1. qewla bavê min e mixabin. hela dema li stenbolê bû, di her çaxên bangê de digot "carde zirezira vana çi ye!" piştî çend xebaran radibû, diçu destmêj bigire, çi zilam e xwedê gunehên wî bibexşîne * |
|
20.06.2016 22:31 ~2017.12.17 00:24 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
2. Dîyare ku banga şerîf buye hedefê hinek îslamofobîka .peh peh peh ji banga şerîf aciz bune hinek nîjadperestên bawerîya şîara bisilmana. Madem ku hûn aciz in bicehimin herin cihek ku banga şerîf neêxwendin. |
|
20.06.2016 23:22 |
azad30
![]() |
3. kalîteya pergala dengî dema ne baş be, tişta ku mirov guhdarî dike çi qas xweş jî be, guhê mirov diêşîne, mirov pê aciz dibe, mixabin pergala dengî (hoparlor) ya gelek mizgeftan berbad e, ji ber wê kesên nêzikî van mzgeftan rûdinin dîndar ne dîndar jê aciz dibin.. |
|
20.06.2016 23:54 |
endazer
![]() |
4. (bnr: ho'î ho'î) |
|
21.06.2016 00:25 |
shorbevan
![]() |
5. qaşokava min sond xwaribû, minê li ser baweriyê xeber nedaya.. |
|
21.06.2016 12:24 |
bûtîmar
![]() |
6. divêt ji bo peyva 'zirezir'ê ev bête zanîn ku ez tenê wateya ewilî dizanîbûm |
|
21.06.2016 13:13 ~2017.04.19 12:08 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
7. li gel xwe zirezira mirovên ecêb aniye. |
|
21.06.2016 18:49 |
simurg56
![]() |
8. bi ya min gotineke ne di cihde ye. nizanim ev gotin çiqas berbilav e lê bavê min ê pênc-ferz mêjên xwe dike jî ji bo melayên mêrsînê heman gotinî bi kar tîne. |
|
21.06.2016 21:47 |
azadixwaz
![]() |
9. eşeduheîlalah elahûekber |
|
21.06.2016 23:19 |
hola êzîda
![]() |
10. êdî ne hewceye berê, berê seet tunebûne kesî dema limêjê nizanibûye jiber wî awhayî Yekî derxistine cihek bilind an wî derxistine ser minareya Mizgeftê jêra gotine bizûre bira gel zanibe dema limêjêye.. mesele eve an tiştekî wiha bûye jê acisbûn jî ez Fikra xwe û ya şexsê xwe bibêjim ez ji dengê azanê ne acisim dengê wî piştî demekî li meriv rûdine.. mislimano! dibe kesên jê acisbin heqê wan nexwin heqê wan bidin wan, hûn çima zilm û zordariyê dikin bizorê azanê didin gohdarî kirin..? |
|
22.06.2016 01:04 |
shorbevan
![]() |
11. Ji devê bavê xwe seh dikim, car caran Bavê min diya min re pirs dike mele borebor kir? |
|
06.07.2017 00:45 |
mîr
![]() |
12. Kuro heyra camêrinan gotiye dengên wan têkilgev dibe. Ma ne ew derbasî sîstema radîyoyê nebêne? Li ser pêleke radîyoya FM mela bang dide ji bandê û li hemu hoparlorên mizgeftên din tên bihîstin |
|
11.02.2020 16:19 |
oceancr
![]() |
13. Tecawiza guhaye. |
|
03.04.2020 18:47 |
f
![]() |
14. bo vîrûsa koronayê ye.Ji bo min wek xapînokeke bo oldaran e.Lê ji bo oldaran dibe ku tiştekî pîroz bixûyê. |
|
03.04.2020 21:09 |
brzn
![]() |
15. Navê mijarê ne di cih de ye. Piçekî bi rêzdarî rexneyên xwe bikin ma tiştekî pir zehmet e gelo? Dibe ku hûn ne misilman bin lê ev nayê wê wateyê ku hûn dikarin gotinên kirh binivîsin. Piçekî empatî... |
|
03.04.2020 22:21 ~22:24 |
xabûrî
![]() |
16. ol û oldar û oldariyê erzan dike, |
|
03.04.2020 23:19 |
afa
![]() |
17. Mela li mizgefta tenê mane. Tu kes nemaye ku biçe li pey wan nimêj bike. Ew jî heta nefes di wan de heye dikin qêrîn, da ku xelk dengê wa ên xweşik guhdarî bikin. Tırsa mirinê pîs e lo. Ku bêjin Qorona çûye li ber derîyê bihuştê sekinîye tu kes naçe bihuştê. Aha mesele eve. |
|
04.04.2020 00:39 |
zanyarêbêdiran
![]() |
![]() |
sepana ferhenga tirşikê [3] |
![]() |
sepana ferhenga tirşikê [9] |
![]() |
koma sê bira [4] |
![]() |
tirşik forûm [1] |
![]() |
xebitîna dersê [1] |