1. pêşkêşvanê stêrk tv ye, kedkarekê kurdî ye. kurdîya wî û ûsluba hingî xweş e, gelek kes hijê dikin û dema li ser ekrana xuya nake herkes pirsa wî dike; min deh cara dîtîye bavê min behsa wî kiriye, bavê min jî gelek hijê dike. emrê wî jî mezin e, lê hê jî qarîzmatîk e: |
|
23.10.2016 11:36 ~2018.04.07 18:01 |
xendekî
|
2. mirovek pir rûken bû, xwîna wî şêrîn bû. min ji axaftina wî hez dikir. xwedê rehma xwe lê bike. |
|
31.01.2017 23:09 |
simurg56
|
3. yek ji kedkar û xebatkarên yekem ê televîzyona kurdî ye. di 2016ê de çû ber rehma Xwedê. min îro vîdyoyek dît li ser YouTube'ê de, li ser stêrk tvyê berî ku bimire pê re bernameyek hatiye çêkirin. Mehmûd Onder behsa televîzyongerîya kurdî dike: çawa destpê kirine, biryara vekirina qenaleka kurdî, çawa hewl dane zimanê kurdî yê televîzyongerîyê li gor rê û rêzikên kurdî dirust bikin, ji bo têgehên nûçeyê li kîjan çavkanîyan nihêrîne, zextên li ser tvya kurdî, refleksên xelkê yên li ser tvyê, ji bo peyvên teknîkî li kîjan çavkanîyan nihêrîne, peyva berdevk ji ku derketiye û dîmenên ewil yên tvya kurdî hemû di vê bernameyê de; bernameyek xweş çêbûye: |
|
07.04.2018 18:09 |
xendekî
|
4. Abîdeya dirûstiyê ku nîşan dide çaw hinek dikin û çawa hink dixwin |
|
07.04.2018 18:51 |
reşik eyşo
|
gû [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |