Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; stranên farsî
peyamên çepikkirî

117877.


iraniyan wan rojên dawî wê strana pir parve dikin.
dibe ku pêwendiyek bi rewşa vîrûsa korona sebeb bûye çêdikin.

straneka stranbêjê tacîkistanî, Nigora Kholova ye.

hevelek ji kurmancên xorasanê, berat qewîendam
gotinên wê stranê bi kurmancî wiha nivîsiye:

***
Bajar vala, cade vala, kuçe vala û mal vala ye
Cam vala, sifre vala, saxer û peymane vala ye
Dost û nas û bilbilan kom bi kom koç kirin
Bax vala, baxçe vala, şaxe vala û hêlîn vala ye

Ax ji vê dinyayê ku yar ji yarê ditirise
Kulîlkên tî ji Gulzarê (Gulistan) ditirsin
Kesê aşiq ji hevdîtinê ditirse
Tilliyên 'Xunyageran' (sazjenan) ji têlên sazê ditirsin
Siwarê çeleng ji cadeya ripîrast ditirse
Ev tebîb (bijîşk) jî ji dîtina nexweş ditirse

Saz hatin işkestin û derdê şa'iran gellek zêde bû
Me bi salan libendêmaneke dijwar derbas kir
Nas hemî bûn nenas
Dema min got Belê, bû Bela
Ez giriyam, ez nalîm û min xwe avêtiye berxtê her kesî
Min lib libê kevirên holika xwe ya kavil bi ser xwe ve werkirin
Lê;
Xema tu kesî nebû (av ji ser avê neherikî)
Tu raketiyek ji xewê şiyar nebû

Kanî zuha bûn û deryayê westiyana xwe hilanî
Asimên guh neda çîroka me
Cam û piyale vala man, evîn bêhemêz ma
Kes guh nade min û nalînên min

Were ta ku karwanê çûyî dîsa vegere
Were ta ku dîlber bi naz bên
Were ta ku mitrib û sitran û saz bên)
***



01.06.2013 01:27 | simurg56