1. eyntab, meletî, sêwas, erzingan, erzirom, elbistan, kilîs.. û gelek navçeyên din ku demekî her yek jê kelehên kurdbûn û kurdayetiyê bûn îro ji ber plana guherandina demografiya bakurê kurdistanê eslê xwe ji bîr kirine, ne bes e, bûne dijminê kurd û kurdayetiyê. şark ıslahat planı ya ismet inönü xweş rave dike ka çawa bi demografiya van navçeyan hatiye leyîstin. komara tirk ji roja ku ava bûye û heta niha her bûyerek ji xwe re kiriye hêncet ji bo kurdan ji kurdistanê derxîne û kurdên mayî jî bêesl bike. piştî her serhildaneka kurdan, dewleta tirk çi yên piştgirî dane serhildanê û çi jî yên piştgirî nedanê sirgunî bajarên tirk kirine û malên wan û erdê wan jî li ser tirkên ji derve hatîn belav kirine. mixabin welê dxweye ku ev şerê xendekên xweseriyê jî parçeyek ji vê planê ye. |
|
13.07.2016 20:54 ~20:56 |
endazer
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |