1. Stranek hewramîzar e û strana evînê ye. awazê stran û dengê stranbêj gelek xweş e. Navê stranbêj şahîn telebanî ye û awazê stranê jî hunermend hiseyn elîzade danîye ger ez şaş nebim. Fîlmê nîwemang jî ez dibêjim teqez zûzika temaşa bikin. Fîlmek pir serkevtîye, bo behmen qubadî berdewamiya serkeftinê dixwazim û gelek spas dikim. Peyvên stranê; Hewramî; awa hat vahar deştûkê rengîn dillî 'alem şad, dillî min xemgîn reng zerdî xezan xetay payîze reng zerdî min dûrî azîze pirsîm le çîmen qewmêl ew qebre kêye fermûy qebrî Mecnun e, şeyday Leylê ye ___.---.___.---.___.---.___.---.___. ئاوا هات وا هار دەشتوکێ ڕەنگین دڵی عالەم شاد، دڵی من غەمگین ڕەنگ زەردی خەزان خەتای پاییزە رەنگ زەردی من دووری ئازیزە پرسیم لە چیمەن قەومێل ئەو قەبرە كێیە فەرمووی قەبری مەجنونە، شەیدای لەیلێیە ----.___.---.___.---.___.---.___.---.___.---.___.---.___. Kurmancî; Va hat bihar, deştekî rengîn Dilê alem şad, dilê min xemgîn Rengzeriya xezanê xeteya payîze Rengzeriya min ji dûrîya ezîz e Dipirsim li çîmen bêje ev gorrê kî ye Got fermo gorrê Mecnûn e, şeydayê Leyla ye |
|
18.10.2016 01:41 ~02:10 |
rûbar
![]() |
2. (bnr: asghar imanî ~ leyla) |
|
19.10.2016 06:24 |
rûbar
![]() |
3. strana evînê ye. ji dengê tara mamedovayê jî dikarî guhdarî bikî. (spotify) Here lînkê |
|
29.01.2023 03:00 |
mirovekirind
![]() |
![]() |
zewaca kurd û tirkan [4] |
artêşa sîber a gel [1] |
|
![]() |
xalê şanoger yê di vîdyoya deno de [2] |
![]() |
denozer72 [1] |
![]() |
tiştên ku mirovî xemgîn dikin [1] |