Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şêx ubeydullahê nehrî - tirşik
şêx ubeydullahê nehrî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ubeydullahê Nehrî, li hêla Hekariyê, -dibe ku li Nehrê be- hatiye dinyayê. Tarîxa wî ya hatina dinyayê, di derdora salên 1820î de ye.Di hin çavkaniyên ansiklopedî de,navê Ubeydullahê Nehrî, bi awayê Ubeydullahê Hekarî hatiye nivîsandin.

Ubeydullahê Nehrî, kurê Seyyîd Tahayê Hekarî ye. Seyyîd Taha, di serdema xwe de, navdarekî ilm û terîqetê bûye.Ji ber ku malbata Ubeydullahê Nehrî, ji berê ve, hema hema hemû ehlê ilm û terîqetê bûne, zarokatiya wî jî, di nav alim û murşîdan de teşe girtiye. Bi pîr û edebên ehlê ilmê fêr buye û medreseyan mezin bûye. Jiyana wî bi pîr û pergalê alim û zanayên malmezinan reng girtiye. Ji bav û kalan ve, mela bûne.

Ubeydullahê Nehrî, serê ewil li cem bavê xwe dest bi tehsîla ilmê medreseyan kiriye. Peyre li cem Seyyîd Ebdullah xwendiye. Seyyîd Edulah jî, mamê Ubeydullahê Nehrî ye û di ilmê dînî û hêla tesewwufê de nav û deng daye. Ubeydullahê Nehrî, li ba Seyyîd Ebdullahê mamê xwe, piştî ders, ked û sohbetên dûvedirêj, gihîştiye kemalê.

Heke em bifikirin ku Ubeydullah, li cem melayên wan medreseyên Kurdistanê tehsîla xwe ya îlmî kiriye, teqez em dikarin ji kîsî aqilê xwe bawer bikin ku vî camêrî, dersa xwe ya doza azadiya welat û serxwebûna gelê xwe, ji seydayê mezin, Şêx Ehmedê Xanî girtiye. Ku ne wisan bûya, ka wî çawan karibûye siyaseteke wisan mezin a di navbera dewletan û imperetoriyan de, bida meşandin?

di dema nehrî; Împeretoriya Osmanî, ketiye serdemeke xerab. Sedsala 19an, sedsaleke wisan e ku mişt bi bûyerên ecêb dagirtî ye.Serdema Mehmûdê 2. e. Dewleta Osmanî, ji bêgavî, di dîroka xwe de cara ewil bi Ayanan re “Seneda Îttîfaqê” îmze dike ku bi vê peymanê, cara pêşî hin serdariyên padîşêh hatine bisînorkirin.

Padîşah dibe Ebdulmecîd. Salek bi şûn de (1839), Fermana Tenzîmatê tê îlankirin. Ev sererastkirinên qanûnî, destpêka huqûqîbûna dewletê ye di dîroka Osmaniyan de.

Binemala mezin, Malbata Bedirxaniyan, şoreşeke mezin kiriye û pozê Imperetoriya Osmaniyan firkandiye.

Cara pêşî, dewlet ji derve deyn digre( balkêş e, ev deyn ji dewleta Ingîltere hatiye girtin). “

Fermana Islehetê tê îlankirin. Êdî dewletên Ewrûpî, têkilî karûbarên hundir ên dewleta Osmanî dibin. Tevî Ingltere, ji dewleta Fransayê jî deyn tê girtin.

Ha van salan, êdî Jon Turk rabûne û bi qewet bûne. Heta tên wê dereceyê ku ew bi xwe cara pêşî padîşah Ebdulezîz ji ser textê dewletê tînin xwarê.

Ha di van rojên giran û kelegermî de, Şêx Ubeydullahê Nehrî, doza Kurdistana gewre dike. Şêx Ubeydullahê Nehrî, radibe dewleta Îranê jî dixe nav vê herbê.Bi qeweta mezhebê sunnet û cemaetê û terîqeta Neqşebendî, rêya xwe li dewleta Îranê ku li ser mezhebê Şîî ye, dibîne.

Jixwe Ş. Ubeydullah jî, xelîfeyê terîqeta Mewlana Xalîdê Kurdî ye.Mewlana Xalid jî, di tanga xwe de, şêxekî zaf mezin e. Seyyîd Ebdullah bi xwe –kalê bavê Ş. Ubeydullah e- li Bexdayê, xelîfetiya Neqşebendiyê, ji Mewlana girtiye û hatiye li Nehrê bi cî bûye.

Em ji hemû belgeyên ser vî zatê mezin fam dikin ku doza Şêx Ubeydullah, ew bûye ku her çar hêlên welatê Kurdistanê, bi temamî bigihîne hev û din. Wî zatê mezin, eynî mîna malbata mezin a Bedirxan bi malbatî, tevî hemû lawên xwe yên şêx û seresker, xwe di rêka azadiya vî welatî de kiriye fedayî.Xwestiye ku li herêma! Kurdistanê, hukûmetekê damezrîne ku hemû xebatkarên wê, xelkê deverê bin.

Em ji belgeyên ku Nazirê Herbiye Hasan Huseyîn, sala 1880 / 19ê Cotmehê, ji padîşah Ebdulhemîdê Duduyan re şandiye de pê dihisin ku armanc û meqseda Şêx Ubeydulla ew bûye ku Dewleta Kurdistanê pêk bîne. Piştî ku li Kurdistana Îranê û li hêla welatê Azerbêcanê bi qewet dibe, çavê wî lê bûye ku serxwebûn û îstîqlaliyeta xwe îlan bike.

Seyyîd Ubeydullah, bi zanatiyeke gelek hêja, neketiye xeletiya Bedirxaniyan û têkiliyeke baş û aştiyane bi gelên Kurdistanê re datîne. Navbera xwe û gelê nestûrî/asûrî û gelê ermen jî xweş kiriye. Heta jê hatiye, dostaniya gelê ereb jî, li ber çavan girtiye. Xwestiye ku tevî miletê kurd, miletên mîna asûrî, ermenî û ereb jî, bikşîne nav têkoşînê. Gava lê bûye pêsîrtengî, 5 000 erebên Musûl û Bexdayê, bi serê zivistana 1881ê re hatine ketine ber xîzmeta Şêx Ubeydullah.

şêx;î tevî şêniyên derdora Gola Urmiyeyê û deverên din ên Kurdistanê, sala 1880an, serî hildide. Tevgereke gelek mezin çê dike.Ji ber ku ne li gor berjewendiyên Brîtanyayê ye, serê pêşî ew dikevin metirsiyê û heta ji wan tê, rê li ber biserketina vê tevgerê digrin. Heta birîtaniyan, tevî serbazên Awusturyayî jî, fîîlen alîkariya artêşa Îranê kirine.Wekî din, dewleta Ûrus jî, heta jê tê, neyartî li hember Şêx Ubeydullah dike. Yê wê jî, kîn heye li hember binemala Nehriyan. Çimkî, di herbên navbera Osmanî û ûrusan de, -sala 1877- malbata Nehriyan, alîkariyine gelek mezin bi Osmaniyan re kirine.

Bi xêra alîkariya dewletên emperyalist û hin qewmên derdora Îranê, eskerên Ubeydullah, li Îranê têkdiçin. Xayinên kurd jî bela û qezaya ser ul û derdan e. Tevger belav dibe. Peyre ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêxê şerpeze, pêşî li Stenbolê, peyre li Medîneya Munewwer, peyre li Taîfê mecbûrî îqametê tê kirin.

Ubeydullahê Nehrî, dike nake nikare li Stenbolê debar bike û bi pinhanî vedigere welatê xwe. Careke din zor didinê û wî dişînin Erebistanê.Piştî çendakî, diçe Mekkeyê. Li wê derê diçe tewafa Beytê. Kabeyê tawaf dike, radibe nimêj dike, du rekaet nimêja xwe diqedîne û li ser nimêjê, li ber Kabeyê, li ser secdeyê wefat dike. Sal 1883 ye.Şêx Ubeydullahê Nehrî, li bajarê Mekkeyê, li goristana Muella hatiye definkirin.



06.10.2013 22:57 | felat

2. Şêx Ubeydullahê Nehrî

Karakterekî pir hêja û mezin e di dîroka kurdan de.
Ew ji Şemzîzanê ye û sala 1880/1 de serê dirake dijî dewleta Qaçar/îran û Osmaniya.
Pirtûkek nû çap bû ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê der barê wî û serhildana de



16.11.2016 05:20 | kerboran

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêxbizinî

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî