Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
keleşo - tirşik
keleşo
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kilamek xweş ê. Govendên bê mûzîk dikarin distrin.

Gotina wî:

keleşo lo bêdaro

weylo lolo lolo weylo lolo

keleşo lo bêdaro

yar dilemin emrête

tim reşe dil xedaro

weylo lolo lolo weylo lolo

tim reşe dil xedaro

yar dilemin emrête

keleşo lewengîyo

weylo lolo lolo weylo lolo

keleşo lewengîyo

yar dilemin emrête

ne kalim ez ne kalim

weylo lolo lolo weylo lolo

xortekî çarde salim

yar dilemin emrête

ne kalim ez ne kalim

weylo lolo lolo weylo lolo

dengbêjim temburvanim

yar dilemin emrête



01.06.2016 03:08 | m.d.amust

2. strana ku heta niha min haw zanibû dibêje keleşo nobetdaro ye.



01.06.2016 09:54 | bûtîmar

3. Ez dibêm kurdan ji xeynî peyva "êşê" herî zêde ev peyva "keleşê" şixulandiye *



01.06.2016 11:36 | hew

4. straneke gelêrî ye, ku rêzika ewil gelekî tevlîhev dikin:

-keleşo tobedaro???!#$? (tobedarê çi law?)

-keleşo lo bêdaro??????????? (çawa çêbû, hêdîka kuro, mirov evqasî ji ber xwe nabêje * lo bêdaro çi ye vêca)



keleşê rastî nobedar e. we feqîrê xwedê kire her tişt.



keleşo nobedaro wey lo lo lo wey lo lo

lawiko nobedaro yar dilê min emrê te

(...)



ji dengê zadina şakir û hemîdê mecît guhdar bikin, hûn ê jê têr nebin:



01.06.2016 15:10 ~15:18 | xendekî

5. bi navê mele îsa an kuriko jî tê zanîn.
straneke hingî xweş e kî beje, dengê xwe lê biceribîne, lê tê.
gotinên stranê li gorî yê dibêje û devera lê tê gotin hinekî ferq dike.
ji kalan mûzîkê albûmek bi navê van'dan yerevan'a (ji wanê heta yerevanê) bi hevkariya dengê du xanimên bi navê dengbêj gazin û aşik leylî derketiye. dengbêj gazin vê stranê bi kurmancî dibêje û aşik leylî jî bi versiyona wê ya bi ermenkî lê vedigerîne.


kuriko mele îsa
wey lo lo wey lo lo
çû çiyê çilo birî
can dilê min emrê te
das lê da gustîl birî
çû bajêr yek jê kirî
can dilê min emrê te

(bilinmeyen dil ;)

kuriko nobedaro
wey lo lo lo wey lo lo
tu ji nabê (dibe ku ''tişt nabe'' be jî) were xwaro
can dilê min emrê te
heta hat jin jî mirî
wey lo lo lo wey lo lo
kim danî hûr hûr girî
can dilê min emrê te.

(bilinmeyen dîl ;)





herdu rêzikên dawîn

heta hat jin jî mirî
kim danî hûr hûr girî

dema guhlê dibim xemgîn dibim, gelekî li ber dikevim, di jiyana xwe ya rastî de jî carekÎ bûm şahidê giriyekî wekê yê di gotinên stranê de mêr û hûrhûrkî, kum jî li aliyekî.



26.05.2017 21:43 ~21:44 | endazer

6. Ez ça vê kelîmê dixûnim bêhemdê xwe dilê xwe da dibêjim nobedaro weyla law law... *



27.05.2017 12:45 | bûtîmar

7. (bnr: m16o)



24.05.2021 09:37 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» keleşo

Kategoriyên mijarê:: cand muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî