Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


1 mijar û 2 peyam
ji tirşikê veqetîn - tirşik
ji tirşikê veqetîn
(6) (8) (1)
di mijarê de bigere

1. eger moderatorên tirşîkÊ şertek ne deyne bo uslûbê peyaman êdî rê NAMÎNE ku ez li tirşîk ê BİMÎNİM. wekî hun dizanin di tirşîkê de tu sînorek tune ku rê li ber nivîsên ku nav de heqeret, sucê nefretÊ, SİXÊF kirin hwd hebe bigire. di gelek mijaran de wek sîyasî, dînî, civakî gelek nivîsên ku dilê mirovÊ ji tirşîkê sar dikin heye. hinek kes qalîte û kemiLîBÛNA tirşîkÊ Bİ RÎYA peyam û parvekirinên bêedebî, sûtarîTî kêm dike û xirab dike.



pêla herî dawî jî di bin mijara islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin de ji alîyê biruya hayao miyazakî ve di peyama 11. ande bi parvekirina vîdeoYEKê ve derket holê ku tÊ da dema ku dîndarek hetta dev jî dîndarîyê berdin însanek normal ku jî temaşe bike dilê wî/ê reş dibe ji tirşîkÊ sar dibe. yanî ê willah heya dijminekê îslamê jî tiştek wiha parvenake. çi ravekirina parvekirina wê vîdeoyÊ nîne.



bi van bêedebîyan tirşîk jî êdî buye weke ferhengÊn tirkî ku di gelek peyaman de nifir, heqeret, sucê netretê heye dijminatîya her cure nirxekê bi rêya heqeretAN TÊ dîyar kirin, sixêfên herî pîs jî bê şerm û fedî tê nivîsin hetta weke youtube hatîye ku tê da teqez di bin her mijarek kurdî de faşîstek tê sixêfA KURDA dide. kesÊN ku wan bêedebîyÊ dikin wek ergen ek ku sucÊ nefretÊ dike ye , nefreta dİLê XWE bi rîya parvekirin û peyamÊn tije heqeret aşkîra dike.



Bİ KURT Û kurmancî eger pêşî xwedîyê peyama ku min behs kir wÊ peyama xwe jênebe û lêborînê nexwaze, moderator jî di peyaman de sixêf kirin, heqeret kirin anjî peyamÊN KU tê da sûcê nefretê hebe qedexe neke êdî ez tirşîkê namînim.



23.06.2016 11:31 ~11:42 | azad30

2. tişteke pir rehet e.

gelek caran hatiye jiyîn.

lê mayîn û berxwedan tişteke zehmettir û qîmettir e, armanca min ne ew e ku ez tu kesî bi zorê li vir bihêlim lê a pêwîst divê mirov ji bo hin tiştan zêdetir berxwe bide hewl bide ku ya bi ditîna wî rast, pêk bîne.

ez jî ya rast, nexwazim li dinyayeke wehşiyeteke weke ya daîşa bêîman, boko haram, akp, hîroşîma, helebçe û hwd. bijîm lê ez xwe nakujim û bi hêvî me (ne gelî zêde) ku pêşeroj xweştir be.

moderasyona malperê ne tişteke rehet e û zêde ked dixwaze û ji xeynî wê jî, her kes rexne û gotinên dijî xwede gelekî hessas in. heta niha ji ber bêbaweran oldar, ji ber dij-pkkiyan pkkyî û berovajî gelek kes dev ji tirşikê berdan. gorî vê yekê be emê qet nekarin li vir behsa olê, siyasetê û belkî pêşerojêde behsa cinsiyetê çandê û tiştên din bikin.

divê tehamûl li ferhengê zêdetir be, helbet heqaret û nefret divê bê asteng kirin lê her tiştê ku mirov aciz dikin nikarin bên jêbirin.



23.06.2016 12:04 | azadixwaz

3. Azad30 gelek heqdar e.pêwîste zûzûka rêzika tirşikê keys bikin.li hemberî sixêfkirin û tajang kirinê çareserîyek peyde bikin.divê rave kirina nêrînên xwe û şîrove kirin heta dawî serbest be belam sixêf û tajang û dirûvê van tiştî jî bila eynî pîvan de qedexe be.tenê van mercê de dorhêla tirşikê hawirekî rûmetbilind be.ez bawerim demekî kurt de biedilê û rast bibê.



23.06.2016 12:33 | rûbar

4. heta saleke beriya niha min jî serê xwe gelek pê diêşand, lê aniha kî çi dinivîse ne xema min e.

ewên ku dibêjin bila tirşik bi pêş ve here, bila tiştên biqalîtetir werin nivîsandin û bila nebe nola ferhengen tirkan, bila hama qet texsîr nekin, binivîsinin me kê ji destê we pêgirtiye?



hama bêje ev sê sal in li tirşikê me, du sal in jî rÊvebir im, tiştê ku min fÊm kirye; gere tu bi tenê binivîsî, tu bixwe bikî û hew! êdî nivîsên hevalên din min eleqedar nakin û ez peyama kesî jî jê nabim...eger ji nivîsakerî eciz bî dikarî peyamên wî nexwînî, wek mînak du nivîskarên tirşikê hene ku hama hevokek jî binivîsin ez naxwînim...



em nikarin ji destê kesekî bigirin û ji bo ku neçe lavahiyan bikin, lê her kes rengek e her kes bi qaliteya xwe heye û tê nasîn..

bi kurtasî zêde serê xwe pê neêşînin, mijarinên boş û betal in...



23.06.2016 13:55 ~13:57 | ferhenga şikestî

5. binêrin mesela di televîzyonan de kesên muhalîf tên bernameyekê û li ser mijarekê nîqaş dikin mesela di bernameya ahmet hakan de hem hdp yî, akp YÎ, chp yî, mhp yî û her wiha fikrÊn cûda tên hemberî hev û dest bi nÎqaşÊn dûr û kûr dikin lê wek medenîyan xeber didin rûmet didin hevdû, ji hev dûre sixÊfan nakin, çÊr nakin, bawerî Û fikrÊn hevûdu biçûk nabînin xelet dibînin, rexne dikin lê wekî sÛTARAN ji sînor derbas nakin.



lê tora civakî binêrin gelek caran di mijarên nîqaşê de wekî heywanan wekî berazan ji hevûdur e sixêfa, xebera dikin lewra bi gotinekÊ herî nazîk însanên ji rêzê û besîtin, fahmkorin, bêedebin, ji ber wan kesan min hem twîtter a xwe hem facebook a xwe girtîye. ji bo min tenÊ tirşîk.netheye lÊ eger tirşîk jî bibe wek malperên din ku tije sixêf û heqeretin, nikarim vêrê jî îdare bikim. lewra em însanin, wê helbet emÊ rexne bikin, hem bo dîndar a, bo ne-dîndar û bêbawera, hem bo apocîya hem bo berzanî, pdk yî ya lÊ divê em bi terbîye û biedeb bin.



bila nivîskarÊn tirşîkÊ kÊm bin ne xeme, ne ferza ku bi hezara bin wekî ekşî , încî mîncî ku tÊ da tijî sûtar û bÊedeb hene. bila em kÊm bin bila hinek dûstur û ûslUba nivÎs û peyama hebin hêj ku wê mijarên me wê biqalîte bibin nivîskarên me jî wê wekî xortên camÊr Û jinên delal bibin û emê ji ber homojenbûna tirşîkê serfiraz bibin û emÊ li gel ateîstÊn xwe, li gel dîndarÊn xwe li gel pkk yî Û PDK yî yên xwe yÊ biedeb û efendî, emê şa bibin.



lÊ eger ji bo ku du sê kesÊn devgenî û devşekal di tirşîkÊ de zêde bibin, entry mentryên bereday zehftir bin moderatorên tirşîk.net ê jî ji ûslUBên edebê TAVÎZ BİDE hingê rê namîne ku kesên ji sixêf, nifir, heqeretên pîs hez nakin tirşikÊ bimîne...



êdî tercîh ya moderatorên tirşîk.net ê ye.



23.06.2016 14:01 | azad30

6. yê ku wiha dibêje re;



''ewên ku dibêjin bila tirşik bi pêş ve here, bila tiştên biqalîtetir werin nivîsandin û bila nebe nola ferhengen tirkan, bila hama qet texsîr nekin, binivîsinin me kê ji destê we pêgirtiye?''



mirov di fitratê xwe de jîndarek wesa ye ku ji bo ku di tora civakî de xebatekÊ bike anjî wext derbas bike xwe hewce dibîne ku kesên din rasterast êrîşên bêedeb li ser nirxên wî/ê neke. mirov nikare cihekÊ ku bi gotinÊn bêedeb û heqeret rehet bibe , mirov di bin rewşeke wisa de ku oxford ê jî bibe nikare bÊstres xebatÊ bike. belkî ez xelet bim Lê ez qet hez nakem ku tirşÎk jî bibe wekî malperÊn din ku tije sixefin.





23.06.2016 14:17 ~14:18 | azad30

7. tirşika ger ez dev jê berdim terikandina min hetanî bîhna min tê ber min cardin ezê vegerim û li ser wî gohî ranezên ku ezê herim û hey herim.. terikandina sedemek wê heqaret û Filan bêvan tê nîşandan ez bi vê meselê dest pê bikim; rojek beranekî di ser cihekî de qevaz dide dûva wî bilind dibe qûna wî dertê( diborin naborin uslûb ev nêrî jî li dûye dema qûna beran dibîne jêra ecêb tê dibe hire hira wî pê di kene.. beran jî lê di fetile ewjî pê dikene û dibêje qûna min carek ji derpê derket Lê ya te timî ji dervaye çima bi qûna xwe nakenî * belê em tev jî heqaret dikin em xwe nabînin yê hemberî xwe dibînin.. ev mijar jî pêşî jî lê nayê girtin ne pêkane ..



wekî wedît ji bû meseleya jorê divê meriv ji mejbûrî * edeba xwe xerab bike.. Herwiha uslûba min ev hûn qebûl dikin jî hûn zanin nakin jî ez zanim, em ranebin şîreta gur û rovî li hev nekin *



23.06.2016 22:54 | shorbevan


9. mijara buyî sedem ku hema her kes ji hevudin re bêje dev jê berde û here. ev çi ye lawo! kî, kê ji kurdistana xwe (tirşik) dicehimîne? kurdistan ne malê tu kesî ye bi tena serê xwe, ya hemu kurdan e (û heta ne tenê ya kurdan)!

kurdno! halê xwe binêrin ji pergala perwerdeya nijadperestên tirk çi bi serê we de jî hatiye! hema kî rabe wê weke faşîstên tirk bêje yan qebul bike yan here. na welleh ez (hêvîdarim piraniya kurdan jî) vê yekê qebul nakim. kî dixwaze dikare biçe lê mafê tu kesî tune ku yeke din rêke!





ya dawî:

calm down birakên delal û xanimên xoşewîst!

ev ne meseleyeke wisa ye, em demildest çareser bikin û yê beramber bînin ser fikra xwe.

hinekî din azadî!

hinekî din ronahî!

û hinekî din tehemûl!



24.06.2016 12:05 | azadixwaz

10. tiştê hew ehmeqên/nezanên * bîna rasteqîn bikin hûn mîrê bi dilê xwene hûn jî herin bigihîjinê.., hûn bi kuda herin jî hemû rê bi wêda diçin û li ber wene *



25.06.2016 00:55 | shorbevan

11. em ji xwe hindik in, veqetandin ji me re ma. veneqetin, bimînin. rexneyan tehmûl bikin, hûn jî çanda rexnegiriyê fêr bin, misilmanooo



25.06.2016 15:11 | hola êzîda

12. (bnr: pis bölücü)



25.06.2016 15:30 | cinorek

13. carcaran bîna min teng dibe ez jî dixwazim veqetim lê paşê dibêjim dev jê berde. ji xwe re bisekina



25.06.2016 16:14 | serdem herdem

14. hesta ku qet nebe carekê ketiye dilê her tirşikvanekî.

(bnr: wê her tirşikvan rojekê veqetînê bifikire)



carina ez jî ji gûftûgo û şerên klîşe yên li tirşikê dikerixim. ne tenê ji yên tirşikê, ji hemû malperên din jî. jixwe medyaya sosyal bi kar naynim, ji xeynî nivîsandina li tirşikê û xwendina ekşiyê.

dema ji gûftûgoyan aciz dibim, guhê xwe li wan ker dikim û li karê xwe dinêrim: li ser tiştên din dinivîsim.



25.06.2016 22:21 | simurg56

15. Hesta min niha ye. Bi îhtîmalek mezin di demek kin de ezê bifirim.



25.06.2016 22:23 | xewnname

16. Min nû dest pê kiriye niyeta min a veqetandinê jî tune ye.



25.06.2016 22:27 | dizek

17. tirşika ku berî min bidin jî ez naçim * eynî otela hecî Kekoye *





Hecî keko kiye? yê dizane baqê nîskane Yên nizanin baqê nokane, rastî kesên mereq bikin otela Hecî keko oteleka kî biçûyayê radiza dixwar.. û hesab nedida



25.06.2016 22:43 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
hin sedemên xemgîniyê [7]
Dixwazim bigrîm lê têra xwe jî girîyam, çavên min ziwa bûne nema hêsir...
hin sedemên xemgîniyê [1]
Peyama pîroz û çûka wê (lînk: https://tirsik.net/index.php?peyam=1...
helbestên baba tahirê uryan [1]
سیاهی دو چشمانت مرا کشت درازی دو زلفانت مرا کشت به قتلم حاجت تیر و ک...
claude.ai [1]
Ew jî wek chatgpt a openai , geminiya google û wek groka elon musk, ye...
zarê xelkê [1]
navê min ê din e....
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» veqetîn

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî