1. eyarê bizinan ya ku tê de mast dikilînin an dikeyîn an kil dikin û jê dew û nivîşk û rûn çêdikin.. wekê din jê re dewkil û nehêre an nihêre û sirsûm jî tê gotin.. nehêre ne ji eyarê bizinan lê ji dep û daran tê çêkirin.. bi qasê ku ez zanim pêşiyê mastê xwe dikin di meşkê de paşê bi qasê 40-50 deqeyan bi ser hev û bêyî navber meşkê xwe dikeyînin heta ku rûn bi ser mêst bikeve.. ji wî rûnê bi ser mêst ketî re dibêjin nivîşk û paşê nivîşkê bi ser mastî ketî jî dihelînin û kefa bi ser nivîşk ketî davêjin û jê rûn çêdikin.. di ber keyandina meşkî re gelek gotin û mamik û stran dihatin gotin.. lê mixabin ji ber ku edeta keyandina meşkê di nav kurdan de radibe ev gotin û stranên di ber keyandinê re dihatin gotin jî biço biço ber bi windabûn û jibîrçûnê ve diçin.. |
|
21.08.2013 14:14 |
endazer
|
2. ji eyarê an postê mîhan bizinan..hwd çêdikin.. dema berê Runê pêzê bi meşkan çêdikirin...ji bo çêkirina qeşkê dew hewce dibû vê jî bi meşkan dikirin...lê edî cihê meşkê makineyan dikartînin.. |
|
03.05.2014 19:31 |
havka
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |