Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
23.07.2016 hetîketiya sêvsêvokan - tirşik
23.07.2016 hetîketiya sêvsêvokan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. belê yê zane ji xwe zane ji yê nizane we ye mesele baqê nîska ye, ev mijarên hetîketî ango rizaletiyê jî êdî yek ji kevneşopiyên ferhengên înteraktîv in, wek hûn zanin, ji dil û wijdana civakê mezitntir dadgeh nîn in û tirşik jî wekê ferhengên din neynika vê civakê ye, ji ber wê ez jî dê gilî û gazindên xwe li vêdê bikim.

gava dî min ji marketê kêloyek sêvsêvok (sêvtirşk, sêvên tirş ên biçûk) kirrî, û hatim malê, çawa ji derî re ketim hindur, min ji poşêt sêvek derxist û gezek lêda, lê çi bibînim sêv ne tirş bû, heta hingî şirîn bû tedigo qey ''elma şekerî'' ye, min go belkî ya ewil ''îmalat hatasi'' be an belkî rêya xwe şaş kiribe û bi xeletî ketibe nav sêvsêvokan, min yek din derêxist û gezek li wê jî da, lê ew jî şirîn derket, yeka din, yeka din, min hew dît nîvê torbê sêvsêvokan vala bûye û kurmê min ê sêvsêvokan neşikestiye û bi ser de jî tehmeke nexweş a şirîn li ser devê min.

ji hevalên hiquqnas hêvî dikim, bi hawara min ve werin, bê ka çawa dikarim vê hetîketî û mexduriyetê ji ser xwe rakim. *



23.07.2016 22:29 ~22:30 | endazer

2. hetiketîyek mezine.



belê endazer, Xwedê ji bilî vê tu xem dî nede te.



23.07.2016 22:49 | mijdar

3. Divê bo çareserîya vê rezaleta mezin em li hev bicivin û hesabê vê yekê bipirsin. 26 sal emrê min heye lê heta aniha min rezaleteke wisa ne dîtiye ne jî bihîstiye, xwudê neyêne li serê neyarê min! Xwudê star bike. Amin



23.07.2016 23:19 | ferhenga şikestî

4. yekemîn hetîketî ya tirşikê ye. lê çîrokek gelek kurt e, diviya bû nivîskar biçûya bo ku heqê xwe bipirse, tije traktorek lêdan bixwara û paşê bihata li vir dersên wêjeya maxdûriyetê bida. wê demê wê bibûya hetîketîyek rastîn *



24.07.2016 11:26 | simurg56

5. rezaletiyên bi vî rengî teqez efû nakim û eyv nakim cardin dibim dibêjim biguherîne ger nebiguherîne jêre dihêlim bêtir pozê wan di şewite..û êdî cardin wêde naçim.. dema nan simît û tiştên wiha distînim yên şewitandî didin min bi vî awhayî pir tê serê min Lê bi qisûr be ez naxwim û bikarnaynim bira dixwazî banot kî be jî tu pereyê xwe didî belaş naynî û kes perên xwe li erdê nabîne/banka bavê kesî jî tune bibin li ser çavên wan bixin...



25.07.2016 01:38 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» 23.07.2016 êrîşa daîşê ya li kabîlê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî