Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 43 peyam
smplayer - tirşik
smplayer
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. SMplayer lêdereke fîlm û mûzîkan e. Bi SMplayerê hûn dikarin bi hêsanî li fîlmên bi binnivîs temaşe bikin. Weke hûn dizanin min beriya demekê vê bernameyê wergerandibû kurdî. Jixwe niha li malpera wê ya fermî jî weke fermî bi kurdî tê weşandin. Hûn dikarin ji malpera wê belaş daxin û saz bikin. Malpera wê li vir e: http://smplayer.sourceforge.net/

SMplayer him li ser windowsê him jî li ser Linuxê dixebite. Bi ya min li ser linuxê lêdera herî xweş a fîlman e. Ev ji salekê dirêjtir e ku SMplayerê bi kar tînim. Û di vê pêvajoyê de rastî gelek çawaniyên bernameyê hatim.



Dixwazim li vir qala hinek ji van taybetiyan bikim, belkî ji bo we kêr were:



1-)Ji bo ku binnivîsên kurdî rast derkeve:

Here Vebijêrk)vebijêrk)Binnivîs û "Kodkirina bixweber a binnivîsan" bike UTF-8



2-)Ji bo ku binnivîs neyê li ser fîlmê û li kêlekên reş were nîşandan:

Pêl Vîdyo)Fîltre)Kêlekên reş lê zêde bike, bike



3-)Ji bo mîhengkirina ka dema hûn pêl bişkojkên "rast, çep, jor, jêr" dikin wê çiqas dem hilbavêje:

Vebijêrk)vebijêrk)navrû)seeking û ji vir mîheng bikin



4-)Ji bo ku hûn bi tekera mişkê dengê fîlmê zêde/kêm bikin:

Vebijêrk)vebijêrk)klavye û mişk)mişk ji vir "Fonksiyona Tekerê" bikin "Kontrola Dengê"



5-)Bi tikandinekê hûn ji fîlmê wêneyekê bikişîne;

Ji bo guhertina bişkojka wênekişandinê:

Here Vebijêrk)vebijêrk)klavye û mişk Ji vir WêneKişandinê bibîne û bişkojka wê li gor kêfa xwe bigiherîne.

Ger bixwazî wêneyên kişandî li ser sermaseya te were tomarkirin: Here Vebijêrk)vebijêrk)giştî ji vir ji cihê ku "Folder" dinivîse cihê ku hûn dixwazin hilbijêrin.

Ger bixwazî li ser van wêneyên ku dikişînî binnivîs jî hebin an jî tune bin;

Here Vebijêrk)vebijêrk)binnivîs ji vir "Bila binnivîs li ser wêneyên kişandî hebin" hilbijêre.



6-)Ger bixwazî SMplayer bixweber binnivîsa di peldanka fîlmê de bi kar bîne;

Here Vebijêrk)vebijêrk)binnivîs li jor ji "Binnivîsan bixweber bar bike" "Hemû binnivîsên di peldankê de" hilbijêre.



7-)Ger bixwazî piştî ku te SMplayerê girt û paşê dîsa vekir, SMplayer dikere cihê ku tu lê mabû bi bîr bîne, ji bo vê yekê:

Here Vebijêrk)vebijêrk)giştî)vebijêrkên media û ji vir "Mîhengan bi bîr bîne ji bo hemû pelan" hilbijêre.



8- )Ji bo binnivîsên li ser fîlmê "net"tir were nîşandan;

Here Vebijêrk)vebijêrk)giştî)vîdyo ji vir "Output Driver", "gl" hilbijêre. Ger pirsgirêk derkeve bike weke berê.



9-)Ger bixwazî dema ku te bi SMplayerê vîdyoyek vekir û paşê vîdyoyeke din vekir, mezinahiya paceyê neguhere;

Here Vebijêrk)vebijêrk)navrû û ji vir "Mezinahiya Bixweber" weke "Tu Caran" hilbijêre.



10-)Ger bixwazî SMplayer pelên ku dawîn hatine lêdan bi bîr bîne/neyne, an jî çend heban bi bîr bîne:

Here Vebijêrk)vebijêrk)navrû "Max Hêman" li gor kêfa xwe biguherîne. Ger bikî "0" wê bi bîr neyne.



11-)Ger bixwazî dema ku te vîdyoyeke nû vekir di SMplayereke nû de vebe an jî venebe:(Bi vî awayî dikarî di heman demê de gelek SMplayeran vekî)

Here Vebijêrk)vebijêrk)navrû)instances û ji vir li gor kêfa xwe "Tenê yek paceya SMplayer bi kar bîne" hilbijêre an jî hilnebijêre. (Ez dixwazim ku tenê yek SMplayer hebe, lê hûn bi kêfa xwe ne)



12-)Ger binnivîsa fîlmê tehisîbe yanî li gor fîlmê zû an jî dereng derkeve, dikarî bi du bişkojkan binnivîsê bi pêş an jî bi paş bixî. Ev bişkojik ger we neguhertibe "G" û "Y" ye. ji bo guhertina van bişkojkan:

Here Vebijêrk)vebijêrk)klavye û mişk



13-)Hûn dikarin asta dengê herî zêde, zêdetir bikin:

Here Vebijêrk)vebijêrk)giştî)deng li vir nirxa "Max. Amplification"ê bilintir bikin.



14-)Hûn dikarin pozîsyon, reng û mezinahiya binnivîsan biguherînin:

Here Vebijêrk)vebijêrk)binnivîs)Font and Colors, ji vir li gor keyfa xwe biguherîne.



15-)Hinek caran dema ku mirov bi dengê SMplayerê dilîze, dengê pergalê jî tê guhertin. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê:

Mplayerê veke (ne SMplayer!!), here preferences)audio li vir ji "available drivers" "Alsa"yê hilbijêrin.



16-)Pêşdîtina vîdyoyê: bi vê taybetiyê SMPlayer ji fîlma we bi qasê hûn dixwazin heb wêne dikişîne û van wêneyan dike tabloyek û agahiyên din ên fîlmê jî lê zêde dike û weke wêneyek tomar dike. Ji bo danasîna fîlman taybetiyeke gelekî baş e. Ji bo vê taybetiyê here: Vîdyo)preview û li vir binivîse ka tu dixwazî çend wêne li kêleka hev û di bin hev de werin bicîkirin.



17-)Guhertina mezinahiya binnivîsan: Jixwe hûn dikarin ji menûyê (vebijêrk)binnivîs)font and colors) mezinahî û rengê binnivîsê biguherînin lê riyeke hêsantir jî heye. Bêtî ku hûn têkevin vebijêrkan fîlan hûn dikarin rasterast bi pêlêkirina "Shift+T" binnivîsan mezin bikin û bi "Shift+R" jî binnivîsan biçûk bikin.



18-)Bi "Ctrl+E" hûn dikarin ekolayzirê vekin û dengê li gor daxwaza xwe biguherînin.



19-)Zivirandina fîlmê: hûn dikarin fîlmê 90 an jî 180 derece bizivirînin: Vîdyo)wêneyê bizivirîne



20-)Ger li ser klavyeya we bişkoşkên dengê tune be hûn dikarin bi bişkojka "0" dengê zêde bikin û bi "9" jî dengê kêm bikin.



21-)Bi SMPlayerê hûn dikarin li DVDyan jî temaşe bikin. Ji bo dîtina menûya DVDyê di SMPlayerê de pêl Shift+Return (yanî shift+enter) bikin.



22-)Hûn dikarin binnivîsan bi bişkojka "X" dereng bihêlin û bi "Z" jî bînin pêş.



21.07.2013 20:35 | simurg56

2. bernameya temaşekirina vîdeo û fîlman ku hê jî bi kurdî dikare were bikaranîn.

ji bo wîndowsê:
dema we bernameyê saz kir, ziman dipirse lê di lîsteya zimanan de kurdî xuya nake. xem nake, sazkirinê bi tirkî an hî îngîlîzî bidomînin. piştî ku we bernameyê saz kir, bikevin eyaran û zimanê bernameyê bikin kurdî.
Seçenekler>Özellikler>Arayüz(li alê çepê ye>Dil>Kurçe)
Options>Preferences>Interface>Language>Kurdish(kurdî)

Ji bo linuxê:
Eger linuxa we bi kurdî be, jixwe smplayer otomatîk dibe kurdî. Eger ne bi kurdî bi heman rêbaza li jor, hûn dikarin bikin kurdî.

Here lînkê



05.04.2020 11:54 ~11:55 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» smplayer

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî