Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 33 peyam
sedema navên tirşikvanan - tirşik
sedema navên tirşikvanan
(4) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. carina çîrokek dirêj e belkî carinan jî tenê rasthatinek e.
ez ya xwe bêjim: min berî 14 salan fîlan çîrokek xwendibû, tê de behsa 30 çûkan dihat kirin ku ev çûk ji bo ku mîrê xwe sîmurg bibînin, dikevin ser riyek dirêj û tije zehmetî û di dawiyê de dibînin ku sîmurg ew bi xwe e.
çîrok bi berfirehî li vir hatiye vegotin: teyrê sîmir.

ji ber vê yekê min navê xwe yê li ser înternetê kiribû sîmurg. lê ji ber ku standina vî navî ne pêkan bû, min koda plakaya welatê xwe (sêrt) jî lê zêde kir û bû sîmurg56.
(bnr: bi kar hanîtina nimreyên plakayên tirkiyê)
(bnr: yaw he he)



22.10.2016 09:46 ~09:46 | simurg56

2. di lîstika murat batgi zimandirêj de mijarek li ser navan hebû di wir de çend nav digotin. dema ku tirşik nav ji min xwest ew nav hatin bîra min di nav wan de yê herî li min dihat ev bû. mi jî bila xwelî li ser bê * û bû *



22.10.2016 17:34 ~17:35 | xwelî li ser

3. navê gundê min e xendek; çîrokeka wê ya dirêj nîn e; lê berê û niha jî mirovên mezin bi navê gundê xwe an jî navê cihê jê hatî dihat binavkirin; ya min jî wilê çêbû; bû xendekî.



23.10.2016 11:27 | xendekî

4. rojekî li ser mailê simurg56 ji min re peyamek şand û got min malperek bi navê tirsik.net vekiriye û tê de ji bo te hesabek bi navê ''endazer'' vekiriye, şîfreya te jî ev e! ;)
endazer ji ber ku maila min a li ser gmailê endazer e.
çîrok û çÎvanoka endazer jî; hêj ez diçûm lîseyê meyl û mereqa min li ser endazyariyê hebû, rojekî min li ferhenga kurdî nêrî bê ka bi kurdî û kurmancî ji bo ''mühendis/engineer'' çi dibêjin, min peyva endazyar dît lê kêfa min jê re nehat, ya rastî hê jî kêfa min jê re nayê, j bo xatirê yekîtîparêz û standartîzasyonxwazan bikar tînim, min jÎ li gorî zanîna xwe ya wê demê peyva ''endazer'' afirand ji bo endazyar. û bi wî navî jî li ser hotmailê ji xwe re hesabek stand.
çîroka me çû diyara, rehme'l dêûbavê guhdara! ;)



15.11.2016 01:09 | endazer

5. li hêta temene xwe ê bîstûçar an diçume ber golikan nava gûl û gîhayên serhêdê de. rojên herî xweş jîyana xwe dê golikvanbum.bo vê yeke ev nav min hilbijart.



07.12.2019 01:33 | golikvan

6. Mêrxas im(li gor xwe) û serhedî me



08.12.2019 00:28 ~00:28 | mêrxasê serhedê

7. tişta ku min ji bo min tu sebeba wê tune, ji ber ku navê min bixwe ceso ye. (bnr: emojiya rûtirş)



08.12.2019 22:56 | ceso

8. Ji ber ku navê xwe pirr hez dikim min navê xwe yê tirşikê jî kir navê xwe.*

peyvên xwedî nivîseke karîzmatîk/114372



08.12.2019 23:11 | xelîl

9. li vir ferhengeke înteraktîf e loma navê min ferheng e.
lê ferhenga me kurdan hê temam nebûye, nekemilîye, tênegêhîştiye û heta kurdistan ava nebe jî ne mimkûn e loma çaxa ku zimanê me şikestî ye her cure ferhengên me jî şikestî ne.
loma ez bûme ferhenga şikestî



14.12.2019 16:30 ~16:33 | ferhenga şikestî

10. dema li tirşikê qeyd bûm, wekî dînan min fîlmografiya hayao miyazaki ji ber dikir. min qala wî çiqas hevpeyvîn û nûçe hebin, dixwend. û dilê min ketibû birûyên wî.

Here lînkê



14.12.2019 16:47 ~16:48 | biruya hayao miyazaki

11. sal 2013, meha Nîsanê, min lawikek nas kir ku û aşiq bûm.
Navê min pirsîbû, min gotibû Gulsuma, gotibû em ji te ra bêjin Gulêêê, ew roj ev roj e, ez hê jî Gulêê me, û wexta wî ji min ra gotibû ku tirşik heye, min got ez navê xwe bikim çi, got bike Gulêêê..

Ev nav ji wir e, ji wî ye.



14.12.2019 17:25 | gulêê

12. xendek navê gundê min e, zarotîya min e, bîra min e, hişê min e, ji ber wê xendekî me



15.12.2019 00:10 | xendekî

13. ez jî serhedî me, lê dixwazim navê xwe biguherînim eger bikaribim.



15.12.2019 19:55 | serhednişîn

14. çi çîrokek navê minî dirêj tune ye. berî bi tirşikê bihesim dema min biryar da ku êdî ezê li ser înternetê bi kurdî binivîsim, fikra hilbijartina navek kurdî ket bîra min. herçî navê têde tîpa 'j' hebe, ji min re xweş dihat. min navê 'tîrêj' bihîstibû. lê bawerim di bin bandora kanûna paşnava de mabûm, ji loma divê min paşnavek jî hilbijarta. ji zanîn û fêrbûnê hez dikim. ji loma paşnavê 'zana' ji min re gûncaw bû.

meseleya plakaya, ji bin serê simurg derket. berî xwe li tirşikê tomar bikim, min gelek wext tenê nivîsan dixwend. ji xwe domînantbûna nivîsên simurg li tirşikê aşkera ye. ji her 10 peyama carek, mirov li peyamên wî rast tê. min dî ew û brûsk plakaya sêrtê bi navê xwe zeliqandine. hinek plakaya colemêrgê bi navê xwe zeliqandine. ez xwe jê kêm dihêlim? min jî bo dengê amedê bilind bikim, plakaya '21' bi xwe nezeliqand lê pêve kir.



25.02.2021 13:02 | tîrêj zana 21

15. navê min yên rastî ne merwan e, lê ger min bikarîba navê xwe danîba teqez ez ê kiriba Merwan *
ewil li ser twittirê û hemû platformên din yên ku ez bi kurdî dinivîsim navê min li wir Merwan e



26.02.2021 01:45 | merwano

16. "Pîroz" ji ber ko bawerim jiyan tiştekî gelekî pîroz û bi qedire bi hebûna min re.



26.02.2021 11:39 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
belki ev jî bala te bikişînin
» sedema ku mijarên tirkiyeyê di tirşikê de ji yên kurdistanî bêtir in
» navên mehan bi kurdî

Kategoriyên mijarê:: tirsik anket tirsik anket tirsik anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî