Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ekşi elmalar - tirşik

yılmaz erdoğan, behsa zarokatiya xwe ya li colemêrgê dike....
(5 şîrove)
ekşi elmalar
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlma dawîn ya yılmaz erdoğan e, behsa çîrok û serpêhatiyên bapÎrê xwe (mehmet sait atay) ku serokê berê yê şaredariya colemêrgê ye û sê xaltiyên xwe dike. fîlm li navçeya muğlayê, li köyceğizê hatiye kişandin û zimanê fîlmê jî wekê hemû fîlmên din yên wî bi tirkî ye, yılmaz erdoğan bi xwe di fîlmê de rola bapîrê xwe dileyîze. zû de ye neçûme sînemayê û min ne niyet e vê neçûna xwe ya sînemayê ji bo yekî wekê yılmaz erdoğan betal bikim. lê fîlmê jî mereq dikim. bi mereq li bendê me ku bikeve ber destê torrentê ;)



03.11.2016 22:16 | endazer

2. sêvên tirş.



04.11.2016 21:47 | xwedêda

3. Piştî ku min di nêrînaazad de vê nivîsê xwend ez dîsa mame heyrî ku yilmaz erdogan çima wek tirkekê nêrîye colemêrg ê û kurdîstanê. Ji ber hindê ez hêj nihe ve jê sar bum ha ji we re ji fîlmê gotinek ' aa sen ne kadar güzel türkçe konuşuyorsun' an jî 'oralardan( colemêrg) gelin artik buralar( muğla) çok güzel'
Here lînkê



07.11.2016 16:45 | azad30

4. navê fîlma dawî ya yilmaz erdoğanî ye...
min ekşi elmalarê ango sêvên tirş li sînemayê temaşe kir, wexta fîlmeke xweş bikeve vîzyonê diherim sînemayê
fîlmeke xweş bû min eciband, hevalên me rexne dikin bê ka çima erdoğan çima di fîlmên xwe de bi çavekî tirk mijarê dihune felan lê divê hûn êdî rastiya erdoğan qebul bikin û wilo herin temaşe bikin. erdoğan ne ji me ye, êdî yê wan e, çağan ırmak çi be erdoğan jî ev e hew ferqeke erdogan ev e ku mijarên filmên wî ji kurdistanê ye. loma êdî ez rexne li pragmatîzm û oryantalîzma wî nakim hew dibêjim fîlmek e.

fîlm ne bi qasî vîzontele serkeftî be jî di tehma vîzonteleyê de ye, ango hem diyalogên gelek komik hene, bûyerên komîk hene û hem jî film ji serî heya dawî dramek e.
carinan meriv dikene, dibeşişe carinan jî kelogirî dibe.
min film gelek ecibande, meriv wexta temaşe dike qet eciz nabe, dîmenên fîlmê gelek xweş bûn, jixwe herêma colemêrgê gelek xweş e..

hevokeke xweş a fîlmê hê jî di bîra min de ye:
''eskileri hatırlıyorum yenileri unuturken''
*



05.01.2017 15:54 ~15:56 | ferhenga şikestî

5. Fîlma hema bêje temamê wê li derveyî Kurdistanê hatiye kişandin. Tew Colemêrg pirr pirr hindik e. Gelekê wê li Antalya-mugla û li çiyayên di navbera wan de hatiye kişandin. Çîrok xweş bû lê ne ewqasî.. tişta bala min kişand fotomontaj bû. Heta hinek çiya bi xwe fotomontaj bû...



05.01.2017 19:02 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ekşisözlük

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî