Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 29 peyam
stranên farsî - tirşik
stranên farsî
(1) (0) (13)
di mijarê de bigere

1. xweştirîn newayên dil ji aliyê pismam û dotmamên faris ve hatine gotin.



yek ji wan:










2013.08.21-01:43 | terkexem

2. muhsîn namcu herî başÊ.

Yekî bigrin:










2013.08.21-13:50 | soraxwin

3. Shafin Najafi:












2013.10.07-21:41 | arami

4. darya dadvar - navai












2013.10.07-22:00 | endazer

5. gava te darya dadvar Û farsÎ di yek hevokÊ de bi kar anî dive ko tÛ goş bidi 'serzeminÊ men'. ew mina marşa zebanÊ farisi ye.

ahan jÎ li vir e:

http://www.youtube.com/watch?v=CDAh6sD5GY4



2013.10.07-22:36 | cinorek

6. Muhsîn nemcû http://youtu.be/CoTqP3BxtWw



2013.10.07-22:46 | ceso

7.









iraniyan wan rojên dawî wê strana pir parve dikin.
dibe ku pêwendiyek bi rewşa vîrûsa korona sebeb bûye çêdikin.

straneka stranbêjê tacîkistanî, Nigora Kholova ye.

hevelek ji kurmancên xorasanê, berat qewîendam
gotinên wê stranê bi kurmancî wiha nivîsiye:

***
Bajar vala, cade vala, kuçe vala û mal vala ye
Cam vala, sifre vala, saxer û peymane vala ye
Dost û nas û bilbilan kom bi kom koç kirin
Bax vala, baxçe vala, şaxe vala û hêlîn vala ye

Ax ji vê dinyayê ku yar ji yarê ditirise
Kulîlkên tî ji Gulzarê (Gulistan) ditirsin
Kesê aşiq ji hevdîtinê ditirse
Tilliyên 'Xunyageran' (sazjenan) ji têlên sazê ditirsin
Siwarê çeleng ji cadeya ripîrast ditirse
Ev tebîb (bijîşk) jî ji dîtina nexweş ditirse

Saz hatin işkestin û derdê şa'iran gellek zêde bû
Me bi salan libendêmaneke dijwar derbas kir
Nas hemî bûn nenas
Dema min got Belê, bû Bela
Ez giriyam, ez nalîm û min xwe avêtiye berxtê her kesî
Min lib libê kevirên holika xwe ya kavil bi ser xwe ve werkirin
Lê;
Xema tu kesî nebû (av ji ser avê neherikî)
Tu raketiyek ji xewê şiyar nebû

Kanî zuha bûn û deryayê westiyana xwe hilanî
Asimên guh neda çîroka me
Cam û piyale vala man, evîn bêhemêz ma
Kes guh nade min û nalînên min

Were ta ku karwanê çûyî dîsa vegere
Were ta ku dîlber bi naz bên
Were ta ku mitrib û sitran û saz bên)
***



2020.02.29-20:56 ~21:01]| cinorek

8. Di nav kurdên me yên xwende de guhdarîna stranên eceman gellekî popûler e. Nemaze Mohsen Namjoo, mînoo javan, Darya dadvar, farîd Farjad... Dilê min jî bi wan qayîl e. Xwediyê mûzîkeke henûn û bi tesîr in.



2020.03.01-17:51 | xeyda

9. Ez farisî nizanim lê belê bi rastî hinek stranên wan pirr bi bandor in. Navê wan ne di bîra min de ne.



2020.03.01-20:40 | xabûrî

10. Stranên ku tirk bin de dinvîsin xwe qurbana wan dikin e ku stranên kurdî guhdar dikin bênamûstiya xwe didin der.
stranbêjeke faris mohsen yeganeh;











2020.03.01-22:14 | brzn

11. stranên nûciwanîya xwe de li min xweş dihatin lê niha ji ber zêde ajîtasyon û xwe çirrandin tê de heye êdî qet estetîk û wek hunerek serkeftî nabînim.



2020.03.01-22:29 | hespêsor

12. Ez farsî nizanim lê dema stranên farsî godar dikim ji sedî bîst têdigihêjim



2020.07.06-11:05 | keyomerd

dengdanên dawîn (Yên Din..)
rojên temaşekirina fîlmên kurdî [1]
Ew roj in ku wê tirşikvan û şopînerên din yên (vbnr: koma wergera fîlm...
milad hannibal [1]
rapbêjekî soran e ku ger li tirkiyeyê bijiya niha ji ber vê strana xwe...
google adsense [4]
servîsa googleê ku êdî piştgirî nade zimanê kurdî û gelek zimanên din ...
zanîngeha rojava [3]
Bi riya înternetê konferansek bi noam chomsky re çêkirine û li...
lawij [3]
Lawij, bi Kurtasî nivîsarên eşqa Xwedanî ye. Jin û evîniya cîhanî têde...
belki ev jî bala te bikişînin
» stranên dimilî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî