Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ajotina otomobîlan - tirşik
ajotina otomobîlan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ne tiştek rihete ne jî zehmete, bi zewqe, bi rezalete û gelek talûkeye yanî meriv qezaneke jî heye yek were xwe li meriv bixe, jiminre wekî ajotina di lîstikande xweş nîne, hîn bûna wî pir ne zehmete lê kesê meriv hîn bike nizanibe meriv hîn bike zehmete jiber hate serê min dema ku meriv erebeyê bi rêxe divê meriv dewriyajê nevcû bike û dûre pêlî Xazê bike, min jî pêlî xazê dikir piyê ser dewriyajê zû radikir erebe îstop dibû yê min hindikir jî qetv nedigot..., jibû bi rêxistina otomobîlan taktîkek baş bidim jibû yên nû dest pêdikin dibe bi kêr bê ;

jixwe carek meriv wesayitê di fitêza boşêde dişxulîne,

dûre meriv pêlî dewriyajê dike û dabêje fitêza yekî,

dûre meriv pêlî firênê dike û firêna desta datîne

û piyê xwe yê li ser dewriyajê hinek radike hezrê ku dengê otomobîlê xera bibe/ otomobîl bilerize yanî meriv dewriyajê nêvî dike û piyê li ser firênê radike dide ser xazê

dema erebe bi rê dikebe meriv piyê xwe ji ser dewriyajê radike
û erebe diçe, diçe, diçe

dema meriv bixwaze fitêzê bi guherîne divê erebe xaza xwe bibîne yanî meriv xaz didê dema zû diçe meriv pêlî dewriyajê dike û pitêzê diguherîne

dema meriv bisekine jî meriv pêlî dewriyajê û firênê dike tabî ji nişkave na divê meriv hêdî pêlî firênê bike jibû erebe ne peke

jibû dîsa erebe here dîsa meriv dewriyajê nêvcû dike û piyê ser firênê dide ser xazê dîsa diçe

dema neçe îstop bike divê ji nûve erebeyê vemirîne ji nûve bişuxulîne, daku marşa wî neşewite



09.10.2016 22:56 | shorbevan

2. Her tişt li ser girêdayî debriyaj e. Mînak hûnê erebê bidin dest pê kirin, divê lingê we li ser be an jî hûnê vîtês biguherînin pewist e hûn dîsa pê li debriyaj bikin.

Vêceee xwedê ji mamosteyê min razî be, digote min heya ji te be pê li debriyaj bike, nîvco nehêle. Ez pê lê dikim, kuro tu dibe qey dawiya debriyajê nayê. Hingî diçe û hey diçe, welhasil serê we neêşînim ez 10 cara pê li debriyaj bikim, herî kêm 5 cara erebe stop dikir *
Xwedê sebrê bide mamostê min, pir li ber min dida. Lê tişta rastî sûcê min jî zêde tune bû, bêxwedîka debriyajê zêde li paş dima.

Axir min roja ezmûnê bê tefandin erebe ajot * û jê derbas bûm. Ji wê rojê heya îro nebû nesîb ku erebe bajonim, xuya ye heya erebeyek dest min bikeve ez ê jibîr jî bikim*

Û her wiha bnr: ezmûna dîreksiyonê/130357



04.08.2021 20:10 ~20:25 | merwano

3. dema hevrazek disekinî rakirina otomobîlê hêsan e an na? (Herge otomobîlê sîstema piştgirîyê hevraz rakirinê tûne be)
otomobîlê da sensor û kamerayê pişt dîtinê heye an na?
herge bo van pirsa bersiva te erê ye vê waxtê ajotina otomobîla te hêsan e.
nişe; ev gotinan bo otomobîla manûel vîtes hatin gotin



29.12.2021 23:12 | doesntmatter

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ajotina otomobîlan

Kategoriyên mijarê:: huner huner huner
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî