Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
gava tiştek nayê bîra min li ser tirşikê binivîsim - tirşik
gava tiştek nayê bîra min li ser tirşikê binivîsim

Navê mijarê ya ewil ev bû:çima di tirşikê de tişt nayên bîra min ku ez binivisînim?
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sedema ku ez jî nizanim. yek caran qasê seatek di tirşikê de dimînim li dev û dor dinêrim lê tişt nayê hişê min ku ez binivisînim. Nizanim li ba kesê din jî tiştek wiha heye an na?



03.06.2016 17:48 | xewnname

2. Carna we'l min jî têt. Carna dema ku Dikevim tirşîkê difikirim ku tiştek binîvîsim lê tiştek naête bîra min wextê wisa çêbu 'turek' di nav tirşîkê diavêjim û derdikevim, carna jî(zêde cara) ger kes tirşîkê de online nebe xwe tenê hîs dikim bayek sar laşê min digire û derdikevim...



03.06.2016 18:25 | azad30

3. derdê hemû tirşikvanan e.

ji bo vê problemê çareseriya min telefona min e. weke mînak ez ji bo notgirtinê, sepana gnotes bi kar tîinim. li wir noteke min heye bi navê "mijar". dema tiştek were bîra min, ez li vê notê zêde dikim. carina ew tişt bi heftiyan li wir dimîne. di wê pêvajoyê de yan wê mijarê vedikolim yan jî ew mijar xwe bixwe di mejiyê min de amade dibe.

dema dikevim tirşikê û tiştek neyê bîra min, wê nota xwe vedikim û ji bo nivîsandinê tiştinan dibînim.



03.06.2016 22:41 | simurg56

4. yê min tên bîramin derdek wisa li ba min tune lê dema min zêde kurte kîbe di cîhê minde ewê wekî gêjê binivîsîne * carna ez dibînim ku tirşik valaye kes tune ez jî difikirm ji xwe dipirsim gelo yê tiredîn ez tenême ?kêfa min jî dişkê.. lê ez dikarim bibêjim di projêya minde hemû peyvên ferhengên kurdî li tirşikê zêde bikim di virde ez hê di peyva abajûr ûna abakus dame êdî fikirandin li we û gotinên prahîya stranên seîd gebarî, şakiro, bilind îbrahîm binivîsînim............... ha vî tiştî jî heye dema meriv li tirşikê çiqas nenivîsîne meriv hewqas (stur: li hev hişk dibe..rojê peyamekî be jî divê meriv binivîsîne daku meriv li hev ne qerime..



03.06.2016 23:04 | shorbevan

5. (bnr: kul û derd)



07.06.2016 02:12 | xwelî li ser

6. Pirsgrêka min jî ye . dema tiştek tê bîra min , dikim mijarê vekim, ew çiye! Ew mijar (axlebe) min bixwe berî niha vekiriye! Carinan jî pîştî vekirina mijarê peyameke teybetî ji min re tê. Dîse û dîse ew çiye! , Peyam ji aliyê tirşikê ve hatiye şandin. Ew mijar min ji xwe re kiribû kul û derd berî niha!

Yanî îda kahnî zuwa bûye. Dûbare dikim...

Vêca divê ez kêmtir, lê tijîtir binivîsim.



29.12.2017 04:28 | gumgumok

7. Ne yeqîn im ku tiştekî wilo çêbibe lew bi peyvan ve eleqedar im loma jixweber mijar tên bîra min.



26.02.2019 18:47 | yusiv hemed

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» gava diyarkera lezê
» tiştekek ecêb
» nayê bîra te pîra te
» bîranînên tirşikvanan yên dewlemendîyê
» min dî ji xeflet cam di kef
» serma
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: yendin tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî