1. Xwarinxaneyeke ku piștî min fatûrayeke 45.000tl dît, dilê min jê xelihaye. Ku ava zimzim û kewserê jî li ser tepsîna zêr jî bidin, dîse di vê dinyaya ku feqîr û belengaz tijîne nehêjaye. Mînak, Qurtek dew 17 Tl. Ji xwidê ve guneh e yaw. Ew e ku kevir bi serê me de nabarin. Ya star ya staar... |
|
21.11.2016 00:05 ~00:07 |
gumgumok
|
2. Ji şenkayaya erziromê ye. |
|
15.06.2017 21:39 |
elaziz izzetpasa camii
|
3. ciye xarin u vexareneye, ev ci goste sor cedike u difirose. xaye we nusret gokce'ye. nusret, zilame ki kurde li bajar erzurime'ye. |
|
23.04.2020 16:40 |
tomcruise
|
4. Gelek caran dibînim vîdyo û resmên xwe de cilên xwe û tîpa xwe wekî tony montana ya scarface ji me re nîşan dide, Dixwaze bibe ew. |
|
06.06.2020 22:15 |
mîr
|
5. ji bajarê erziromê ye. car caran di bin stranên kurdî de govendê bi xebatkarên xwe re digirê lê ev tiştekî pûç û vala ye.... vîdyoyê veke |
|
07.06.2020 11:42 ~11:46 |
merwano
|
6. yekem kesek navdar e ku li ser înstagramê wî dişopînim. Du roj berê li ser hesabê xwe bi stranek Kurdî vîdeoyek belav kiriye. ji şopînerên xwe re bo dîmenê pirsiye çawa ye. Here lînkê |
|
06.07.2020 01:18 |
kajav
|
8. mêro wek çawaye nenivîsandiye. bawer nakim haya wî ji rastnivîsandina qertafan hebe lê dîsa jî bala meriv diçe ser. |
|
06.07.2020 02:42 ~02:42 |
ezcan
|
9. helbet ji bo kurd û kurdistan tiştek çênekirîye(bi eşkere tiştek çênekîriye, belkî bi dizî çêdike, yan çêbike) lê ji bo tirka jî pir tişt çênekîriye. tirk çima ji nusret re piştgirî didin? kurd çima xwe qurre dikin, pozê xwe radikin? ehmektiyek mezin... |
|
06.07.2020 12:23 ~12:42 |
lonw karda
|
10. Kesê ku ji bo min ne miroveke sembolîk e. Kesên bixwazin dikarin wî wek sembol an îdolekî bibînin. Herwiha bêyî ku dijminahiya tirka bike jî dikare ji netewa xwe re bibe alîkar. Em jî dizanin ne dewlemendtrîn kesê gerdûnê ye. Lê belê li gor hêza xwe dîsa kare ji netewa xwe re bibe alîkar. Weke mînak heke rabe li cizîrê çend malên xîzan tespît bike û hinekî bi wan re bibe alîkar, ma pêdivî heye bi tirka re dijminahî bike? An ji malpereke weke tirşikê hinekî bexş bike ma divê dijminahiya tirka bike.? |
|
06.07.2020 14:15 |
tîrêj zana 21
|
11. nusret rewşa kurdên apolitic derdixe holê. mirovêkî kurd bibe apolitic yanî kurdbûna xwe bide alîqî çiqas serketi dibe nusret vê me dide nîşan kirin. |
|
06.07.2020 17:08 |
doesntmatter
|
12. mirovek komîk e. |
|
23.07.2020 20:41 |
simurg56
|
13. dibe ku mirovek apolîtîk be lê gundê ku jê hatiye sedî sed kurd e.Hemû ji reng û rûyê xwe kurd in.Kurdiyek zelal diaxivin , wêneyên zarokatiya nûsret jî kifş e ku ji tunebûnê da bûye.Welhasil wek peyama 14. a simurg56 an de jî hatiye gotin heke bi vî navdarbûna xwe ve kurdbûna xwe derxista pêş wê gelek kurdên ku hebûna xwe vedişartin zêdetir derketina pêş. |
|
23.07.2020 22:31 |
brzn
|
14. Wa bû cara duyem stranê kurdî parve dike. Mirovên wiha ji bo gel giring e. Lê nusretê goşthêz kurdîtîya xwe nade nîşan. Lê kêfa min kapîçînoyê re tê. * |
|
30.09.2020 23:51 |
yûsiv
|
15. Kurdek e ku li ser instagramê xwediyê herî zêde şopiner e. |
|
01.10.2020 19:36 |
cinorek
|
16. kesê go nizam çima kêfa gelê kurd ewqa jê ra tê ye. bera ji kurda ra tiştekî neke lê ji bo tirka jî neke. piştî go xwe dide ber ala dagirkera kurd be çi ye, koreyî be çi ye. |
|
15.12.2020 18:40 |
hueyn
|
17. goştfiroşê ku ez ça navê wî dibînim me`dê min diçe goşt. |
|
15.12.2020 22:05 |
bûtîmar
|
18. Kurdê ku êdî ez difikirim ku henekê xwe bi Kurdî dike. Stranên Kurdî parve dike, ev tiştekî baş e lêbelê her tim bi Tirkmancî dinivîse. Mînak: like yapiştirmîşkee, dewamkeee, nizanim çi kerratî etmîşkeee... |
|
16.12.2020 04:15 ~04:16 |
xabûrî
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |