Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
xwarinxaneya buket - tirşik
xwarinxaneya buket
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li amedê rêzexwarinxaneyek e, li amedê du şaxên vê xwarinxaneyê hene, ez ne xeletbim li bajareke din jî şaxeka vê xwarinxaneyê heye, şaxa wan ya ewil û navendî li ofîsê ye, ya didoyê jî li dîclekentê ye, berê şaxeka wan bi navê buket a la carte li semta çamlıca, li nêzikî şaredariya bajarê mezin a amedê, li tenişta dedeman otelê (niha ev otêl jî hat girtin) hebû, lê dema pevçûnên kobaniyê agir girt vê xwarinxaneyê -hin jê dibêjin bi qest hinekan keysa xwe jê anî û agir berdayê- , dîsa li ofîsê li ser cadeya gevranê xwarinxaneyeke bi navê tatlısöz lahmacun hebÛ, digotin ew der jî ya xwediyê xwarinxwaneya buketê ye, anyway, xwediyê vê xwarinxaneyê zêde bitr û têrxwarî ne, selete û mezeyên wan nayên xwarin, bi navê seleteyê parçeyek firingiyên kerrik û xiyar dêxin nav hev de û datînin ber miştêriyan, tenê kebab û lehmecûn û pîde heye, xwarinên avî lê peyda nabin, xwarinên wan bêtehm in, kengî ez çûme vir poşman û birçî ji ser mase rabûme.

buket a la carte, ciheke gelek xweş bû, hem gelek cureyên xwarinên hebûn, hem jî selete û mezeyên wan xweş û teze bûn, buhayê wê jî li gorî kalîteya xwarinan û performansa şixulkeran, normal bû. lê mixabin şewitî û hê jî kavil dimîne.



21.07.2016 21:26 | endazer

2. Rêzexwaringeha ku niha li sê bajaran heye: amed, stenbol û ku ne şaş bim êlih.

Lehmacûnên wan xweş in lê ne bi qasî yên tabierê.





Edit: wextekî li ceylan karavil parkê jî vebibû lê niha heye tune ye nizanim.



21.07.2016 23:39 ~23:42 | mergehez

3. Xwarînên wan xweş in, piçeke zêde rûn dixin nava xwarinan loma meriv hê têr nebûye ber dilê meriv tê girtin.



22.07.2016 00:11 | ferhenga şikestî

4. Not: demekî hevalekî min li buketê kar dikir, beriya wê jî li xwarinxaneya fîdanê dixebitî.

Fîdan berê gelek navdar bû, buket jî fîdan jî navên qîza wan in. Hevalê min digot xwediyên her du xwarinxaneyan jî hevalê hev bûn ji hev re digotin em her du jî gelek zengîn in lê kurê me nîn e, em ê ewqas pere ji zavayên xwe re bihêlin bi şeref *



22.07.2016 00:21 | ferhenga şikestî

5. Li mêrdînê jî şubeyek a buketê heye û ez îtiraf kim lehmecûnên wa pir û pir xweş in *



22.07.2016 04:35 | kevçiyê dil

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwarinxaneya tabier

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî