Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
fahriye adsay - tirşik
fahriye adsay
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mamoste, nivîskar, wergêrreke kurd e, xwedî û edîtora kovara zarema, yek ji endamên partiya azadiya kurdistanê (pakurd) ye, heta niha zêdetirî 11 pirtûk ji tirkî û Îngîlîzî ji bo kurdî wergerandine. pirraniya van pirtûkan ji nav weşanên avesta derçûne. li diyarbekir mamostetiya îngîlîzî dikir. ligel ku ne endamê tu senîqeyan bû ew jî di nav mamosteyên ji kar hatine dûrxistin de ji kar hatibû dûrxistin, çend roj berê li diyarbekir li mala xwe ji aliyê polîsên tirk ve hatiye binçavkirin, ev çend roj in li nezaretxanê girtî ye û nahêlin kes serdana wê bike, parêzer jî.



27.09.2016 02:19 ~02:35 | endazer

2. nivîskara girtina wê û rênas jiyan eşkere kiriye êdî hemû kurdên dûrî tcyê divê ji xwe bitirsin. şerrekî mezinî him bi çekan û him bi psîkolojiyek kur tê kirin. û her diçe kurd bêdeng dibin. sedema herî mezin a vê bêdengiyê jî xerakirin û tunekirina bajarên kurdan e. yek ji sedemên vî tiştî jî siyaseta pkkê ye.



02.10.2016 01:12 | berxweda

3. (bnr: waye diçin yek bi yek)



02.10.2016 16:49 | shorbevan

4. jineke ezamet e, heftgurçîk e.
gelek kêfa min jê re tê. ev 6 sal in barê kovara zaremayê li ser pişta wê ye. gelek pirtûkên teorîk jî bo kurmancî wergerandine.
ew bixwe mamosteya zimanê îngîlîzî ye lê biqasî tê bîra min îhraç bûbû. aniha vegeriyaye an na nizanim.



14.12.2019 16:37 | ferhenga şikestî

5. Nivîskar û wergêr e (wergerandina ji îngilizî bo kurdî).Hevpeyvîna xwe ya li ser bernameya suhbeta hewşê ya bi mehdî mutlu re kiriye de behsa xwe , jiyan û karên xwe dike.Belê min navê nivîskar bihîstibû lê heta niha ne guhdar kiribû ne jî berhemek wê xwendibû (hê jî nexwendime lê ez ê bistînim).Fexriya adsay li îzmîrê hatiye cîhanê û li îzmîrê jî mezin bûye û ji dêrik'ê ye.Beriya 10 deh salan ewil wê wergerên îngilizî bo tirkî jî kiriye lê piştre giraniya xwe daye wergerên ji îngilizî bo kurdî.Ev deh salan in tenê ji bo Kurdî wergeran dike.
Hevpeyvîna bi mehdî mûtlû;




19.05.2020 12:26 | brzn

6. (bnr: fahriye adsay)
(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)



19.05.2020 12:32 | ferhenga şikestî

7. 31 cotmeha 2020an seat 06:30 hat binçavkirin, sedem çi ye nizanim, heya diho jî min wê nas nedikir. lê bi qasî ku min xwend ji aliyê nivîsê ve keseke hêja ye.

Here lînkê
Here lînkê



01.11.2020 19:59 | merwano

8. cara pêşîn 2016an de ew û rênas jiyan hatibûn girtin. va ye dîsa bûye kelema çavê xwînxwaran. jineke rewşenbîr e ku dikarim bêjim bi sekn û xebatên xwe ve kurdeke qedirgiran e. Hêvî dikim cezaya hepsê nedinê. fahriye adsay/94601



01.11.2020 21:25 | ezcan

9. ez canik û camêrên weke fexriya adsay fahm nakim. carcaran dibînim pkkyiyan bi murîdbûnê rexne (biçûk) dike. temam bera jî pkk xeletiyên gelek mezin kir lê ma li seranserî cihanê û bi taybetî li ser coxrafyaya kurdistanê kîjan rêxistin, partî, hikûmet û hwd tevlî pîsîtiyan nebûye? heta ku kesên (rewşenbîr) weke fexriya adsay rexneyên xwe tenê ji bo aliyekê bikin, dê baweriya min jî qet bi wan çênebe.

ma pkk pîs e, pdk spî ye qey?

heyfa zanîn û emrê wê!



12.06.2021 02:14 | asîmanê sêwî

10. mirovek pir agresîf e. xwe wek berdevkê kurdayetîyê dibînit. helbet divê her kurdek doza netewî bikit lê ev hevala me li her nîqaşê ye, dixwazit hema çi têt gotin bi dilê wê bit, ji wê bipirsin gelo divê em çawan twîtan binivîsin. Ji xwe û derdora xwe re heta dawîyê mafê rexnekirinê, azadîya fikran diparêzit lê kesek dî rexneyek nêzîk an dûr lê kir blockê didênit ser, deng lê dibirit. bi vî awayê xwe dişibit kesên ew wan rexne dikit.

min berhemên wê ne xwendî ne lê carekê beşdarî konferansekê bûm, guhdarîya wê kir kurdîya wê nedihat avahî.



12.06.2021 13:55 | hespêsor

11. wergera dewleta cihûyan ya pirtûka theodor herzl e.



12.06.2021 22:45 | hueyn

12. bi qewlê murîdeyên wê yeka toksîk e.



14.06.2021 23:46 | tizbîkêş

13. merivek yan li gel tevgera azadiyê ye, yan li gel dewleta dagirker a faşîst e. navbera van herduyan tune!

ne tevgera azadiyê, lê ev û kesên weke vê bi dijminatiya xwe derfet û wêrekiyê didine êrîş, barbarî û komkujiya dewleta faşîst, loma jî şirîk in. di her dilop xwîna dirije, her hestirên ji çavan bi ser hinarokan ve têne xwar, her stuyên xwar ên zarokên kurd de para wan heye.

ew tiştên ku li ser twitterê dike, ne rexne ye û ne jî kurdayetî ye. xizmet e ji dijminan re. êrîş e, bêexlaqî û bêkesayetîbûn e, xiyanet e.



07.10.2023 18:01 ~18:01 | asîmanê sêwî

14. fexriya adsay gelek pirtûk wergerî kurdî kirine û bi saya wê hin çavkanî ji bo me çêbûne . taybet derbarê cihûyan da weke : dewleta cihûyan (theodorl herz) , meseleyeke giring (elîzer ben tehuda)û herî dawî jiyana min (golda meir)
niha jî çend hebê din jî li ber çapêne
Here lînkê



08.10.2023 20:59 ~20:59 | pirtûkhez

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» fahriye kara

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî