Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurdiya artificial intelligence - tirşik
kurdiya artificial intelligence
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji bo min pêdiviyek e, carina lazim dibe. artificial intelligence têgehek bi îngîlîzî ye. ji bo aqil/hişmendîya çêkirî tê gotin.

te dît mirov robotan çêdikin, wan hînî fikirkirinê dikin û paşê ew ji mirovan aqiltir dibin û di dawiyê da di şerekê de mirovan têk dibin... dîstopyaya klasîk.

komputerên niha, dikarin li gorî algorîtma û hesaban, biryarên aqilane bidin. ev ne aqil e, tenê hesabkirina îhtîmalan e. lê tişta ku em behsê dikin, azadbûna hiş û karîna afirandina îhtîmalên nû ye. erê erê, bi ya min aqil, karîna afirandina îhtîmalên nû ne.

ji bo karînek wisa, ji aqil, hesab û algorîtmayan wir de, hişek lazim e. hişmendiya hay ji hebûna xwe heyî...



welhasil, em ê çi navî li vê têgehê bikin?

bi ya min ya herî guncan hişa çêkirî ye. weke din hişmendiya çêkirî, aqila çêkirî jî îhtîmal in.

ger ev karîn cem we hebe, yanî ger hûn ne robot bin, hadê hûn jî îhtîmalên nû biafirînin *



11.07.2016 23:09 | simurg56

2. di wîkîferhengê de wekê; jîrahiya destkirî, jîrahiya çêkirok wergerandine.

bi erebî; الذكاء الاصطناعي (el-zeka ul-îstîna'î) bi farisî; هوش مصنوعی (huşî mesnu'î) mesnu' jî îstîna' jî ji koka s-n-e ya erebî têne û tê wateya çêkirinê..

bi kurt û kurmancî aqilê çêkirî an hişê çêkirî, peyva hiş kurdîtir e, lê bilêvkirina aqil siviktir û xweştir e, aqil jî hiş jî peyvên nêr in, ji ber wê bi qertafa -ê ditewin.



di kurmancî de biwêjek heye dibêjin ''dînê bi hemdê xwe'' em diarin bêjin ''aqilê bi hemdê xwe'' jî *



11.07.2016 23:30 | endazer

3. aqilê/hişê ji kîsî/kîsê Xelkê *



11.07.2016 23:31 | shorbevan

4. peyv û têgehên nû divê bi kurdî bin, ji ber vê jî ya baş hişê çêkirî ye.



20.12.2020 16:07 | hueyn

5. Îro şopinerên îxb li ser twitterê behsa wê dikirin.
Here lînkê.

Kesek tinnû here ji wan re bêje warin tirşikê bixwinin. Bila hişê wan berfireh be.



06.07.2021 12:22 | cinorek

6. ev temam e, lê pirsgera nû heye:
(bnr: kurdîya machine learning)



06.07.2021 21:44 ~21:44 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdiya colemêrgiyan
» artificial intelligence

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî