Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
0 mijar û peyam - tirşik
0 mijar û peyam
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. qiyameteke hate serê tirşikê* rewşa ku di tirşikê tunebûna mijar û peyaman e. tenê bi du avayî dikare were serê tirşikê
1-nenivîsandina nivîskaran ve
2-nebûna înternetê ve û jixwe vê carê bi nebûna înternetê ve qewimî.
(bnr: 28.10.2016 birrîna înternetê ya bakûr)



28.10.2016 15:04 ~15:23 | nazim tolhildan

2. bûyera ku hê neqewimîye ye.
ew roja ku înternet hatibû birrîn, paşê ku net hat min têketin kir. (vbnr:cinorek) (qehremanê tirşikê yê roja reş * ) peyamek di bin mijara tirşik.netê de nivîsandibû û di tabelayê de ji xwe 3 mijar û 3 peyam dinivîsî..



28.10.2016 16:05 | bûtîmar

3. bibexşînin ez şaş im * ew bûyera hatiyê li serê tirşikê. ez 27ê mehê min têketin kir. 26ê mehê 0 mijar û peyam e.

bibexşînin..



28.10.2016 16:09 | bûtîmar

4. Wê roja ku internet li bakûr hatibû girtin tirşik bûybû mina warên koçerên mala xwe barkirî.
Dihatim diçûm kes tûnebû.



28.10.2016 18:30 ~18:31 | cinorek

5. roja 26.10.2016ê pêk hatiye; Here lînkê



28.10.2016 19:24 | simurg56

6. (bnr: wêne jî li jêr e)
Here lînkê



29.10.2016 00:40 | mergehez

7. bûyera hindik maye di hebûna internetê jî biqewime. îro daketibû 3 peyam û mijaran.



01.11.2016 22:31 | berxweda

8. di hebûna înternetê de jî pêkhatina wê tişteke asayî ye. jixwe nivîskarên ku bipergal dinivîsin çend heb in? heman rojê de yek nexweş be, yek ji bo ezmuna xwe bixebite, yek ji bo kar û barê xwe fersend nebîne, ya din jî bê înternet be û yeka din jî roja xwe ji evîna xwe re derbas bike wiha ji te re 0 mijar û peyam.



02.11.2016 10:20 | nazim tolhildan

9. Û eva jî dike 40! Salvegera demezirandina tirşikê ye *



02.11.2016 23:45 | bûtîmar

10. gelek carên din jî qewimîbû, tişteke normal e. ji bo tu kesî -ne- serketinek e.



03.11.2016 10:40 | xendekî

11. Aniha dîse qewimî ye.

Lê xem nîne. Dîse şikir ji xwedê re. Hinek dilên kul û birîndar hene go rewşa wan ji ya tirşikê xerabtir in. Ew dil in go, mijar û şitexalî li ber wan hatine girtin û weke zarokên sêwî-mayî, çavên wan li peyameke ji axa mirî werê ne.



07.05.2018 04:53 | gumgumok

12. Paş xeylek wext min îro ew dit.
roja 05.02.2022ê pêk hat.



05.02.2022 06:10 | cinorek

13. tirşik di komayê de ye. li ber xewa ebedî ye. simurg56 bêxem e. lê ger simurg56 dev ji rika xwe berde û bixwaze, vejandin pêkan e.

çareserî jî pir hêsan e:

- li frame a çepê 30-40 mijarên sabît

- çareser kirina pirsgirêkên seo'yê (hê jî di google de wexta "tirşik" bê nivîsandin malpera tirşikê di nava encaman de dernakeve.

- li medyaya civakî li dar xistina çalakiya nasandina tirşikê

- dev jê berdana pêk anînên dîktatorî û vegerandina tirşikvanên berê

- pêkanîna guherînên pêwîst li navrûya tirşikê de

- amade kirin û weşandina sepana tirşikê

- ji bo piştgirîya tirşikê li platfomên wekî patreonê vekirina hesaban û piştgirî kom kirina ji aliyê tirşikvanan ve

ez nabêjim wan hemû tiştan divê bitenê simurg56 pêk bîne. bila rê veke û organîze bike û em jî bibin alîkar.



05.02.2022 12:51 ~12:55 | şûjin

14. Rewşa tirşikê a îro ye. Min gelek caran dîtîye ku tirşik bêdeng maye (bnr: aramî û bêdengiya li ser tirşikê) lê ev sifir mijar û peyam bi rastî jî kezeba min qetand. Tirsek ket dilê min û teqez hatim ku hama vê bêdengî yê bi peyamekê xira bikim.
Nîşe:
Ji qala @şûjin divê berî her tiştî ji bo bergirtina sêwî bûna tirşikê divê hin mijar tim û daîm li ser rûpelê xûya bikin da ku karibin binivîsin.



05.02.2022 19:05 | pîroz

15. wisa texmîn dikim ku protestoyên xebatkarên li doraliya Tirkiyeyê bandorek li nivîskarên tirşikê kiriye û zama %25a sedsalê ya ku ji aliyê simurg ji bo nivîskarên tirşikê re hatiye dayîn kêfa tirsikvanan nebiriye û tirsikvan bi awayê nenivîsandinê protestoya xwe nîşan didin. piştî van protestoyan simurg hê jî şikefta xwe derneketiye. lê ger wisa berdewam bike simurg dê neçar bimîne û mûçeyên tirşikvanan hinek din zêde bike.



05.02.2022 19:41 | pênûsa westiyayî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mijarên derî formatê
» peyamên hatine jêbirin

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî