1. Ew kesin ku çi gava kesek ji ber bêbawerîya wan anjî ji ber terzê jîyana wan tiştek bêje bêrûmetîyêk bike, Xwe dîn û har dikin siharê heya şevê peyva rumet nîşandana bawerî an jî bêbawerîyê gazela dixwînin û (bi mafdarî) dixwazin xelk rûmetê şanî bide terzê jîyana wan. Heya vêrê çi pirsgirêk tune lê çi gava ev zevatên ku jorî hatîye tasnîfkirin rastî şîarek dînê îslamê bên hingê rûmetî, rêzgirtinî, tevgerên sincî bîr dikin an jî ji ber nêrînên xwe yên îslamofobîk û nîjadperestîyî gef diavêjin şîarên îslamê. Divê ev xwedîyê heqeretên wek ker, zirezir bête mehkumkirin û hewceye ku ji wan re wiha bê gotin: law zevatên jar û exsîr madem ku hûn ji şîarên îslamê acizin û heqeretê dikin bicehimin herin ji kurdîstana min ê willah billah tîllah em êdî rê nadin ku kemalîzmek kurdî dijî îslamê ji nav me kurda de rabe û heqeretê bike bawerîya me. Kurdîstana me ku li gel bawerîyên cuda bi îslamê jî hatîye xemilandin bi hebuna xwe bi heqeretên xwe qirêj nekin dilê me bi gotinên xwe yê kurd-kemalîst reş nekin bicehimin herin... |
|
20.06.2016 23:50 ~2016.06.21 10:13 |
azad30
![]() |
2. aciziya ji banga melê ne îslamofobî ye.. |
|
20.06.2016 23:59 |
endazer
![]() |
3. Peyvên wek zirezire melayan, ji melayan re gotina ker heqerete. Bi mîsqalek zerre jî be ne xema min e ku yek rabe bêje ez jî dengê melayan aciz im. Hetta belkî ji ber dengê hoparlora bêqalîte desîbelên bilind dikarim empatî bikim lewra ez jî carna dema desîbel zêde zêde be hoparlora xirabe be aciz dibim. Lê lê lê ev tiştên hanê rênade ku yek rabe bêje zirezire melayan an jî ker. Aha hingê pirsgirêk eve. Wekî din kî hez çi bike kî ji çi nefret bike ne xema min e ez guh nadim lê dema ku heqeret hebe hingê pirsgirêk ek zêde zêde mezin heye û divê herkes haj gotinên xwe hebe. |
|
21.06.2016 00:10 |
azad30
![]() |
4. ji ber viya dengê meleyan/90947 ez ê çend gotinan bikim lê berî wê jî beredît dengê meleyan/90983 : |
|
21.06.2016 00:15 ~2017.12.17 00:21 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
5. Lawo xwezî hinek kes gûyek fahm kiribana ù paşî xeberdabana ûlan ma qey li gor hizra hinek kesa em gelek li ber bawerîyên xelkê dikevin bi bawerîya wan aciz dibin nizanim sil dibin. Bi serê dimkekê nîskê ne xema min e bawerî an jî bêbawerîya kesê jixwe herkesek ji Kar ù emelê xwe berpirsyar e çij min re ye. Divê ya yekem bête zanîn ku peyvên zirrezir ù ker heqeretin ne rexne, ne jî tespîtên xelkê ne. Rasterast rê dide ku şerek an jî nexweşîyek çêbibe. Kes nikare fikra kesî bi çavekî neyînî qaşo analîz bike ù li Ser serê me bi rîya malûmatfiroşîyê bingeha mijarê ku heqereta bawerîya Bu biguherîne. Nîşe: islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin/90961 bila bizane ku edetê min nîne ku bo bawerîya xelkê tiştek xirab bêjim an jî biçûk bibînim. Jixwe tiştê ku jê direvim û nefret dikim eve. Û bila haya te jî hebe bi gotinên xirab, bi sixêfan ji heddê xwe derbas neke ji ber ku tu rê didî ku tiştên neqenc belasebep biqewimin. |
|
21.06.2016 00:38 ~00:41 |
azad30
![]() |
6. Mijareke ji hêla min ve nehatiye femkirin e. Heqqet şerîf kî ye? |
|
21.06.2016 01:08 ~01:22 |
endazyar
![]() |
7. ''madem ku hûn ji şîarên îslamê acizin û heqeretê dikin bicehimin herin ji kurdîstana min'' |
|
21.06.2016 10:43 ~10:48 |
ferhenga şikestî
![]() |
8. herî zêde jî ez ecizim. wek êşkence ye. çiqas asteng kirina îbaded kirina mislimanan paşverûtî be bi darê zorê çespandina wê dengê bilind û qirêj û bêwate jî paşverûtî û zordarî ye. kesên ku dixwazin nimêj bikin ji telefonên xwe binêrin saet çiye. bi rastî tiştek sosret e. yên misliman çi dixwazin bila bikin asteng kirina wan xelet e lê lê ne mafê wan e ku ne wek wan eciz bikin. lê ji tiştekî ereban hêvî kirina "miroveyatî" jî jixwe bêwate ye. belkî piştî 100 salan dê li rojhilata navîn jî serdemekî ronesans û ronahîyê destpêbike û ev serdema tarî û zordariya îslamî jî belkî wê bidawî be. belkî... |
|
21.06.2016 20:39 ~20:43 |
xidiran
![]() |
9. Mijarek sosret û hinek xetere hatiye vekirin.. |
|
22.06.2016 21:58 |
havka
![]() |
10. Azan dan di serî de bangewazîya nimêj e, bi rastî wext diyar nake.mizgeftan di îslamê de ne tenê cihê nimêj kirinê ye.Di heman demê de cihê danûstandina nêrînên civakî, cihê biryardanîna û çareserkirina derheqê bûyerên û pirsgirêkên civakî û cihê serdanî, civîn û piştgirîye.Carinan jî cihê mijulî û heng kirin û pîrozkirin e.di civaka îslamî de banga şerif ev mijaran jî tê xwendin, ji bo ku mirovan bicivîn.Di hundirê banga şerifê de esasên qaîdeya îslamê tê bîr xistin û tê gazîkirin ku mirovan werê felat û nivêjê.Bawerî bi sehkirinê re û agahî bûnê re watedar dibe.mirov pê çi bawerî aniye divê bizane û fêm bike.Eger meriv agahdar nabe û ser çi bawerî aniye pê nizane ev bawerî netendurist û nesaxlem û nerast e.lewma tiştek çi qas baş û xoş be û watedar be jî ger însan nezan be ji bo vî kesî bêmane ye û çu bisûd nabe.îcar di nav rojekî de pênc car dengê azanê pirî deman wekî îşkencê werê guhê mirovan cahila.nezanî bijartineke, vebijartin destê te de ye. |
|
23.06.2016 06:18 ~2016.08.19 00:27 |
rûbar
![]() |
11. êdî bes e ulan ev çi dijminahî , çi heqeret û çi bêedebîye!!! |
|
23.06.2016 11:01 ~11:45 |
azad30
![]() |
12. mijara buyî sedem ku peyama 11emîn ji aliyê min ve hatî jêbirin. peyama 11emîn a biruya hayao miyazaki di hundirê xwede videoyeke bêkêr, acizker û tije-heqaret dihewand û ji ber wê hate jêbirin. |
|
23.06.2016 11:50 |
azadixwaz
![]() |
13. berî peyama esil: divêt ji bo peyva 'zirezir'ê ev bête zanîn ku ez tenê wateya ewilî dizanîbûm |
|
23.06.2016 17:14 ~2017.12.17 00:23 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
14. mesele ji vir derket kesên jiber bibêjin " azana kera/zirezira meleyan ne Îslamofobîkin jiber dirûvê azanê û zirîna mela bi hev dixe û dibe bi kesên bêbawerî nexweşbe tiştek normale kesên ne normal ewin ku wan bi faşîstiyê û tirsanekên ji Îslamê îlan dikin.. Heta gotinek pêşiya wiha jî heye; "ji azana mele bawer nake ji zirîna kerê bawerdike " an "ne ji azana mele bawerdike ne ji zirîna kerê" yanî ev ne ku em ji mela ditirsin, kî di mela.. jiber tiştek wiha tê hişê meriv têkilîya wan bihevra heye, şeytan jî bi meriv dide gotin mesele eve.. sernivîsên kafirobîk jî divê bên guhertin ji alî moderatoranve minak: muhammedê sapix bi guherînin muhammedê doxînsist * henek henek Jixwe sernivîsek wiha ne hewceye di bin sernivîsa Hz. Muhammede dikarin zanînê xwe bîbêjin mîsal entry wiha 1 Muhammed ahmed Mustafa 2. pêxemberê dawî 3 mêrê 12 jina.... sernivîs: zire zira meleyan = wiha dikare bê guhertin azana Şerîf/banga Şerîf di peyamêde dikarin bibêjin wekî zirîna kerêye, dengeki xweşe, pisîkolojiya meriva xerab dike... moderator divê derheqêde zêde bêxêrin * û ne hewceye meriv xwe bi qehirîne niha dibe moderator ne valane paşê ewê sererastbikin jixwe divê di rojêde sererast nekin lazime Hinek dem bibihire di serde jibû kes ferq neke û gengeşî dernê..... |
|
23.06.2016 23:38 |
shorbevan
![]() |
15. Kurdistan kurdistana hîç kesî nîn e ku berî yên din bide, heya a îslamîstan hîîç nîn e. Her kes jî baş dizane ku piştî hikûmeta akpê li her taxê yek mizgeft çê kirin û ezanê jî bi qeydêke gelekî xerab dixwînin. yanê her mirov neçar dimîne ku rojê 5 çaran û heya roja înê heya dereng heman tiştê guhdarî bike. Bi min ew îslamîstên heya ku êrîşî mirovên aciz dibin dikin divê olê xwe bi awayekî estetîktir, xweştir dizyan bikin. |
|
04.08.2018 13:25 ~13:33 |
jifêzagorda
![]() |
16. Heyf! Me van nîqaşan nedît. * |
|
25.07.2019 19:40 |
xelîl
![]() |
17. (bnr: mexdûr im ez mexdûr im) |
|
08.05.2020 02:09 |
de facto hozan
![]() |
18. acisbûna ji dengê bangê ne îslamofobî ye. |
|
08.05.2020 15:30 |
bûtîmar
![]() |
19. di eslê xwe de pirsgirêk ne bang e. |
|
08.05.2020 16:26 ~16:28 |
shwinsherm
![]() |
![]() |
diran di qirikê de ye [1] |
![]() |
swêd [1] |
![]() |
kurê xelkê [1] |
![]() |
kurê xelkê [1] |
![]() |
sepanê tirsik.net li ser itunesê [1] |