Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
dîroka efsûnê ya li amerîkaya bakur - tirşik
dîroka efsûnê ya li amerîkaya bakur
(10) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. navê rêzenivîsê ku j.k. rowling di malpera pottermore.comê de weşandiye ye. rêzenivîs ji çar heb nivîsê pêk tê.

min bi teşwîqa biruya hayao miyazaki ve dest bi wergera vê rêzenivîsê kir. keda wî pir e, spas redaktoro! û di bîra we de be; ji ber ku armanca vê rêzenivîsê agahîdayîn e, ne ji ingîlizî, min ji tirkî bona kurdî wergerand. nivîs kurt in, lê ji bo hejmetkarên wizarding worldê têr û tijê ne.

dîroka efsûnê ya li amerîkaya bakur - beşa yekem: ''sedsala çardehem - sedsala hevdehem''

her çiqas dema ku vebînerên ewrûpî gihiştine amerîkayê û navê vê parzemînê kirine “dinyayê nû” jî; ji beriya “muggle”an (li brîtanyayê ji wan kesan re ku nikarin efsûnê bikin, “muggle” tê gotin) haya efsûnkaran ji amerîkayê hebû. (her netewe ji bo mugglean naveke li gorî xwe bi kar dianîn û li wan deman di amerîkaya bakur de têgîna “derîefsûn” dihat bi kar anîn [“derîefsûn” no-maj: kurteya no magicê ye]). ji bilî rêbazên rêwîtî yên efsûnî ya mîna sivnik û cîsîmbûnê, venîgaşî û xuyînê jî were hesibandin, aşkere dibe ku civakên efsûnkar yên ji hev cuda, ji serdema navîn û vir ve di nava têkiliyê de ne.

civaka efsûnkar ya xwecihên amerikayê û civakên li efrîka û ewrûpayê, beriya koçkirina derîefsûnên ewrûpayê ya di sedsala 17an de ji hev haydar bûne. dirûvtîya civakên hevdu jî dizanîbûn. hin malbat bi aşkere efsûnî bûn û di nav hin malbatên derîefsûnan de jî efsûn dihat dîtin. bi gelemperî di nav gelheyên ji hev cuda de rêjeya efsûnkar û ne efsûnkaran nêzî hev bûn. hin efsûnkar û cadû di nav êlên xwe de dihatin pejirandin û heta wekî bijîşkên efsûnkar û nêçîrvanên derasayî jî dihatin nasîn. hin efsûnkar û cadû jî pirî caran ji ber baweriyên pûç ji aliyê êlên xwe ve dihatin kuştin.

di nav xwecihên amerikayê de gotegota “çerm-ger” (skin-walker) -cadû an jî efsûnkarê xerab ê ku kengî bixwaze dikare xwe veguherîne ajeleke- di eslê xwe de rastiyeke dihewîne. li gorî gotegoteke xwecihên amerikayê, çerm-ger ango animagus (li brîtanyayê yên ku dikarin xwe veguherînin ajeleke re animagus tê gotin) ji bo ku hêza veguherînê dest bixe, ferdên malbatê xwe qurban kiribûn. pirî caran van gotegotên biçukxistî ji aliyê şîfakarên êlê yên derîefsûnan ve dihat avêtin.

pisporiya civaka efsûnkarê ya xwecihên amerîkayê bi taybetî li ser efsûnên ajel û riwekan bû. îksîrên wan li gorî yên ewrûpayê aloztir bûn. cudahiya herî mezin a di navbera efsûnkarên amerîkayê û ewrûpayê ev bû: efsûnkarên ewrûpayê asa kar dianîn lê, yên amerîkayê asa kar nedianîn.

asayê efsûnê li ewrûpayê peyde bûbû. asa, bi beralîkirinê ve bandora efsûnê misogertir û hêztir dike. asa, bi gelemperî di nav destên efsûnkar û cadû yên mezin de were dîtin jî, girîngiya efsûnê ev e ku divê ew bêasa jî bikaribin efsûnên hêjabilind çêbikin. lê belê bêasa, çêkirina efsûn û veguherîna ajeleke gelekî dijwar e.

a tirkî: Here lînkê



01.07.2016 22:41 ~2017.02.09 23:41 | remlavêj

2. dîroka efsûnê ya li amerîkaya bakur - beşa duyem: ''sedsala hevdehem û jê wêdetir''



piştî koça derîefsûnên ewrûpî ve li “dinyayê nû” (amerîkaya bakur) hejmara efsûnkar û cadû yên ewrûpî jî zêde bûn. wekî derîefsûnan (no-maj) sedemên koçkirinê ya efsûnkaran jî hebûn. hin kes ji bo serpêhatiyê bi rê ketin, hin kes jî ji ber zilm û zorî li wan dihat kirin, ji ber vê reviyan. hin caran ji derîefsûnan direviyan, hin caran ji efsûnkar û cadûyan an jî ji efsûnkarên erkdar ya wezareta sêhrê direviyan. ew kesan, pişt re di nav derîefsûnan de an jî di nav efsûnkarên amerîkayê de bi cih dibûn. xwecihên amerikayê pirî caran bi dilnizmî û hêvişkar nêzî wan dibûn.



ta ji serî ve aşkere bû, ku dinyayê nû li gorî dinyayê kevn dijwartir be. sê sedema vê hebûn.



ewilîn, ji ber guhêrîna pergala jiyanê hin tişt serobino dibû. li welatê xwe, ji bo çêkirina îksîran, tenê diçûn dermanxaneyê û ji wir kelûmelên xwe distandin. lê li wir, ji bo riwekan ku nas nedikirin pêwist bû derketena arazîyê û pêdiviyên xwe, bi xwe bi dest bixistana. berhênerên asayê yên navdar tunebûn, dibistana cadûtî û efsûnkariyê ya ilvermonyê ku di rojên pêş de di nava dibistanên efsûnkariyê ya herî girîng de cihê xwe bigre, li wan deman holikek xiçviçandî bû û ji du mamoste û du birayên sêwî pêk dihat.



a duyem, koçberên ewrûpî li hemberî xwecihên amerîkayê dest bi şer kirin û navbera herdu civakên efsûnkar jî bi xwe re xera kirin. ji ber baweriyên xwe yên olî, jiyana efsûnkaran dijwartir dikirin. kesên puriten, ji rûyê berjengeke biçûk de jî hevdu ji çalakiyên nesuriştî ve tawanbar dikirin, ango ji efsûnkariyê ve. ji bo ku ji derîefsûnên ewrûpî bitirsin, sedemên yê efsûnkar û cadûyên dinyayê nû hebûn.



a dawîn, ji bo efsûnkarên ku nû hatibûn amerîkaya bakur, dibû ku xetereya herî mezin paqijker bin. ji ber ku di amerîkaya bakur de civaka efsûnkariyê belawela û veşartî bû, sazgêreke sepandinê a zagonan tunebû. ev valahiya ku di encama vê rewşê de peyde bûbû, ji aliyê çeteyekî ji leşker û efsûnkarên bi pere yên ku ji neteweyên cihê ve pêk dihat, hat dagirtin. ev çete, ne bi tenê ketina li pey tawanbarên navdar ve, bi ketina li pey kesên ku piçekî zêr bikirana jî xof dixistin dilê herkesî. paqijker, her ku diçû xera dibûn. ji dervayî rayeyên hikûmetên xwe yê sêhrê, geleke ji wan dijî peywirên xwe, zilm û zordarî dikirin. paqijkerên wiha, kêf ji tehde û xwînrêtinê distandin, heta van kirinên xwe yên qirêj birin radeyeke wisa ku meriv diheyirî: êdî dest bi revandina efsûnkar û cadûyan kiribûn! di sedsala hevdehem de li amerîkayê, hejmara paqijkeran her çiqas çû zêde bû û berjengên xurt hene ku ji me re nişanî hin tiştan didin, mînak: paqijker, li wan deman ji bo ku ji stûyê derîefsûnan ve jî pere qezenç bikin, wan masûmokan wekî efsûnkar û cadûyeke nîşan didan.



dadgehên cadûtiyê ya salemê, ji bo civaka efsûnkariyê di navbera salên 1692 - 93an de karesatek mezin bû. li gor dîroknasên efsûnê, di nava qaşo-dadgerên puriten de herî kêm du heb paqijker hebû û wan paqijkerên çilvirî dema ku li amerîkayê bûn her tim li gorî konjonkturê siyasî tevdigeriyan. di nav miriyan de cadûyên rastîn hebû lê sedemên girtinê ya wana ji ber sûcên negirîng bû. miriyên din jî derîefsûnên masûm bûn. salem, ji bo civaka efsûnê ji ziyanên giyanî wêdetir xwedî girîngiyeke taybet bû. bandorên wê ya ewilîn, sedema ji amerîkayê revînê yê piraniya efsûnkar û cadûyan bû û piraniya efsûnkar û cadûyan jî dev ji bi cih bûnê ya amerîkaya bakur berdan. di encama vê de, di civaka efsûnê ya amerîkaya bakur de hin guhêrînên balkêş çêbû. heta heyama pêşîn ya sedsala bîstem, di nav gelheya amerîkayê de rêjeya efsûnkar û cadûyan li gorî çar parzemînên din kêm bû. piraniya malbatên xwînsaf, ji ber ku bi saya rojnameyên efsûnkaran ji çalakiyên puritenan haydar dibûn, nediçûn amerîkayê. ji ber vê jî di dinyayê nû de rêjeya efsûnkar û cadûyên ku ji derîefsûnan zayî ne, li gorî cihên din zêde bû. ew efsûnkar û cadûyan jî pirî caran di nav xwe de dizewiciyan û malbatên xwe yê xwînsaf ava dikirin. lê îdeolojiya xwînsafê ku dîroka efsûnê ya ewrûpayê diyar kiribû, li amerîkayê bi cih nebû.



dibe ku bandora herî girîng a salemê, sedema ava kirina ‘’komcivîna efsûnê ya dewletên yekbûyî yên amerîkayê’’ bûn, be. hêmû efsûnkar û cadûyên amerîkayê vê saziyê bi kurtasî wek macusa nas dikin (bilêvkirina kevn: ma - kuxz - a), civaka efsûnê ya amerîkaya bakur ji ber ku cara yekem ji bo xwe zagonan derxin, di vê komcivînê de hatine cem hev. bi vî awayî jî di nav welatên din de û bi tevahî di nav dinyayê derîefsûn de ji xwe re dinyayeke efsûnî ava kirine. karê ewilîn a macusayê, darizandina paqijkerên ku xiyanetê li cînsê xwe kirine bû. heke kesî/ê ku ji kuştinê, tehdeyê an ji revandina efsûnkaran ve tawanbar bûna, wan kesan jî darde dikirin.



hin paqijkerên herî navdar ji destê edaletê filitîn. ji bona ku werin girtin biryarên dadgehê yê navnteteweyî hat derxistin û pişt re ji ber wê pêşgiriyên ewlehî ew kesên revok di nav civaka derîefsûn de xwe winde kirin. hinek ji wan bi derîefsûnan re zewicîn û malbata xwe ava kirin. dema ku zarokên wan ên efsûnî çêdibûn ji ber ku xwe ji efsûnkaran veşerîn ew zarokan ji holê radikirin û tenê dê û bavê yê derîefsûnan dibûn (li brîtanyayê, zimanê argoyî de derîefsûnên ku ji dê û bavên efsûnkar çêbûne re “lêpûç” [squib] tê gotin). paqijkerên rikdar ku ji gelên xwe hatibûn dûrxistin, ji zarokên xwe re dan bawerkirin ku efsûn heye û kengê efsûnkar an jî cadûyeke bibînin, pêwiste ku di cih de wî/ê ji holê rakin.



dîroknasê amerîkî yê efsûnê theophilus abbot, çend malbatên bi vî cureyî tespît kir, hemû jî baweriya xwe bi efsûnê tînin û îmana wan ji efsûnê diçe. ji ber bawerî û çalakiyên wan kesan, derîefsûnên amerîkaya bakur, di derheqa efsûnê de li gorî gelên din hêj zortir têne xapandin. ev rewş, şêweya birêvebirinê a civaka amerîkayê de encamên girîng derxist holê.



a tirkî: Here lînkê



05.07.2016 01:55 ~2016.08.09 16:14 | remlavêj

3. dîroka efsûnê ya li amerîkaya bakur - beşa sêyem: ''zagona rappaportê''



di sala 1790an de, seroka panzdehmîn a macusayê, emily rappaport, ji bona ku civakên efsûnê û derîefsûnê (no-maj) bi tevahî ji hev cihe bike zagonek derxist. sedema vê zagonê, binpê kirina mewzûata navneteweyî ya veşarî, û ji aliyê konfederasyona navneteweyî ya efsûnkaran ve bi awayekî biçûkxistî şermezarkirina macusayê bû. ev binpê kirin ji ber ku ji nav macusayê hatibû, vê pirsgirêkê hêj aloztir kir.



kurt û kurtasî, xwediya vê bobelatê, keça berpirsiyarê gencîne û dragotê bû (dragot, yekeya diravê ya civaka efsûnkar a amerîkayê ye. ji navê berpirsiyartiyê jî diyar dibe ku hevbihayê wezîra gencîneyê ye). aristotle duwazdehdar, karê xwe pir baş bi rê ve dibir lê keça wî çiqas xweşik be ewqas jî tiredînek bû. di ilvermonyê de xwendekareke xerab bû û dema ku pileyê bavê wê bilind bûbû li malê dijiya û kêm caran efsûn dikir. bi piranî bi por, aheng û cilên xwe re mijûl dibû.



li rojeke, di pîknîkekî herêmî de dorcus duwazdehdar, derîefsûnekî bi navê bartholomew bareboneê re dil berda. dorcus nizanibû ku bartholomew ji malbateke derîefsûn bû. di nav malbatê wî de hêza efsûnê tunebû lê baweriyên xwe bi hebûna efsûnê dianiyan û bawer dikir ku tevahiya efsûnkar û cadûyan xerab bû.



dorcusê ku haya wê ji ti tiştê tunebû, baweriyê xwe bi hestên bartholomewê anî bû. di encama pirsên xoşewîstê xwe de hem navnîşanê veşartî ya macusayê hem jî yê ilvermonyê jê re got, ji bilî vê di derheqa konfederasyona navneteweyî ya efsûnkaran û rê û rêçên veşartin û parastinê ya civaka efsûnê de jê re agahî da.



bartholomew, bi saya dorcusê ve hemû agahiyên ku jê re pêwist bû bi dest xist û asaya dorcusê ku jê re efsûnên ahengî çêdikir, vê jî dizî. vê asayê, nîşana çapemeniyê da. pişt re, ji ber ku efsûnkar û cadûyan bidarizînin, hevalên xwe yên çekdar kom kir û li pey wan ketin. bartholomew, belavokên ku di ser wan de civîngehên efsûnkar û cadûyan nîşan dida, çap kir. derîefsûnên bibandor re nameyan şand û ji nava wan hin kesan di derheqa civîngehan de dest bi lêgerînan kirin. bartholomew barebone, dixwest ku di amerîkayê de cadûtiyê derxîne holê, di eslê xwe de komeke govan ên derîefsûnê wek efsûnkarên macusayê hesiband û li ser wana gule berda. axirî kes nemir lê belê piştî vê bûyerê bartholomew hat xistin girtîgehê û hat bêgiram kirin. macusayê ku ji ber bêhişiya dorcusê ve ketibû tengasiyê, bi saya girtinê bartholomewê ve dilfireh bû.



bartholomew, ew danezaniyan ku di herêmeke fireh de belav kiribû çend heb rojname giringî pê dan û wêneya asayê ya dorcusê, gava ku bê hejandin wek bandora “zîtika kerê” dide dan çap kirin. avahiya macusayê ew qas bal kişandibû ser xwe ku, di dawiyê de pêwistî bar kirinê bûbû. serok rappaport, niştineke ji giştî re vekirî de di mijara agahiyên ku ji aliyê dorcusê ve belav bûbû de bawer nedikir ku ew kesên ku ji hin tiştên agahdar bûne ji hişê wan hatine jêbirin. çiziran ew qas mezin û bikitekit bû ku, bi salan bandora wî pê hat hisîn.



di civaka efsûnkaran de gelek kes çendî ji bo ku dorcus heta dawiya emrê xwe bi girtîbûnê an jî bi dardekirinê re were ceza kirin çalakiyan kiribin jî, tenê saleke xwe di girtîgehê de bihurand. ligel rezîlbûn û trawmayê tevlî civakeke pir ciyawaz bû û di rojên xwe yên înziwayê de hevalên wê yên herî nêz tûtiyê wê û awêneyek bû.



şaşitiya dorcusê, rê li ber sepîna zagona rappaportê vekir. zagona rappaportê, di navbera derîefsûn û civakên efsûnkar de veqetîneke misoger raber dikir. êdî bi derîefsûnan re hevalbûn an jî zewicîn ji efsûnkaran re qedexe bû. cezaya hevalbûna bi derîefsûnan re pir giran bû. têkiliya bi derîefsûnan re qasî ku pêdiviya rojane ve zêfîndar bû.



zagona rappaportê, cihêtiya civaka efsûnkar a amerîkayî û ya li ewrûpayê zêdetir kir. dinyaya kevn de, her tim di navbera hikûmetên derîefsûn û hevbihayên yê efsûnî de heta radeyeke têkilî û hevkariya veşarî çêdibû. di amerîkayê de macusa, bi tevayî ji hikûmeta derîefsûnê serbixwe bû. li ewrûpayê efsûnkar û cadûyan, dikarîbûn bi derîefsûnan re bizewiciyana û hevaltî bikirana.



li amerîkayê her ku diçû derîefsûnan wekî dijmin dihatin dîtin. kurtasî, zagona rappaportê, civaka efsûnkar ya amerîkayî, ya ku jixwe ji rûyê civaka derîefsûn ê gelekî biguman tengasî dikişand, bêgav ma ku hîn bêhtir dakeve binê erdê.



a tirkî: Here lînkê



09.08.2016 03:17 ~16:15 | remlavêj

4. dîroka efsûnê ya li amerîkaya bakur - beşa çarem: ''li amerîkayê di 1920an de efsûn''

efsûnkarên li amerîkayê, di navbera salên 1914-1918an de, di şerê cîhanî yê yekem de rolên girîng girtibûn ser xwe lêbelê beşa mezin ya civaka derîefsûnê, alîkariyên wan piştguh kirin. ji ber ku di her du aliyê de jî kesên xweyîefsûn hebûn, hewlên wan li ser encamê bandorek rasterast çênedikir. lê, beriya her tiştî li pêş zêdebûna ziyana giyanî girtinê û bi têk birina efsûnkarên dijmin ve gelek serfirazî bi dest xistin.

hewlên hevpar, di helwesta macusayê ya li hemberî hevalbûna derîefsûn û efsûnkaran de guherînek çênekir û sepandina zagona rappaportê bi tundî domiya. di 1920an de civaka efsûnkar a dyaê, li gor dirûvên li ewrûpayê pirtir hînî jiyîna di bin dilqê veşartitî de û ji nav cureyên xwe de hilbijartina xoşewîstên xwe bûbûn.

binpê kirina mewzûata nepeniyê ya dorcus duwazdehdarê, di zimanê dinyaya efsûnê de cihê xwe girt. bêjeya "dorcus" peyveke ji bo hevwateya debeng, bêkêr de hat karanîn. macusa, yên ku mewzûata navneteweyî ya veşaritî binpê kirine re sizayên giran dida. macusa, di derheqa spêleyan, behokan û lawirên fantastîk de li gor saziyê li ewrûpayê hîn bêhtir hişk bû. dihiziriyan ku lawirên ji wî cureyî dibê ku derîefsûnan di derheqa efsûnê de hişyar bikirana.

piştî serhildana sasquatchê ya ku di 1892an de çêbûyî (ji bo hûrgiliyan li pirtûka girambar a ortiz o'flahertyê ya bi navê ''berxwedana dawî ya girslingê'' binêrin) macusa dîroka xwe ya navendî de cara pêncemîn e ku bar kir û ji washingtonê hat birin li new yorkê hat bi cih kirin û hetanî 1920an li wir ma. heta domahiya ev deh salê serokatiya macusayê deep south, seraphina picquery a ku cadûyeke ji new orleansê hatî bi rê ve bir.

li salên 1920an, hebûna dibistana cadûtî û efsûnkariyê ya ilvermoneyê hema hema digihîşt du sed salan û di nav saziyên perwerdeyê efsûnê ya ku herî baş a dinyayê de yekî ji wan jî ew der bû. hemû efsûnkar û cadûyan li wir li cem perwerdeya bingehîn, di karanîna asayê de jî dibûn hoste.

di dawiya sedsala 19mîn de bi xistina meriyetê ya bingeha zagonî ve, êdî hewce bû ku hemû endamên civaka efsûnê ya li amerîkayê destûra asayê li ser xwe bigerandana, armanca vê bergiriyê şopandina hemû kirinên efsûnî û bi rêya asayên ve peyitandina kiryaran bû. ji bilî îngilistanê ku ollivanders li wir bêhempa dihat dîtin, di parzemîna amerîkaya bakur de çar hosteyên asayê karê xwe dikirin.

shikoba wolfeê ku di eslê xwe de ji hoza chocktawê ye, bi asayên xwe yên ku pirça dûvê ya teyrê birûskan (teyrê birûsk, teyrek efsûnî ya amerîkayî ye ku xizma nêzik a sîmirê ye) dihewîne ve navdar bûbû. asayên wolfeê bi hêz bûn û karanîna wan zor bû. bi taybetî di nav bedlinêran (yên ku dikarin teşeyên xwe biguherînin) de dihat ecibandin.

bavê johannes jonkerê ku efsûnkarekî ji eslê xwe muggle e, hosteyek nûwaze a sindirûkan bû. johannes zî şanî da ku hosteyekî jêhatî ya asayan e. asayên wî pir bale dikişand ser xwe û ji ber ku sedefbazind bûn tavilê ji yên dihatin cihê kirin. piştî ceribandinên bi puxteyên asayan ve bijartina jonkerê ya malzemeya bi efsûn, pûrtên pisîka wampusê bûbû.

thiago quintana, dema ku dest bi çêkirina asayên xwe yên zirav û dirêj kiribû, di nav civaka efsûnê de deng veda. asayên xwe li dora sincekî şefaf a pişta lawirê çeman yê spî çêkiribû. asayên wî ji bo efsûnên bihêz, hûrgilî çêkirinê de dihatin karanîn.

şayişên ku di derheqa pirzêde nêçir kirina wan lawiran de, rê û rêça celb kirina wan tenê ji aliyê quintana ve zanînê ji holê hat rakirin. quintana heta mirinê vê sirê parast û piştî wî jî çêkirina asayên ku di nav xwe de sincê lawirê çeman yê spî dihewand sekinî.

violetta beauvais, hosteya asayê ya navdar a new orlensî, rave kirina malzemeya nepenî ya nava asayan bi salan red kir, qalika asayê ji dargivîja çiravê dihat çêkirin. asoxî derket holê ku di nava wan de pirçên lawirê rougarou ya serkuçik a pir xetere hebûye. wekî ku xweranegirtina vampîran li xwînê, meyla asayên beauvaisê jî ji bo efsûna reş hebû lêbelê li 1920an di civaka efsûnê ya amerîkan de lehengek li ser xwe tenê asaya beauvaisê digerand û dihat zanîn ku asayeke wisa ya serok picqueryê jî hebû.

li dijî civakên derîefsûn ên 1920an, macusa li mey vexwarina efsûnkar û cadûyan re destûr dida. yên ku vê polîtîkayê rexne dikirin, diparastin: efsûnkar û cadûyên ku di bajarên bi derîefsûnên mey venexwar re tijî de dijîn hêj hêsantir dihatin tespîtkirin. lêbelê ji yek demên ku kêm caran jidil diaxaft de, hatibû bihîstin ku serok picquery gotiye li amerîkayê jixwe efsûnkar rojên dijwar de dijîn. bi gotina ku li alîkara xwe ya kargêr re gitiye ve navdar e:

"avhîqîn nayê nîqaş kirin."

a tirkî: Here lînkê



19.10.2016 16:24 ~16:26 | remlavêj

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» dîroka wêjeya kurdî
» amerîkaya navîn
» bakur.nekure1

Kategoriyên mijarê:: yendin weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî