Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hemanjîyom - tirşik
hemanjîyom
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Giloka demarên xwînê ye. di bedena mirovan de hema bêje li her derî dikarin hebin.

piranî yên dîtin hemanjîyomên înfantîl in:

piranî cem zarokên berşîr, tê dîtin û piştî salan derbas dibin. erê giloka demaran in lê her wiha tumor in yanî. ji endotela(rûyê hundirên yên demaran) demaran der tên. di zarokatiyê de tumora herî berbilav in. piraniya wantu zerarê nadin nexweş lê beşek ji wan dibin ulser û heta mirinê dikarin probleman derxin. li ser rûyê wan an jî çermê wan yên derên din, bi rengê sor û xemrî xuya dibin. bi qasê di %5ê zarokan de tê dîtin. piranî di zarokan keçik de, yên zû hatîn dinyayê de û yên ku bi kîloyek kêm hatine dinyayê de çêdibe. ev hemanjîyoma zarokan piranî heta yek saliya wan mezin dibin û paşê hêdî hêdî heta 5 saliya wan jî wenda dibin.

piraniya wan bêyî ku li pey xwe leke û şopek bihêlin, dicebirin lê piştî hinekan dewsa wan dimîne.

sedema çêbûna wan hê ne diyar e. hinek texmîn, hîpotez û lêkolîn hene lê hê ne ewle ne.

tenê bi dîtin û muayeneyê jixwe teşhîsa wan tê kirin, ger mezin bin bi mr û ultrasonê dikarin werin dîmen girtin.

hemû nayên tedawîkirin, ji bo tedawiya wan çend armanc hene;

- bi mezinbûna xwe nebin sedem ku organek nekare karê xwe bike.

- bi mezinbûn û cihê xwe, nebe sedem ku şikl û şemalê (çermê) mirov xerab bibe

- nebe sedem ku psîkolojiya mirov xerab bibe

- pêşîlêgirtina ulserbûn, xwînî bûn, enfeksîyon û êşa wê.



li gorî rewşa nexweş û nexweşiyê tedawiya guncan tê hilbijartin ku ev tedawî ji pêredana merheman (yên ku beta bloker, steroîd, imiquimod û hwd. dihewînin), an jî versiyona van madeyan ya sîstemîk (propranolol, nadolol, atenolol, steroîd) pêk tê.

weke din ger sendroma kasabach-merritt bi nexweş re çêbû be, wê demê vîncrîstîn dikare were bikaranîn. dîsa interferon alfa jî di hinek rewşan de tê bikaranîn. ji aliyê din ve carina jî mudaxaleya cerrahî an jî embolîzasyona radyolojîk pêwist dibe.



ger hemanjîyom bûbe sedema ulserê, wê demê birîneke nexweş çêdibe ku lênêrîna wê zehmet û girîng e. dema hemanjîyom li der û dora çav be, ev jî rewşek taybet û girîng e. ji ber ku dema mezin bibe dikare pêşî li dîtinê bigire. di vê rewşê de û di reşa ku hemanjîyom di riyên standina nefesê de ye, divê tedawî agresîftir be.



weke din hemanjîyomên kezeba reş jî berbilav in;

ev hemanjîyom di kezeba reş de tên dîtin û mezinahiya wan ji mm'yan heta 20-30 cm'an jî dikare biguhere. ev jî tumor in lê ne agresîf/malîgn in. yanî ne kanser in. weke kavernoz hemanjîyom jî tên zanîn.

gelek caran bi tesadufî tên dîtin. lê carina jî bi hinek aciziyan, xwe didin nîşandan.ev semptom/îşaret piranî yek ji van in;

- hemanjîyom dikare bi mezinbûna xwe kapsûla kezeba reş biwerimîne û bibe sedema êşê.

- hemanjîyom dikare bi mezinbûna xwe pêl li organên din bike û bibe sedema têrxwarina zû, verişîn, zerik û hwd.

- hemanjîyom dikare bibe sedema bêxwîniyê (sendroma Kasabach-Merritt)

- hemanjîyom dikare yekcar biteqe û di nava deqe an jî saetan de nexweş ji bêxwîniyê bimire.

- hemanjîyom dikare her û her ber bi hundirê kezebe reş ve mezin bibe û di dawiyê de bibe sedema kêmasiya kezeba reş.



dema semptom an jî talûke pir be, tedawiya vê nexweşiyê tê fikirîn. ger rîsk û acizî kêm be, tedawî ne hewce ye. ji bo tedawiyê, embolîzasyon (xetimandina damaran) û amelîyat alternatîf in.



06.08.2016 13:47 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hemanjîyom

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî