Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
mirovên ku di cizdana xwe de wêneyên hezkiriyên xwe digerînin - tirşik
mirovên ku di cizdana xwe de wêneyên hezkiriyên xwe digerînin

Navê mijarê ya ewil ev bû:mirovên ku di cizdana xwe de wêneyên hezkiriyên xwe xweyî dikin
(13) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew kesên ku divê destê wan bê maç kirin in. ji ber ku êdî di destê her kesî de têlefonên biagil hene û herkes wêneyên hezkiriyên xwe di têlefonên xwe de xweyî dikin. lê ev kesena ligel teknolojiyê, wan wêneyana hê di cizdana xwe de xweyî dikin.**



20.10.2016 15:50 | nazim tolhildan

2. ez cuzdanê xu da wêneya xu xayî dikim.
nexwe ez ji xu hez dikim û divê destê xu ramûsim ;)



09.11.2017 13:03 | bûtîmar

3. tiştê ku xweş e û di teşqeleyên rojane de kêfê merivî tîne cih.

yek ji wan ez bûm. lê min niha fotografê xwe danî ya ewil. gava ez cizdana xwe vekim cara yekem wêneya min tê dîtin. lê êdî kêfa min diherime.(bnr: swh)



10.11.2017 05:12 | endazyar

4. (bnr: xweyî kirin)
Xwedî kirin li vir dibe gelo???



10.11.2017 05:22 ~05:25 | rûbar

5. ji mirovên wêneya hezkirîyê xwe dike kaxiza dîwarê telefonê bi aqiltire.



03.05.2019 02:57 ~02:59 | masîyekjinavbehrawanê

6. Xeyaleke min jî wilo hebû,ez ê van roja çêkiriba jî, piştre min dev jê berda...

Belkî di pêşerojê de



12.12.2020 17:17 ~17:19 | merwano

7. mirovên zahf bi şans in. bi min ra ne cuzdank heye ne jî hezkirî.



12.12.2020 19:31 | hueyn

8. (bnr: di cuzdan da xweyî kirina wêneyan) *



12.12.2020 20:28 | bûtîmar

9. (bnr: nifşa dawî ya tirşikê)
jiwan kesan mane gelo berê rebena cizdan wekî instagram facebook bikardihanin berê ne tîktok kî ne telefonkî ne tiştkî hebû *



12.12.2020 22:01 | shorbevan

10. Ez bûm. Ez im. Dawî li têkiliya me hat lê hê jî wêneya wê di cizdana min de ye. gava din, dema min li kaxizekê digeriya leqayî wêneya wê ya ku ji bo destpêka karê xwe 12 heb girtibûn û yekê jî dabû min da ku di cizdana xwe de bigerînim, hatim. Li gorê Wê, dê nostaljîk bûya. Bi rastî jî êdî wêneyeke nostaljîk e. *

Du meriv ji hev hez dikin, her dem û serhatiyên jiyana xwe bi hev re dibuhurînin, dikenin, digerin, digîrîn, xemgîn dibin, bi hev şa dibin lê dawiya dawî dibin biyanî ji hev re û wek ew serhatî heb neqewimiye, wek ku ew her du însan hev heb nas nekiribin li hev dinêrin.

Ecêb e.

Tişta mereq dikim: gelo ez ê yeka din jî bi vî rengî hez bikim?



12.12.2020 22:16 | xelîl

11. Mijara ku bi çavên tijî dişopînim.

(bnr: taktîk ji bo evîndaran)



12.12.2020 22:28 | yûsiv


13. Kiryara ku kêfa min zaf jê re tê. Kesên ku wilo sûretê hezkiriyên xwe bi xwe re digerînin, nola zarokên ku eydanîya xwe re forsê davêjin û serê xwe bi camêr/xanikê re bilind dikin ger nebêjin hej te dikim jî ne xem e.



20.09.2021 20:15 | pîroz

14. Ez im lê wexta danûstandinê de an li cîhekî devê cizdanê vedikim dikevim ber fediya dibêjim "gelo kes dît?" *



20.09.2021 22:27 | biaqila malê

15. ne ez im lê planekî min ev e.
kanê wê çi bibe...
gelek dixwazim piştre li tirşikê behsê bikim. dua bikin.*



05.11.2023 16:27 | ciwanzêr

16. Kesên ku ji hev dûr bêriya hevdikin an hesretê dikşinin xwe piçek be jî bi nihartina van wêneyan hesreta xwe hênik dikin an pê zêde dikin *

Kesên ku rastî kîmyesala(kîmyewiya) sêvan hatine, helepçe biserê wan de hatiye yek ji wan nemaye.

ev kesên ku wêne dikin cizdan û bi xwere digerînin divên bên pîrozkirin, her kurê bavan nikarin mihafiza van wêneyan bikin. yê min kaxizek/(lênûsk) be an fatore kî be bi heva dizeliqin an dieciqin dibin yek perçe, nasnameyê bi çîp an qertên bankayê jî di cizdanê minde li hev diwerivin, ditewin cardin li atmyan nakebin * pêşniyari jibû wan kesên ji bobelatê filitîne vê nivşê hê jî berdewam dikin; demek min jî wêneyên xwe yê portre di cizdanda liser xwe digerand wêne sewqa xwe didan hev dublicate dibûn pêş û paşiya wan dibû yek hay jê hebin.



05.11.2023 23:15 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirovên ku di berîka xwe ya paş de şe digerînin
» xwedê belaya wan ji ber piyê wan çêke
» wêneyên ji bo kampanyaya danasîna tirşikê de werin parvekirin
» xwebexş

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî