Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    21 mijar û 31 peyam
    rojda - tirşik
    rojda
    (0) (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. nawê xuça(xwa) min.



    2013.08.23-21:46 | hun çawane heval:)))))))

    2. bi zikata dengê xwe dikare debara gelek kesan bike.

    (bnr: şakiro), (bnr: mihemed arifê cizrawî), (bnr: şivan perwer)



    2013.08.23-23:48 | tivirloismail

    3. stranbêjeka kurd ya dengxweş.. ez ne xelet bim ji sêrtê ye û berê di koma gulên xerzan de solîstî dikir.. di stranên xwe yên sivik û yên giran de jî têra xwe serkeftî ye.. cara pêşîn dema min bejn û bala wê dîtî ez ecêbmayî mabûm û min ji xwe re gotibû ev qas ecêba dengan ji vê bejnê derdikeve..

    strana wê ya were her naye û hey nabe gelekî xweş in Û hêjayî guhdêrînê ne..



    2013.09.05-14:38 | endazer

    4. stranbêjek ku ez gelek jê hezdikim e. Bi qasî dengê wê, ew jî pirr xweşik e. lê carina xweşî jî nikare ji nexweşiyan re bibe asteng. pirsgirêk ev e; rojda strana şehrîbana kurdî, heval kamûran gotiye û wê herimandiye.

    stranên rojda ên pir xweş hene. çend mînak: yar hay nînay, wey dil, esmera min, gulê



    2014.02.18-21:51 | mergehez

    5. Li Wanê klibek nuh çêkiriye min îro li ser twîtterê dît. Min bi kameraya telefona xwe qeyd bikira wê serkeftîtir biba. Tam bûye klîbên dengê tv yê wisa nexweşik wisa ji rêzê û bê wate. Hindik maye em têkevin sala 2020 an em ji van klîbên beredayî xelas nebûn.

    Wekî din jî (bnr: rojda şenses) li ser wê du mijar hene ji kerema xwe bikin yek.



    2019.11.25-01:12 ~01:12]| biaqila malê

    6. Heyrana dengê wê me. Çiqas tê bîra min ez heyranê wê me.



    2019.11.25-01:14 | hesinkar

    7. Yasar Kemal ji bo rojda dibeje "Di nav Tirk û Kurda de heta niha min dengekî halo xwes nebihîstibû"(Ji belgefîlma "Renklerle Yasar Kemal Portresi").











    2019.11.25-01:23 | kurêtirîdeus

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    cixare [1]
    Xalê minî mezin gava ji Sûrî cixarên qaçax derbasî qapî dikir ji bo ce...
    ta [3]
    wateyên peyvê pirr in. yek jê nexweşbûn, yek jê ji bo benê ziravê derz...
    dîvan sînî [1]
    Sîniya herî mezin, fireh û giran. Berî hatina masê li gûndan li erdê ...
    pirzik [1]
    Pizrikên li der dorê çavan de derdikevin bûk an jî (vbnr: bûki...
    pez [2]
    Ne ajaleke lê belê têkiliya wê bi ajalan re heye. Peyva pez, ji bo aj...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » rojda

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî