1. şewat yek ji brînên herî xedar e. di jiyana rojane de, gelek qezayên biçûk an jî mezin, dikarin bibin sedema şewatê. li gorî cih, firehî, kûrahî û sedema şewatê cîdîyeta şewatê diguhere. |
|
11.08.2016 23:57 |
simurg56
![]() |
2. dema ez biçûk -sê çar salî- lîstikeka me hebû, ez û pismamê xwe me qetek naylon bi serê darikekî ve dikir, me agir berdida naylon û me pê kevir dinexşandin. nizanim çawa çêbû carekî kerê pismamê min naylon li ser pişta destê min heland, ez gelek biçûk bûm lê hê jî êşa wê şewatê ji dilê min derneçûye, cihê birînê jî wekê bîranîn û bîrdariyekî hê kifş e û mû lê şîn nabe. |
|
12.08.2016 15:27 ~15:28 |
endazer
![]() |
3. dîsa simurg56 keda xwe daye nîşandan û xwêdana xwe rijandîye li ser tirşikê. |
|
12.08.2016 19:24 |
mijdar
![]() |
4. şewata ku ez jê mame ji kerema xwere kesên ku çavên wan hebin bira bibêjin maşellah, şewatên ku min dît; yên bi qûna xwe ketine beroşan, yên bi destê xwe, yên çaydanka bi piyê xwede rêtine.. şewata neyê serê kafira.. şewata ez pir di tirsim ku ezê rojek yekî bi şewitînim, ez dema çaydank be an beroş be ez bibim/bînim ez saxlem pê digirim meriv nizane çi dibe çi nabe ez di fikirim ku çemlê wî jê bibe/ hevdû berde an yek ji nişkave derê pêşiya min xwe bi pêjîne.. ez heta saxbim ewê ji minre ezab be.. dûrî mala kafira.. |
|
12.08.2016 21:53 |
shorbevan
![]() |
5. birîna hevpar ya tirşikvanan e. |
|
12.08.2016 22:19 |
simurg56
![]() |
6. Cara ewil çepikên xurt bo peyama ewil... |
|
12.08.2016 22:22 |
ferhenga şikestî
![]() |
![]() |
forqê [2] |
![]() |
her kurd bûn û her kurd ebîn [2] |
![]() |
bikaranîna kî û kê [9] |
![]() |
modern talking [1] |
![]() |
delav [1] |