Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 10 peyam
    heyran jaro - tirşik
    heyran jaro
    (6) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. Heyran Jaro kilama du evîndarên ku ji hevdu dûr ketine, ji devê keçikê hatî gotin e. Keçikê dema nanê silê çêdike gotiye Heyran Jaro û bakiriye dergistiyê xwe, hêsirên xwe barandine, dukelê dike hêcet û çavên xwe paqij dike. Dergistiyê keçikê jî pezê xwe li şiverêyên çiyê re dibûrîne, dema mazî diçîne ji zinaran de dikeve.



    Heyran Jaro ji behra çandî ya Botanê derketiye û li Botanê dema behsa Heyran Jaro bê kirin cara ewil Seyîd Fadil fadil cizîrî tê bîra mirov. Li ber destê me du qeydên Heyran Jaro yên ji devê Fadilê Cizîrî hene, herdu qeyd jî ne pir be jî ji hev cuda ne. Di herdu qeydan de li hin deran cihê bendan hatiye guhertin an jî qeydekî de hin peyvên nû lê zêde bûne hinek jî kêm bûne. Ji ber wê min herdu versiyonên ji devê Fadilê Cizîrî nivîsîn.





    VERSIYONA YEKEM



    Fadilê Cizîrî - Heyran Jaro

    Ji youtubeê guhdar bikin:





    Heyran jaro axx

    Ma ne wezê j' kulikê te dimirim hey heyy haho

    Hey jaro ma ne wezê j' kulikê te 'mirim

    Hey belê çavê reş û belek kilê siphanî (jê) nagirim

    Yarikê vî zemanî (bi) dev dost in

    Wey qelb û dilê xwe kafir in!

    Ayy heçîkê yarikê wan kêf û kara dilê wan be,

    Milk û emlaka (ji) bav û birakê miho re şêrintir in û çêtir in!

    Hê hey jaroo ho ho ho

    De bila heyranê'm sax bê

    Wey belê dosteka wî jî vê re

    Hey de rabe keçkokê, cahêlê vê nanpêjê

    Hey yu yê nanik bipêjî yek bavê ser nêva devê sêlê

    Kul û meraqê heyranîkê xwe jê

    Hey belê çavê xwe paqij'ke hêceta vê dukelê

    Hey heyyy hey hey heyy

    De bila heyranê'm sax bê

    Wey belê dosteka wî jî vê re

    Hêhê hayîîîîî ax



    Heyran jaroo

    Tenûna Sindiya tenûna Sindiya hey heyy hayê hêy

    Hey jaro min go ber keviya

    Hey belê malan bar kir reşkê reş kona,

    E' nizanim ne simbêlê heyranê min sortir in;

    Ne qurmizê ser destê keçikê van Cuhiya!

    Hey belê wezê heyranê xwe Cizîrê Banê Xanê nahêlim

    Ber gezê mêş û va pêşiyan!

    Wezê heyranê xwe bibim zozana Mela Mêrgê zozanê Teya

    Ber toz û ecacê va keriya

    Wezê destê heyranê xwe bigirim raserê mila Hewrexê,

    Min go çêrîna kew û kêvrûşk û va kûviya

    Hey jaro ho ho hoo

    De bila heyranê'm sax bê

    Wey belê dosteka wî jî vê re

    Heyy de rabe keçkokê te keçînêê

    Hey min go memik hêkê ser hêlînêê

    Ma ne zozan xweş e hey delalê wez û tu biçînê

    Heyheyy hayîîîîî axx



    Heyran jaroo

    Çiyakê Cudî bi silsile û heheyy hayê hahoo

    Hey belê deştika Silopya Zaxoka Behdînan miqabil e

    Hebînîka dinya alemê pûç û betal û derewîn e

    Hey yê min û heyranê min jî j' eşqan û dil e.

    Hey jaroo ho hoo

    De bila heyranê'm sax bê

    Wey belê dosteka wî jî vê re

    Hey de rabe keçkokê

    Bejn  û bal şitila wê bîşengê

    Hey belê mala bar kir keriya ketine wê astengê

    Min divê herim tewafa xala gerdana yarê

    Wey belê keçik vedixelê ji navtengê

    Heyheyy hey

    De bila heyranê min sax bê haho hahoo

    Hey belê babo dosteka wî vê re



    Fadilê Cizîrî

     



    VERSIYONA DUYEM



    Fadilê Cizîrî - Heyran Jaro

    Ji Youtube'ê guhdar bikin: di navbera 01:20 - 08:35 de,





    Heyran jaro axx

    Ax wezê j' kulikê te dimirim hey heyy hahoo

    Hey jaro min go wezê j' kulikê te dimirim

    Ay çavê reş û belek kilê siphanî nagirim

    Yarikê vî zemanî dev dost in

    Wey qelb û dilê xwe kafir in!

    Wey belê heçîkê yarikê wan kêf û kara dilê wan be,

    Milk û emlaka bav û birakê miho re şêrintir in jaroo!

    De bila heyranê'm sax bê

    Wey belê dosteka wî jî vê re

    Ay de rabe min go keçkokê te keçînêê

    Ay min go memik hêkê ser hêlînêê

    Zozan xweş e wey delalê ez û tu biçînê



    Heyran jaroo

    Ay tenûna Sindiya hay haay hao

    Wey ber keviya, wey ber keviya

    Ay belê min go malan bar kir spî dike reş kona,

    Simbêlê heyranê min sortir in

    J' qurmizê ser destê keçkokê van Cuhiya!

    Ay belê min go wezê heyranê xwe l' havînê Cizîrê Banê Xanê nahêlim

    Ber gezê va pêşiya!

    Ayy wezê delalê dilê xwe nabim zozana

    Min go Mila Mêrgê ber toz û ecacê keriya

    Ay belê wezê destê heyranê xwe bigrim

    Bibim raserê mila Hewrexê,

    Pêşberê Ser Xaniyê

    Hey belê min go çêrîna kûviya jaroo

    De bila heyranê'm sax bê

    Wey belê dosteka wî jî vê re

    Ay de rabe keçkokê

    Bejn û bal şitila vê bîşengê hêhêhey

    Ay mala bar kir keriyo ketiye vê astengê hayhay hêy

    Ax belê min divê ez herim tewafa xala gerdana yarê

    Ax keçik vedixelê ji navtengê

    Hayê hayê hayê de bila heyranê'm sax bê

    Ay delalê dosteka wî jî vê re



    Heyran jaroo

    Ax wezê çi rûbara nabînim ji vî ekrabê he xweştiro

    Lê hayhayêê hê

    Ax heyran jaro min go wezê çi rûbara nabînim ji vî ekrabê he baştiro

    Ay belê wezê çi rîhana nabînim ji yê Amediyê reştiro

    Ezê çi yarika nabînim ax yarika wey min çêtiro

    Ay belê wezê çi dostika nabînim dostika xwe ya kemê spehîtiro

    De bila heyranê'm sax bê

    Wey belê dosteka wî jî vê re



    Ax heyranê minê têto

    Herê min go ji Zivingê hayhay hêê

    Ax delalê dilê min têto ji Zivingê

    Ay belê min go baranê lê kirîbû heriyê xwe avêtibû çeqmeqa vê tifingê

    Ay bila tu mêhvanê mala bavê min bûyayî

    Şevê nîva şevê min ê bida te jî ba doxînê heyanî ser delingê jaroo

    De bila heyranê'm sax bê

    Wey belê dosteka wî jî vê re

    Ay de rabe keçkokê hê hê cahêlê vê nanpêjê

    Ay belê min go tu yê nanik bipêje yek bavêje ser nêva devê vê sêlê

    Kul û meraqê heyranîkê xwe jê

    Wey belê çavê xwe paqij'ke hêceta vê dukelê

    Heyheyy de bila heyranê'm sax bê

    Ay belê min go dosteka wî jî vê re

    Heyheyheyyy hayîîîî.



     

    Di hinek versiyonên ji dengên cuda de ev beşa jêr jî heye, lê di herdu versiyonên min ji devê Fadilê Cizîrî nivîsî de tune ye:



    Heyran, heke tu mazî çinî

    Xwe zinaran bernede lo!

    Heryan jaro, min got ;

    Heke tu mazî çinî xwe zinaran bernede.

    Heke tu hevala û hogir bî; gotinan li min de!

    Na ne wele heke tu heval û hogir bî;

    Şevika nîva şevê rabe were.

    Destê xwe bavê xal û nîşana gerdenê, sing u berê tu bernede!

    Heyanî sehera serê sibê,

    Melayê azanê , sitêra sibê li me vede

    De jaro  ho ho ho hayê



    deşîfraşyon: rênas xendekî



    29.08.2016 20:11 | xendekî

    2. peyzûkek gelek xweş e û di folklora kurdî de wesf û teşbîhên ji bo bedewiya jinan yên bêhempa dihewîne;

    " Hey min go memik hêkê ser hêlînêê"



    30.08.2016 10:24 | simurg56

    3. wey ev çi denge! piihhh



    (bnr: mizgîn tahir) heyran jaro







    04.09.2016 00:04 | bûtîmar

    4. Nizanim çawa bêjim lê gelik xweşe, gelok hevokên wêjeyî têde derbas dibe(ev hevoka min beredayîye heçko).



    04.09.2016 21:51 | mijdar

    5. ji dueta du dengbêjên din ên botanê guhdar bikin: dengbêj evdirehman û Rêzanê Batû





    15.09.2016 17:56 | xendekî

    6. çend roj berê liqay versiyoneke amator û experimental ya vê stranê Here lînkê hatim, ciwanek dengxweş - bawer im jî cizîrê ye- ligel hêmayên mûzîka contry/blues, bi deng û şêwazeke dûr ji yên edetî û dengbêjî, stran ji nû strandiye.



    04.12.2016 23:56 ~2016.12.05 00:40 | endazer

    7. Straneke bi awaz û gotinên xwe kawakubar e, bê qisûr e. Kengî guhê xwe didimê, kurmên nivîsê tên min, xwe radihêjim hibr û pênûsê * Her çiqas metaforên guhbihîstî bihewîne jî, ji pirraniya stranên gelêrî yên din cudatir e. ( gelo çend stran hene Ku canikek, yarikê xwe ji gezên pêşûyan distirîne) Bi ya min ev stran, ji gellek gotar û nîqaşan re, berheman re avis e. Tê de erotîzmeke narîn heye, qîrîneke henûn û tije hez.. Çîroka stranê her çiqas wekî hemû çîrokên evînî bênesîb be jî meriv xweziya xwe bi canik û camerê tîne. Gotinên çi xweş ji evîna wan welidiye.
    ...
    Şevika nîvê şevê rabe were,
    Destê xwe Bavê xal û nîşana gerdenê, sing û berê, Tu bernede!
    Heyanî sehera serê sibê,
    Melayê ezanê, stêra sibê Li me vede.
    De jaroo !..
    ...



    05.12.2016 23:38 ~2016.12.06 00:43 | sergijik

    8. ji bilî van rêzikan helbestek virt û valaye:
    "...
    Şevê nîva şevê min ê bida te jî ba doxînê heyanî ser delingê jaroo
    ...
    Şevika nîvê şevê rabe were,
    Destê xwe Bavê xal û nîşana gerdenê, sing û berê, Tu bernede!
    Heyanî sehera serê sibê,
    Melayê ezanê, stêra sibê Li me vede.
    De jaroo !.."



    06.12.2016 16:17 | xwedêda

    9. strana ku versîyona wê ya amator ya li soundcloudê ku di vê peyamê de behsa wê hatibû kirin, ji soundcloudê hatîye jêbirin. heyran jaro/95816 baş e ku min wê demê daxistibû.
    min niha li radyoya tirşikê bar kir: Here lînkê



    09.01.2020 22:09 | simurg56

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    destkol