1. Her çiqas di whatsappê de gellek kom hebin jî ez ji smsan pirrtir hez dikim. Hindik emojî hene û serê mirov rehet e. Di whatsappê de her roj emojiyên nû tên tevlî kirin, karê te nebe li wan binêr. Gora rewşê emojiyan hilbijêre filan qet ne gorî min e. Hem sms garantî ye, whatsapp înternet nebe bi kêrî tişteke nayê. |
|
03.06.2016 16:37 |
gulêê
|
2. Kesên ku telefona wa ya jîr hêjî nîne ye. |
|
04.06.2016 15:19 |
nan û av
|
3. (bnr: şert û merc) |
|
04.06.2016 22:03 |
shorbevan
|
4. ger di heman demê de ew mirov bin ku peyamên wan tenê ji 2-3 peyvan pêk tê, wê demê divê werin lêdan. |
|
04.06.2016 22:29 |
simurg56
|
5. kesên wisa mane yan na.. nizanim.. |
|
15.07.2018 11:59 |
bûtîmar
|
6. android bîna www.whatsapp.com whatsapp webê malpereke çêkir meriv dikare pê kompûteran jî mesajên bişîne bixwîne pêşî pê kompûterê dikevî malpera www.messages.android.com ê paşî pê sepana mesajên têlefonê koda qr nîşanê ekranê kompûterê dikî ekraneke bîna WhatsApp webê derdikeve pêşberî meriv. Ji berê rehettir e lêbelê ji aliyê mobîl ve bikaranîna sms an hê bîna WhatsAppê rehet nîne. Gereke bikaranîna sms an sepaneke serbixwe be. |
|
15.07.2018 14:42 |
mîr
|
7. Ê wele bo min sms xweştir e. WhatsApp her gûyî dibêje. Peyam çû an neçû. Hat dîtin an nehat. Di. Sms ê de derdê wulo tine. |
|
16.07.2018 12:41 |
xwelî li ser
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |