Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
şemlê - tirşik
şemlê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. stranek gelek xweş ya gelerî ye. bi ya min herî xweş ji aliyê koma sîmurg ve hatiye gotin;







gotinên stranê li jêr in lê min tam fêhm nekir mesele çi ye *



"Hêlînê wan tîtiya malik weranê Şemlê

Hêlîn çêkir ber kanîya mala bavê Şemlanê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê



Hêlîn çêkir ber kanîya mala bavê Şemlanê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê



Hêlînê wan Qertela, malik weranê Şemlê

Hêlîn çêkir ser Kendala mala bavê Şemlanê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê



hêlîn çêkir ser kendala mala bavê Şemlanê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê



Hêlînê wan kevoka, malik weranê Şemlê

Hêlîn çêkir ser refokan mala bavê Şemlanê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemranê



Hêlîn çêkir ser refokan mala bavê Şemlanê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê



Hêlîn çêkir ser refokan mala bavê Şemlanê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê şemlê

Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê şemlanê"



25.09.2016 09:52 | simurg56

2. versiyona herî nexweş ya vê stranê jî her berêvar li diyarbekir li kolana hunerê, ji aliyê kom û kolosên amator ve tê gotin. Mala Xwudê ava havîn çû û em jî ji vê zilmê xilas bûn.

Bawerim heçiyê destê wî/wê bi erbanê ketibe cizbê qene carekî dengê xwe li vê stranê jî germ kiriye. Çawa gîtara klasîk strana "Akdeniz akşamları" tîne bîra min wisa jî dema erbanê dibînim ev stran tê bîra min, belkî ji bo qonax û gehîneka destpêkê ya zanîna jenîna erbanê em bêjin asta şemlê. ;)



25.09.2016 16:32 | endazer

3. şemlanê jî Hatiye gotin jêre, gotinên stranê yên herî xweş jî nebawerim lê ez dibêjim evin;

şemlanê/89356



25.09.2016 17:17 | shorbevan

4. hingî me bihîst vê stranê êdî îmana me jê diçe! kî dirajê erbanê vê stranê dibejê. di tembûrê de
tren gelir hoş gelir çi be di erbanê de şemlê ew e. *

(bnr: agir bikevê mala bavê şemlanê)



02.06.2017 22:44 | xwelî li ser

5. ev vîdeoya hanê, bûye tercimeya hestên min ên li ser şamlê : ) ez ji lodublajê ra zehv spasdarim *




14.01.2019 10:22 | bûtîmar

6. mijara vê stranê sê sal berî niha hatiye vekirin û nivîskarê hanê jî bi wesf û pesna qala stranê kiriye. tiştê ku meraq dikim piştî vê pêvajoya ku 123167463 kes li 12346475 cîh û mekanan, li rojê 12314564798 caran vê stranê strandin, nivîskarê hanê hê jî dikare qala vê stranê bi heman hestan bike? *



14.12.2019 16:51 | ferhenga şikestî

7. Herî xweş hozan brader distrîye.




14.12.2019 16:53 | kajav

8. mixabin êdî bûye mijara henekan. weke mînak beşa 4. a mala minê: https://tirsik.net/g.php?l=700

loma êdî tu tama wê nema. jixwe piştî peyama min, keça min bi hezaran caran ji me re gotibû tam tê de nehiştibû *



14.12.2019 19:00 ~19:01 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şemlê

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî