1. Ev cure evîn min gelek cara bihîstîye ku di nav civaka me da qewimîye lê mixabin gelek caran kesê/a evîndar ji ber nerazîbûna civaka xwe vê yekê aşkîra naket û hema dilê xwe da diveşêrît lê heçî dengê dile û di dilê evîndar de asê namîne vaye digehije guhê me jî. Hinek dibêjin ev cure evînê de eger yên temenbiçûk û evîndar xort bît îhtimalek mezin ev hest ji ber ku xort di zarokatîya xwe de ku ew hesta hezkirinê ji alîyê dayîka xwe vê divîyabu bihata têrkirin ku nehatibe têrkirin zarok dema xort dibe hingê vî daxwaza xwe ya derahîşê bi evîndarîya yekê ji xwe mestir têr diket lê bê ku haya wî jî vê rewşa kambax a paşeroja xwe hebe. Axkî sedem her çi bît hestek safî û veşartî ye. Lê ji ber ku mîna evînek ûtopîk e xwedê sebirê bide... |
|
06.06.2016 23:14 ~23:15 |
azad30
|
2. tiştê pirahî qîz dikin dil berdidin yekî jixwe meztir nizanim xwe hewcehî parastinê dibînin an difikirin dibêjên ewê malê baş îdare bikin, jiber zû jihevda dipelişin pîrdibin.., |
|
06.06.2016 23:34 ~23:47 |
shorbevan
|
3. Wek hevalê shorbevan gotî, rast e, piranî qîz ji bo hezkirinê kesên ji xwe mezintir dihilbijêrin lê gorî min ne ji bo parastinê filan e. Mixabin sebeb ev e ku hevalê mêr hebkî dereng mezin dibin. Mesela pir hindik hevalên min hene -hevaltiya "normal" jî dahîl- ku qasê min yanê 20 salî ne û ez bi wan re demeke dirêj rûdinim û xeber didim. hevalên min yên mêr Piranî ji min mezintir in. |
|
07.06.2016 00:10 |
gulêê
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |