Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
anna karenina - tirşik
anna karenina
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hemû malbatên bextewar dişibin hev, lê çîrokên her malbatên ne şad li gorî xwe ne. (hevoka destpêkê)



pirtûka lev tolstoy ya di navbera 1873-1877'an de nivisandî ye. Pirtûk du serpêhatiyên cihê yên evînê ku di navbera tebaqeyên arîstokrat ên uris de pêk tê ji me re vedibêje. Bi herî kurt meriv wiha dikare romanê rewa bike; zewacek bi dil û tekûz û hezkirinek ku civak qebûl nake. Nivîskar herdû awayên hezkirinê dide ber hev û helbet hêla xwe jî diyar dike. Ji xwe tişta meriv acis dike ev hêla nivîskar e. Di pirî deran de nivîskar dikeve navberê û ji xwendavan re waz dide. Ev dersdayîn di beşa dawî de zêdetir derdikeve ber çav. Di vir de behsa bawerî û aramiya hundurîn dike.



fyodor dostoyevskî ji bo vê pirtûkê waha gotî: " li ewropayê di vê serdemê de tu berhemek ku dişibe anna kareninaya bêhempa û nemir, nikare pê re were muqayese kirin."



Dema ku roman tê weşandin peyamnêrek ji Lev Tolstoy dipirse ku; "Cenabê we di vê romanê de dixwaze çi bibêje?"

Lev Tolstoy jî wiha lê vedigerîne: "Bo ez bikaribim min xwestiye di anna karenina de çi bibêjim divê ji serî hetanî binî ji we re bixwînim." Bo ku ez jî li vir binivisînim ku roman çi vedibêje dibê bi tevayî ji we re bixwînim *



Welhasilî kelam min xwend evîna bê derman ya anna karenina. Bi tevayî 1051 rûpel. Ku kesek nîyet bike bixwîne bile wergera weşanên timaş nexwîne, ji ber ku xeletiyên nivîsê gelek tê de hebûn.



20.06.2016 10:01 ~10:09 | xewnname

2. yek ji pirtûkên lev tolstoy e ku heman demê de ji alî otorîteyan ve wek romana herî baş tê diyar kirin. mînakek a klasîzmê ye. li gor min romanên çêtir hene.



20.02.2020 14:20 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» annabel lee

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî