Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ebdulla peşêw - tirşik
ebdulla peşêw

Navê mijarê ya ewil ev bû:ebdulla peşêw
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. 1946 hewlêr. yek ji navdartirîn helbestvanên kurdan e. hetanî niha 8 dîwan derxistiye. helbestên xwe bi kurdiya soranî û bi tîpên erebî dinivîse. mijarên wî bi taybetî evîn, welat, yekîtiya kurdan, felsefeya jiyanê, xerîbî, jan û kulê jiyanê ye. helbestên wî wergerandine gelek zimanan wek îngîlîzî, rûsî, erebî, swêdî, danîmarkî, tirkî, finlendî, farisî, almanî...



di weşanên dîwanê de gelek helbestên wî di bin navê xewa min nayê de wek pirtûkek weşiyaye.



27.07.2013 12:20 | kelemejû

2. Ebdulla Peşêw an Evdila Peşêw

Helbestvanekî kurd e ku bi zaravayê soranî dinivîse. Di salên 1960'an de tev li şoreşa başûr dibe, demekî pêşmergetiyê dike, piştra derdikeve derveyî welêt.

Niha (2008) jî li Fînlandê mamostetiya zanîngehekê dike.



berhem:

Peşêw yekem honrawey le 1963 û yekem komele şî'rî le 1967 blaw krdwetewe.

Frmêsk û zam (1965-1967) çapî yekem le Kerkûk 1967

Btî şkaw (1967-1968), çapî yekem Kerkûk 1968

Şewnamey şaîrêkî tînû (1968-1972), çapî yekem Bexda 1972

Dwanze wane bo minalan û çend şî'rêkî qedexe (1969-1973), çapî yekem Berlîn 1973

Şew nîye xewntan pêwe nebînm (1973-1979), çapî yekem Bexda 1980

Brûske çandn (1980-1988), çapî yekem suyd 2000

Berew zerdeper (1989-2001), çapî yekem suyd 2001

Prêskey aşqêkî zgmak, çapî yekem Kurdistan 2006

Dîwanî brakujî, çapî yekem Hewlêr 1994

Peşêw herweha bernemekanî çendîn nuser û şaîrî gewrey cîhan wek Walt Whitman û Alexandr Pushkin wergerandwetewe bo kurdî.



27.07.2013 20:52 | mam selam

3. helbestkarê nûjen yê helbesta kurdî ye.



şî'ra wî ya name ji alîyê (bnr: mehmet atlî) ve hatiye beste kirin.



http://www.youtube.com/watch?v=bcVmZMPUb3Q



28.07.2013 02:34 | seydayê_peyvan

4. di helbesta xwe ya bi navê serbazî winê ( leshkerê wenda) de cîhê shêhîdên kurdistanê wer terîf dike:

li kenarê her coyê

li ser doşkê her mizgeftê

li ber deriyê her malê

her dêrê

her şkeftê

li ser zinarê her çiyayî

li ser dara her baxçeyî

li kurdistanê

li ser her bosteka erdî

li ser her gezeka esmanî



28.07.2013 14:09 | parsek

5. evar e

baran hur hur dibare

tene me

na ne tene me

hemu Moskow li gel min gav diaveje



teneti karxezalek bu

neçirvaneki hat

nişan le girt

gaven min nagihejine



evar e

baran hur hur dibare

tene me

na ne tene me



diçim

cada tije xwe bi piye min gire dide

di berike min de nameyek

li zerfeki sor de

dile mine duwemin e

le dide...



10.08.2013 17:06 | jinabekes

6. dibêje helbestên min divê bi mîkrofonê bên xwendin.



20.08.2013 19:05 | terkexem

7. kêlge destrê bo baran

çiya bo hello.

rûbar û çem bo newestan

xor bo aso.

agirperest bo ateşge

ba bo çiro.

êstere û mang bo spêde

minîş bo to

kurdistanim: minîş - bo to!..



ebdulla peşêw



20.08.2013 19:28 | terkexem

8. pashnavê wî gelek caran wek "pêşew" tê gotin, lê kesên baldar paşnavê wî rast dibêjin.



20.08.2013 20:00 | rojgar

9. (bnr: ebdulla peşêw)



25.08.2013 10:44 | simurg56

10.



25.08.2013 17:11 | înano lo

11. lehengê dilê min e bi ehmed huseynî re *



04.10.2013 12:54 | gulan

12. Ew ên ku ji min re dibêjin;

Danik û morî birayê hev in.

Qehpe ne ew ên ku ji min re dibêjin;

Xwîn û zîro birayê hev in.

Qehpe ne ew ên ku ji min re dibêjin;

Masî û şewk,

Mişk û kîs

Dest û derzîmar birayê hev in

Qehpe ne ew ên ku ji min re dibêjin;

Werîs û gerden,

Gûzan û mû birayê hev in.

Werin mirovno!

Ji nêçîr û birînê bipirsin

Bêjin; tu bi xwedê kî

Xencerek heye ku birînê derman bike?

Nêçîrvanek heye ku nêçîrê nexwe?

De mirovno, ji kayê bipirsin,

Bê qet agirê sar dîtiye?

Ji hêlîna qulingê pipirsin,

Bi mebesta maçkirinê,

Qet mar devê xwe lê daye?!

De ka ji darberûyê bipirsin,

bivirek dîtiye ku darbir nebin?

De ka ji kerekî bipirsin,

Gurek dîtiye ku ker ne zirriya be?!

Qehbe ne ew ên ku j imin re dibêjin:

Marî jehra şîrîn jî heye.

Qehbe ne ew ên ku ji min re dibêjin:

Bivir birayê dar e.



04.02.2014 17:58 | ferhenga şikestî

13. (bnr: leşkerê winda)



15.04.2014 18:14 | berxweda

14. Bo Qerecêk/E. Pêşew



Êdî hew li nav lepê min binêre!

Jixwe naxwaziim tu ji min re bibêjî....

Dibim bavê çend zarokan,

Rengîn dibim an jî her wek lat,

Tenê tiştekî ji min re bêje:

Heta mirinê wek te dijîm,

An jî dibim xwedî welat?!



Evdila Pêşew/Mosko 1980

Werger ji zaravayê Soranî: Muhsin Özdemir



15.04.2014 19:06 | xendekî

15. bi dengê wî helbesta wî: kobûnewe







Evdila peşêw û muZÎKA KLASÎK





15.04.2014 19:06 ~2015.12.07 20:17 | xendekî

16. helbesteke wî bi soranî



GULLEBERROJE



Nîştimanî min :

Hêlaney xore,

pirşingecarre,

Serim... Ser niye:

Gulleberrojey hemîşe lare!



Ji:Hilbijartin(ji hemû dîwanên wî)-Abdulla Peşêw

rûpel:26-weşanên BELKÎ



ferhengok

gulleberroje:gulberroj

hêlane:hêlîn

xor:tav roj

pirşingecarr: baxçeyê tîrêjan

hemîşe: tim, hertim

lar:xwar



16.05.2014 02:03 | cîhana pirtûkên kurdî

17. nivîskarê helbesteke wî pirr têsîr li min kiriye..



Dema şandeyeke biyanî tê welatekî,

tacgulekê dibin ser gora

Şervanê Winda.

Ger sibê

şandeyeke biyanî were welatê min

û ji min bipirse: Ka gora

Şervanê Winda?

Ezê bibêjim: Ezbenî,

li berava her coyê

li ser doşkê her mizgeftê

li ber deriyê her dêrê

her şikeftê,

li ser kevirê zinarê her çiyayî

li çiqê her dara daristanê

li Kurdistanê

li her bosta axê

li her geza esman...

xem nake, piçekî xwe bitewîne

û tacgula xwe lê deyne.



16.05.2014 02:15 | cîhana pirtûkên kurdî

18. ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd (Kurd-Pen) ve ji bo Xelata Nobelê ya Edebiyatê wekî namzed hatiye nîşandan - http://rudaw.net/kurmanci/culture/220520141#sthash.w4FDDQSv.dpuf



22.05.2014 21:20 | jaro

19. ji bo evînekê platonik helbestek nivîsandiye. ez zahf jê hezdikim.





trên,

wek marekî bazdida,

kinkin û kifkif dikir.

bêhna jivana evîndaran,

bêhna payizê û helbestan,

bêhna baranê ji şevê hildifûrî.



got: ?navê min beate ye.?

bêdeng mam,

ew jî bêdeng.



cigareyek derxist,

min jê re vêxist.

bere-bere,

di nav tiliyên wê re

cigare hêdî-hêdî dibû xwelî.

bere-bere,

di nav lêvên wê re

di xeyalên xwe de

bûm cigare bo nav lêvên wê.



xilmaş bû,

destê xwe yê bi tiliyên pembeyî,

mîna nameyeke nihênî

bi plana kudetayekê* be,

xist nav destê min.

serê wê, wek helbestekê,

xwe hêdî-hêdî xwar kir

û milê min jî wek deftereke

li benda helbestekê xwe da ber.



kete xewê,

ta sibê xewê ew bir.

ez jî, mîna bazirganekî

ji geştekê vegeriyayî,

bi dirêjahiya şeva sar

ketim jimartina zêr û zîvên

ristika xewnên wê.



sibê

dema trêna fêgirtî* sekinî

û serê min da himêza pragê*,

beate, şabanûya razayî,

hat ser hişê xwe û got:

- guten morgen!*

- guten morgen!

çanteyê xwe hilgirt û peya bû.

ne navnîşan ji min re hişt,

ne jî xatir ji min xwest!



ax, beate!

xwezî, sed xwezî, min bizaniya

ka bi dirêjiya şevê

serê te li ser milê kê bû,

ka kî şahsiwar

mêvanê xewnên te bû!

ax, beate!

xwezî, sed xwezî, min bizaniya!



22.8.1977 prag



* kudeta: darbeya leşkerî

* fê: teb, serh, epîlepsî

* prag: paytextê komara çekî

* guten morgen: rojbaş



18.04.2015 00:33 | xemxor

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ebdulla peşêw

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî