Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
pane e tulipani - tirşik

jineke li îtalyayê jinek navsale ligel mêrê xwe û herdu kurrên xwe bi otobûseka gerrê li bajarekê îtalyayê ji xwe re digerin, li ser rê, li tesîseka xwarin û vexwarinê, dema jin li destşokê, mêr û zar...
(1 şîrove)
pane e tulipani
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ango nan û helale, bi îngîlîzî; Bread and Tulips, bi tirkî; ekmek ve laleler

fîlmeka sînemayê ye, sala 2000î li îtalyayê bi derhêneriya derhênerê îtalî silvio soldini hatiye çêkirin. fîlmeka romantîk-komedî ye, di fîlmê de Bruno Ganz (Fernando Girasole) û Licia Maglietta (Rosalba Barletta) rola sereke dileyîzin. mijara fîlmê; li îtalyayê jinek navsale ligel mêrê xwe û herdu kurrên xwe bi otobûseka gerrê li bajarekê îtalyayê ji xwe re digerin, li ser rê, li tesîseka xwarin û vexwarinê, dema jin li destşokê, mêr û zarokên jinkê, jinkê ji bîr dikin û otobûs bêyî wê birê dikeve, di rê de ferq dikin, mêrê wê li jinkê digere û şûna lêborînê bixwaze, bi ser jinkê de diqîre dibêje tu çima xwe mijûl dikî û ji otobûsê dimînî. jin li ber dikeve û biryar dide vê ger û geşta malbatî di nîvî de bihêle û bi serê xwe vegere malê, li ser rêya malê, bi kes Û bajar û dilînên nû dihese, pace û pencereyên nû li ser jiyana xwe vedike.

hej fîlmên romantîk-komedî nakim, lê gelek kêfa min ji vê fîlmê re hat, ji bo yekî wekê min dilpîr û dilmirî her çiqasî fîlm û senaryoyeke zêde zêde surrealîst be jî -bi taybet jî dawî û aqubeta fîlmê-, ew curet û cesareta fernando û rosalbayê mirov dilterr û kêfxweş dike.

licia maglietta, di hemû sehneyên fîlmê de gelekî spehî bû, belkî dil ketibimê *

û biçekî tehma midnight in paris ya woody allen min ji vê fîlmê stand.

imdb, 7.4 puan daye fîlmê, belkî li gor krîterên sînemayê heq neke, ji geometriya gulê fêhm nakim, lê ez ê 8 puan bidimê. yên dixwazin bi jêrnivîsa tirkî û bi kalîteyeka baş ya dîmenan dikarin ji vê lînkê Here lînkê berê xwe bidinê.



31.07.2016 11:56 ~12:10 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» panela zargotina kurdî

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî