Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
goristana bêkesan - tirşik
goristana bêkesan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ew goristanin ku piştî mirina mirovekî/ê ku eger bedenê wî/ê kesê mirî bêxwedî be hingê veşêrine goristana bêkesan ne navek heye ne nasnavek ne cihek heye ne jî tiştek axkî mirov her çi awayî be nizane ką yê nav gorê kî ye , ji kîye , jin e mêr e, xort e an jî kal e?



Piştî ku şerê hendekan destpêkir belkî min deh nuçe xwendîye derbareyî vê mijarê de hindî ku ez zanim sedan zêdetir keç û xortên kurdîstan ê di van şeran de veşartine goristana bêkesan. Çi êşeke xedar e ya rebbî. Yaw erê heta nihe wextê şer çêdibu raste gerîlla jî şehîd ketin lê 3 5 10 15 kes şehîd diketin wekî din hejmar her çend bûya teqez termên wan dihatin veşartin, vecîbeyên dînî dihatin kirin heya 3 rojan ji alîyê malbatan ve serxweşî dihatin qebùlkirin ez bixwe tenê mêrsînê ê heta nihe tevlî 7 merasîma cenazeyan bùm wekî din çi gava ji destê min dihat min yasîn î şerîf a xwe hildida ez diçûm Ser gora şehîdan min hem xwe tesellî dikir hem dûa dikir hem jî hêrs û kîn a xwe li hemberî tirkîya yê zêdetir dikir.



lê dê were xwe dîn neke piştî ku şerê hendekan destpêkir êdî tu rê nema ku ez xwe tesellî bikim, êşa xwe sivîk bikim lewra ji ber ku hem kurd dimirin hem jî termên wan bo goristana bêkesan tê veşartin. Ez bawerim piştî ku 20 sal derbas bibe emê hingê bizanibin ka ev mijar çendî dilêş ù bi jan e...



Nûçeya dawî jî êşa min zêdetir kir vê carê 56 kurdên ku şerê hendekan de hate kuştin li sîlopîyê hatîye veşartin.



Agahîyên dîtir;

BasNûçe - Cenazeyên 56 kesên ku di pevçûnên Şirnex, Silopî, Hezex û Cizîrê hatine kuştin, li goristana bêkesan ya Silopiyê hatin veşartin. Otopsiya cenazeyên 61 kesên ku di dema pevçûnan de canê xwe ji dest dane, li Saziya Tiba Dadwerî ya Silopiyê de bi dawî bû. Di encamê de nasnameya 5 kesan diyar bû û malbatan cenazeyên xwe girtin, lê nasnameya 56’an kesan diyar nebû. Karmendên Şaredariya Silopiyê, di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de li Goristanên Başak û Ofîsê cenazeyên 56 kesan veşartin, ku tê îdîakirin endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bûn. Ji cenazeyan nîmûneyên DNA'yê hatin girtin û kevirên gorê bi hejmaran hatin diyarkirin. Li Şirnex û Cizîr, Silopî û Hezexê, qedexeya derketina derve bi sedan rojan berdewam kir di serî de Şirnex û Cizîr gelek navçe hatin wêrankirin. Çavkaniyên Serbixwe îdîa dikin ku di pevçûnan de ji hezarê zêdetir sivîl hatine kuştin.



14.07.2016 00:16 ~00:20 | azad30

2. hemû goristan, roj were ewê tevekê gor û goristan bêkes bibin, niha pirahiya wan bêkesin jî, mîsal gor û goristana hz. adem kaye,...? piştî ku mirin û çûn ewê çibikin bigora wan.. tabî jibû misilmanan mezel muhîme.. jiber wî jî tirkên misilman cenazeyan didin ber kuçikan, dişewitînin... Herwiha jiminre dema saxin însanbûn muhîme me dilekî rihet da hev da hev ger me neda hev gor ji minre ne muhîme ez di gora xwe û wan tev nim *



14.07.2016 21:57 | shorbevan

3. helbesta serbazî wun ya abdulla peşên aniye bîra min. xwudê cihê her qurbaniyekî bike cinet û bela xwe bide zaliman ku ev qas kuştin û talan li kurdistanê rast kirin.



Ke wefdê deçête şuwênê

Bo ser gorî serbazî wun

Tace gulîneyek dênê



Eger sibey

Wefdêk bête wulatî min

Lêm bipirsê:

Kuanê gorî serbazî wun?



Delêm:

Gewrem!

Le kenarî her cogeyê

Le ser sekoy her mizgewtê

Le ber dergay

Her malê

Her kilêseyê

Her eşkewtê

Le ser gaberdî her şaxê

Le ser dirextî her baxê

Lem wulate

Le ser her biste zemînê

Le jêr her geze asmanê



Metirse!

Kemêk ser daxe u

Tace gulîneket danê



15.07.2016 01:03 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» goristana malperên kurdî

Kategoriyên mijarê:: nuce jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî