji TL dûr xistiye.

bûk siwarê hespê ye,
hefsar li destê mistê ye,
kes nizane nesîbê kê ye



22.04.2020 20:57 | mîr

35. Aniha bûye 7.83. Xuya ye Xema kesî nîne.



29.09.2020 07:23 | kajav

36. Aniha bûye 7.85. Kutane aboriya Tirkiyeyê û hiştin êşa wî jî em dikşînin.



29.09.2020 11:10 | yûsiv

37. Piştî derbasbûna 3 salan li ser vê dolar/96808 peyamê va hindik maye bigihêje 8 tl yan. Lê di nava gel de qenaetek weha heye ku dê ji 10a jî bihûre.



30.09.2020 23:39 | tîrêj zana 21

38. Difire û hey difire. Niha dolarek bûye 8.15 TL. Lê serokê ekonomîya Tirkiyeyê her tim dibêje Tirkiye ji aliyê ekonomîyê vê mezin dibe, yersen. *

Û dema grafîka zêde bûna dolarê dinêrî tiştek bala te dikişîne. Gava ku grafîkê bizîvirî aliyê çepê portreya trump derdikeve. Ev tev lîstikê Amerîka ne. *

Here lînkê



27.10.2020 11:34 | yûsiv

39. Pereya dyayê ya hêjayê wê li dinyayê jî, ji ber hinek sedemên konjunktûrel, bi awayekî stabîl zêde dibe.

Lê li Tirkiyê jî ji ber:
- polîtîkayên pereyî yên tewş û kertî,
-serîhildana li dîjî dewletên rojavayî ya virtîvala û ji qêr û tehdîtan wêdetir tiştek nîn in,
- gavên mezin û bi talûke yên popûlîst ên li deryaya spî, Lîbyayê, karabaxê û Suriyeyê yên ji hed û hêzê Tirkiyê dibihurin,
Hêja û qîmeta Hemû Dowîzên cîhanê ji lîraya tirkan roj bi roj, dan bi dan û saet bi saet zêdetir dibe. Lê Hikûmeta AKP'ê şûna ku gavên reformîst, erênî û duristker biavêje, ji bo coşkirina hestên olî û netewî zêdetir êrîşê cîran û derdora xwe dike.

Meriv nikare kêfxweş jî bibe Ji ber ku em jî li Tirkiyeyê dijîn û hêjabûna dolarê tê wateya feqîrbûna me. :/

(bnr: horns of a dilemma)



27.10.2020 11:58 | xelîl

40. Dolar bûye 8.20 lîre. Vê çaxê kompîter nayê kirîtin *)



28.10.2020 01:22 | dilreş

41. Aniha dolarek bûye 8.28 TL. :/ her roj 10 kuruş tê serê.



28.10.2020 13:20 | yûsiv

43. strana rapbêj artesh'î




28.10.2020 13:53 | keyomerd

44. Piştî îstîfaya wezîrê xezîne û maliyeyê Tirkîyê ya berê berat albayrak nêzîkî 80 kuruş ketiye.



11.11.2020 18:45 | yûsiv

45. pereyê ku ne ji ber îstîfakirina berat albayrak nirxê xwe li hember tl wenda kiriye ye. ji ber hilbijartina emerîka û dîtina aşiyê ji aliyê elmanya ve, nirxê pereyên hemû welatên di pêvajoja pêşdeçûnê de bilind dibe. loma jî hinek nirxê tl li hember dolar zêde bû û qûra dolar/tl ji banda 8.50 daket 7.80. niha li gor texmînan piştgirî 7.65 û berxwedan 8.10 tê gotin. 19yê vê mehêbankaya navendî ya komara tirkiyê dê biryara xwe ya faîzê diyar bike. dîsa li gor texmînan banka dê faîzê bilin neke. lewra ji ber rewşa xwe ya aborî nikare faîzê zêde bike. li gor gotegotan manûplasyon hat çêkirin. tirsa daketina dolar ket nav gel û herkes dolarên xwe bi zirarî hûr kir û bankaya dolaran bi erzanî zevt kirin. lê kesên bêhna wan fireh dê di dema fire de biserkevin.



12.11.2020 12:09 | tîrêj zana 21

46. dolarek niha dike 8,72.




Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» dolar

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî