Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
jiyana sedanter - tirşik
jiyana sedanter
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di jiyana xwe de qet sporê nekirin an jî gelek hindik û bêduzen kirin e.

bi îngîlîzî ji bo kesên wisa couch potato tê gotin ku ev biwêj ji rêze-karîkatûrek derketiye. koka peyva sedanter jî ji sedentîzmê ye ku sedentîzm ji bo wan kesan tê gotin ku piraniya emrê xwe li heman cih û waran derbas dikin.



ji bo mirovek ku jixwe karê wî mîna sporê ye, belkî aktîvîteya fîzîkî û spor ne zarûrî be, lê ji bo mirovên ku karê wan li ser maseyan e û dema ne li kar bin jî li ber ekranên televîzyonê ne an jî li ber komputerê ne, spor êdî pêdiviyeke laşî ye.



dema mirov zêde zêde rûne, heye ku di demarên kûr yên ranan de xwîn hişk bibe. (tromboza venên kûr). ger rojekê ew xwîna hişkbûyî yekcar ji cihê xwe veqete û here weke mînak demarê pişan bixetimîne, dikare bibe sema mirina yekcarî.(pulmoner embolî)

weke din, sedanterî kanser jî tê de dibe sedema gelek nexweşiyan û qelwewbûnê, jixwe qelewbûn jî bi tena serê xwe wek nexweşî tê dîtin. (nexweşiyên dil, gelek kanser, pîlonîdal sînus, acizî, bêhêvîtî, tansiyon, helîna hestiyan, fitqa pişt û hwd.)



di civakên pêşveçûyî de ev problem zêdetir heye. weke mînak (bnr: hikikomori)



dema em xwedekarê zanîngehê bû, herkes ji bo azmûna tusê dixebitiya. keçikek jî ji ber ku 11 saetan li ser hev xebitîbû, pulmoner embolî derbas kir û jiyana xwe wenda kiribû (Here lînkê). dema mirov ji 5 saetan zêdetir rûne, rîsk zêdetir dibe.



çareseriya wê ew e ku mirov ji xwe re hobiyek ku tê de aktîvîteya fîzîkî heye, bibîne an jî ji xwe re programa sporê çêke. weke din, bi lingî çûna karê xwe an jî bikaranîna bisîkletê jî dibe.



hinek lêkolîn dibêjin heye ku têkiliya wê bi alzheimerê re jî hebe; Here lînkê

dîsa lêkolîn dibêjin bandorê li ser morala mirov jî dike: Here lînkê



08.08.2016 23:08 ~23:09 | simurg56

2. sedanter ji sedentary tê, ew jî tê wateya rûniştî, cihgirtî, qalibgirtî.



yek ji nexweşiyên mirovên modern e, bi kurdî jê re dibêjin bixwerenedîtinîzm *



09.08.2016 01:23 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jiyana modern

Kategoriyên mijarê:: jiyan zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî