Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
êşa xistina kevirên qurçikan - tirşik
êşa xistina kevirên qurçikan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dibe ku navê ku min lê danî ji hêla rastnivîsê ve şaş be, ji bela vê êşê nikarim aniha xema rastnivîsê bixwim.

Hevalên şareza dikarin sererast bikin.

Wexta di gurçikên merivî de ji ber hin sedeman (xwê, kêm vexwarina avê, genetîk, zêdebúna vîtamîna D'yê û kalsîyum hwd..) kevir çêdibe demekî şûnde ji ber basincê hêdî hêdî ji gurçikan bi rêya îdrarê ber bi jêr de derdikeve, bi qasî mezinbûna xwe jî êşê dide, heta têt mesanê gelek xisarê dida hucreyan, ji mesaneyê jî derbasî penîsê dibe û ji wir têt avêtin.

Welhasil êşeke bêhempa ye, êşa eşqa platonîk felan fîlan tiroviro ye, ev êş tistekî din e wexta têt serê mirovî, mirov qîmeta canê xwe fêm dike.

Ev bû sê roj in ji êşan ber bi dîwaran ve dikevim axirî kevira min gihîştiye uretrayê û bo rojên xweş hêvidar im..

Hay ji xwe hebin û di rojê de kemtirîn sê litrê avê vexwîn, eger hûn du sê dilop lîmonê biesirînin nava ava xwe dê çêtir be.

De emanet qencî



26.07.2016 12:21 ~12:22 | ferhenga şikestî

2. êşa êxistina kevirên/kuçên gurçika.



dibe ku ez jî xelet bim.



26.07.2016 12:53 | mijdar

3. êşek gelekî mezin e û bi taybet e. jixwe gellek caran dema wan dibînim bêyî muayeneyê dixwazim êşa wan bibirrim lê dîsa jî muayene ferz e :S

welhasil piştî êş birrînê

ez bi buscopan+arveles ê dibirrim
du pêşniyaran didim ber nexweş û l gorî wê derman dinivîsim.



1-tu dixwazî piçek êş bikişînî lê wê kevir zûtir bikeve *

2-an tu dixwazî êş yekcarî qut bibe lê wê kevir di cîhê xwe de bimîne *



lê ji ber ev rê "gotina pispor" e û qedrê wê dê delîlbûnê 3-c ye zêde maneya wê jî tune ye.

a bi mane pêşniyara çûna cem urolojiyê ye *



26.07.2016 22:12 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» êşa mirîşka
» kevirên bendewariyê

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî