Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di tirşikê de dîyarîkirina pirtûkan - tirşik
di tirşikê de dîyarîkirina pirtûkan
(4) (1) (8)
di mijarê de bigere

1. diyarîyên şexsî ne.
ji bo diyarîyên nuh maye 490 peyam *

Here lînkê



14.11.2016 23:06 | berxweda

2. ma 159 peyam *



05.12.2016 21:05 | berxweda

3. li gorî rewşê xwediyê diyariyan hozan serhad û endazer in.
ji wan re li ser xêrê be.



11.12.2016 21:13 | berxweda

4. di nivisîna peyama samsara 2011/97000 de dê 2 pirtûk werin diyarî kirin. wê rojê wê du nivîskarên sereke yê nivîskarên 30 rojan werin xelat kirin. Here lînkê

edît: hejmara peyaman hate rast kirin.



21.12.2016 23:49 ~2016.12.25 12:53 | berxweda

5. Di șeveke reș û tarî de. Çûk û mirîșk, zarok û marok di xew de bûn. Lê ew bi dizî ve șiyar bû. Telefon didestê wî de bû, çavên wî li ser tirșikê bû. Heya tu feqîran jê nebûn. Ji bo peyama 96000an nivîskarekî feqîrê xwidê xwest ku pirtûka diyarî bistêne. Werhasil dest bi nivîsa peyaman kir. Wê șevê kirr kirra wî a kirkirîk û mijarên dî bû. Dinivîsî....

95 993
95 994
95 995
95 996
95 997
95 998
95 999

hozan serhad
96 001

Hewaraaa, Ev çibû vêca serhado. Tu ji kû derketî kuro. Hozan serhad, Hemû planên wî feqîrê xwidê binav kirin û dev jê berda. Weke gurekî șevê, weke marekî pêvedanê camêr xefk li ber wî belengazî veda bû. Xeyalên pirtûka diyarî jî di nav tariya wê șeva bêbext de winda bû, firî û çû hey çû. îda belengazê me çû aveke cemidî vexwart û cavên xwe miç kir û li benda sibehê sekinî... *



22.12.2016 23:23 ~23:38 | gumgumok

6. Law gumgumok! ez ji te re çi bêjim. Ev çi bela bû min li xwe da..
eva cara duyem e ez vê peyamê dinivîsim. min peyameke zehv dirêj nivîsîbû tiliya min xelet lêket hate paqijkirin. Ezê di serî de dîsa binvîsim:

ev çar pênc roj e pirtûka min hatiye erdîşê sekinîye.
berxwedayê camêr xwedê jê razî be, kargoya min li amedê bi rê kir..
(bnr: yurtiçi kargo) li patnosê tineye lewma kargo hatiye erdîşê sekinîye.
sê çar roj ewil ji min re peyamek hat "kargoya we yê van rojan de derê belavkirinê..."
ez jî şa bûm...min go qey wê bigihe destê min..

roja ewilîn zehv berf barîbû û rê û dirb hatibûne girtin.. hê jî cemed û seqem e.. navbera patnos û erdîşê jî 40 km felan e..
werhasil min li ser înternetê rewşa kargoya xwe şopand. çar-pênc cara kargo derketiye belavkirinê lê dîsa vegeriyaye cîhê kargoyê..

min qe nebe bîst caran li wan re telefon vekir lê her carê aliyê walî yê telefonê de ti kes derneket û agahiyek nedane min.

di dawiyê de rewşa kargoyê ya înternetê de îro wisa dinivîse : ji ber nedîtina navnîşanê kargo nehate teslîm kirin

ezê sibê çareseriyekî lê bigerim ka ça dibe..

û ew şeva reş û tarî ya ku çûk û mirîşk, zarok û marok di xew de bûn, (qewlê ahmed arîf va: "bes ez ranezam çend bihar leylîm") ti haja min pê tinnebû ku ezê peyama bêdestûpê/96000 binivîsînim..
û ew şev kirre kirra te bû erê..
binhêrin: gumgumok/96003 ...
Law ew şev Bila li ser min da şerjê bûya bila min ew peyama 96000emîn nenivîsanda.

paşê sibetirê min dît ku berxweda dibêje hozan serhad diyarî heq kiriye û peyamek ji min re şandibû gotibû "...bi xêr be, pirtûka ku tu dixwazî bêje..."

lê min nedizanibû ku wê şeva reş û tarî de, ah û wah ên marok û gumgumokan wê di vê pirtûkê de hebe..

min jî digo yaw ev kargo çima nagihe destê min..
ku kargoya min bigihîje destê min, ezê ji te re pirtukekî diyarî bikim soz... *
zêde li ber xwe nekeve dixtor *



23.12.2016 00:02 ~00:31 | bûtîmar

7. diyarîyên wê êdî ne li gorî peyamekê lê li gorî hejmara peyaman be. dê înşele gumgumok pirtûkekê bistîne *



23.12.2016 22:20 | berxweda

8. diyariya min gihişte destê min *
ez pir kêfxweş bûm...
xwedê (bnr: berxweda) razî be. Camêrî bo ku pirtûk bigihe destê min pir têkildar bû.

min pirtûka mehmed uzun a hawara dîcleyê jê xwestibû..

ew şeva ku pirtûk kete destê min, (çar şev ewil) şeveke bi berf û tarî bû. ceyran çûbûn. ez hatime malê û min bi kelecan diyariya xwe vekir...

.....li vir bîranînek hebû. Hate jêbirin...



27.12.2016 23:00 ~2016.12.28 17:34 | bûtîmar

9. Ma 325 peyam..
@hozan Serhad di xweşiyê de bixwîne.



05.01.2017 19:34 | berxweda

10. dîyarîyên vê carê hozan serhad û simurg56 heq kirine. ji wan re li ser xêrê bin.

li peyamdanka xwe binerin.



19.01.2017 00:44 | berxweda

11. ez dixazim diyariya min gumgumok re here. Lê dikim nakim qebûl nake yaw.
cara din min bêxeber peyama 96000mîn jê satndibû. Lewma ez dixazim ev diyarî ji wî re here.
Lê xwe daye erdê dibêje na. Kuro ezê şahê meran bişînime li ser serê te haa! *
hêrsa min neyne.



19.01.2017 22:17 | bûtîmar

12. hozan serhad diyarîya xwe da gumgumok. pirtûkên gumgumok û simurg56 ketine rê.



24.01.2017 21:14 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî