Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
trt world - tirşik
trt world
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. televîzyona fermî ya tirkiyê ye ku ji bo raya giştî ya dinyayê hatiye vekirin.

berê trt int hebû, piştî girtina wê ev şûna wê hatiye vekirin. berî heftiyekê lê rast hatim, weşana wê biqalîte ye. yanî ji aliyê televîzyonkariyê ve... nexwe trt dîsa trt ye.

îngîlîzîya xebatkarên wê gelek baş e. sedem ew e ku gelek ji wan jixwe ne tirk inî yên tirk jî li derveyî welêt hatine dinyayê û li wir mezin bûne.

neyse. xwezî me jî televîzyonek wisa hebûya.

bila ev hesûdiya me bibe nezer û li trt worldê bikeve qet nebe!



16.06.2016 02:02 | simurg56

2. qenala ku naveroka wê virt û vala ye, ye. ji bo tirkiyeyê paqij û bêguneh bidin nîşanê dinyayê xwe didirînin lê şîroveger û pisporên ku dibin mêvanê vê qenalê jî bi zorek xuya pesna tirkiyê û erdogan dikin anjî nakin.

ingilîziya wan jî bi devoka brîtanyayê ye. û zimanê karker û axaftvanê wê qenalê pir baş e. li jor jî hatıye gotin, bipiranî ji welatên derve ne.



18.01.2019 08:47 | xelîl

3. Hema Hema bi her awayî kopyaya bbc ye. wek markayek an fîrmayek mirov lê binêre, pir biserketî ye. ne wek marka/fîrmayên li tirkiyeyê ye.

berê bbc hebû, dû re al jazeera english derket û pişt re jî trt world ku her sêyan û kanalên wek wan heya êvarê reklama xwe û ya şirîkên xwe dikin. û ser de jî xerabiya (!) dijberên xwe nîşanî dinyayê didin ku jixwe armanca vekirina kanaleke navnetewî jî ew e. ev tişt tişteke pir giring e bo dewletan. ewqas pere bilasebeb naserifin. ji bilî nûçeyên siyasî, ne hewce ye mirov bêje, bêguman nûçeyên kêfxweşî û yên bêxem jî amade dikin.



25.06.2023 23:34 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» trt world
» world kobane day

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî