Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mehmet akbaş - tirşik
mehmet akbaş
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi çavên xwe yên şîn û pora xwe ya xilolîk, qeşengtirîn kurd e. yekemîn albuma wî ya solo "pia" heyat e. guhdarî bikin, he'jê bikin.



(bnr: http://www.youtube.com/watch?v=b9rf6fohaxa)



25.08.2013 00:33 | terkexem

2. kilê çavên reş î belek yên keçên xame û nûgihiştî.. û kelemê çavên kotî miskînê mêrên heram..* ji geometriya gulê û ji termînolojiya mûzîkê fêm nakin.. ji ber hindê nikarim behsa rengê dengê wî yê bas-barîton(!) bikim.. lê camêr ji mûzîkê fêm dike û mûzîkên xweş lê dike.. strana bi navê berde ku min cara ewilîn di fîlmeka bahman ghobadi de ji dengê mamlê guhdarî kiribû zehf xweş distirê û ji heq derdikeve.. heta niha hem digel sakîna teyna û hem digel hanî xanimê ev stran îcra kiriye.. digel ku gelekî kêfa min ji hanî xanimê re tê nikarim xwe ji heqiyê bikim versiyona ku digel sakînayê hatiye gotin xweştir û serketîtir çêbûye li gorî min.. dengê wî biçekî bi ser stranbêjê tirk yê paşiyê popûler bûyî mehmet erdem ve diçe.. xwudê emrê wî dirêj dengê wî xweş û pora wî jî.. neyse.. *



28.09.2013 06:01 | endazer

3. stranbêjê ku straneke ciwan haco pir xweş stirîye.

mehmet akbaş - bêrîvanê



14.12.2013 03:57 | oxir

4. dema li tirkiye ez tenê ji bo vî camêrî diçûm konserên nçm û koma venge sodirî.

wextê nêzikî min dibû çavên wî yê şîn dibûn du gulokên agir û dihatin li ser kevçika dilê min disekinîn.



26.12.2013 10:38 | kevçiyê dil

5. (bnr: dr house)



26.12.2013 10:39 | kevçiyê dil

6. dengekî qalind û berz li sere. dengê camêrê muzîkê di her rewşê de bala mirov dikêşê ser xwe.



26.12.2013 12:41 | mîrêhekarya

7. min vî camêrî 10 dk berê naskir. Hevaleke min ji min re peyam şand got "ma mazlum tu kengî bû stranbej û kengÊ porê te ewqas spî bû." min jî jÊ re ya rastî got: "porÊ min jixwe spî ye Û ez stranbêj im Lê ez hinekî aciz bibÛm û min got ka ez biskekÊ xwe biguherînim" filan.. Û hevala min ji kelocanê mir.



23.04.2014 23:44 | mergehez

8. albûma wî ya bi navê p!a pir xweş e. bi taybetî xer ama, sewbina, nîo, hewno gran û şadî pir xweş in. bo stirana şadî klîpek jî kişandine.ev jî lînka wê klîpê:



23.12.2014 19:40 | kurê xelkê

9. sey pêro mêrikan rindan o zî cînan ra hes nêkeno.sucê ma çi yo heval, şû xo bikişe, bixelise,qismetê to çin o cara aha.



24.12.2014 04:04 | ladyzazarus

10. stranbêjê ku strana berde xweş distrê ye. him bi hanî re û him bi sakîna re xwes strîne *



bi hanî re:



bi sakîna re:



11.01.2015 15:08 | berxweda

11. aw bide lê ez teyşana..



11.01.2015 16:24 | tirşikçi

12. xwediyê straneke bi navê şadî ye ku bi heman newayê straneke tirkî jî heye. vêca nizanim têde diziyek heye an na..

şadî :



baksana talihe:





11.01.2015 18:25 | oxir

13. Zazayekî Pîrana Diyarbekir e. Rûyekî wî yê gelekî şêrîn dengekî wî yê nazik heye. Carînan difikirim yaqişiqlîtirîn mûzisyenê kurd ew e an Kerem Sevinç e . * ?Kilama "Keynê" pirr xweş distrê .

Bi hunermenda başûrî Hanî re duetek gelek xweş kiriye ji bo strana "berde"

ev stran soranî ye .





02.03.2015 14:12 | mistefa

14. stiranên wî ên mencolê û delalî pir xweş bûne. kuhevalên me ên zaza bikaribin bila gotinên wî binivîsin.



a ji we ra mencolê:





ev jî delalî:



08.03.2015 17:00 | kurê xelkê

15. Niha li ser van tv stranên gelek xweş dibêje betir jî kurmancî.pir qeşeng e porê spî û dirêj çavên (he)şîn stranên wî xweşiktir dike



14.09.2016 21:32 | ronahî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmet selim kiraz

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî