Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
zülfü livaneli - tirşik
zülfü livaneli
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. heta niha çawa li ser navê wî mijar venebûye ez şaş mam.

camêrî him helbestvan e, him romannivîs e, him hunermend e.. çi bêjî ji destê wî tê.

helbestên wî gellek stranan re bûne gotin.



welhasil îro di îstîfaya xwe daye unesco yê.

gotîye:

alîyekî li surê xezîneya dîrokê tê hirşandin û xelas kirin,

alîyekÎ va jî hun dibêjin were em li stenbolê mijara ''axaftinên parastina mîrasa çanda cîhanê'' bikin!

eva durûtî ye.

û îstÎfaya xwe daye.

helal be camêrî ra.



26.05.2016 01:05 | bûtîmar

2. Unesco re ji ber Surê gotinek xweş aniye ser zimanî. Pirtûka wî ya "Serenad" pêşniyar dikim ji bo hevalên nexwendiya re.



26.05.2016 12:14 ~12:24 | behdînan

3. yek ji kemalîstên humanîst e.



26.05.2016 12:21 | nazim tolhildan

4. hûmanîstî ne tişkî piçûk e hevqas jî. meriv zû zû nabe hûmanîst, bi gotinekê.



26.05.2016 22:40 | serdem herdem

5. mahmut baksi di pirtûka xwe ya bi navê "kürt gözüyle yılmaz güney" de behsa Livaneli dike. Waha dibêje; dema yılmaz güney li tirkiyeyê di girtîgehê de bû, livaneli û tuncel kurtiz li siwêdê derbarê Güney de bernameyek çêdikin û jê re dibêjin "rejisorê tirk" Mahmut baksi vê qebûl nake û ji Güney re xeber dişîne. Baksi wê demê dibê ku livaneli bi navê "sazcı ömer" dihat naskirin lê ji ber ku elewî ji navê Omer hez nakin navê xwe guherand. Li gorî baksi dibêje, livaneli wê demê faşistek tûnd bûye û têkiliyê wî bi dewletê re Hebûye. Û dîsa li gorî baksi piştî ku Güney ji hepsê derket ji ber van kiryarên wan livaneli û kurtiz dide ber rexneyan. Welhasilî kelam dêvê meriv van li ber çav bigire.



26.05.2016 23:52 | xewnname

6. nivîskarê romana engereğin gözündeki kamaşma ye.

dema min vê pirtûkê xwend, qet hêviya min ji nivîskariya vî camêrî tune bû lê piştî ku min xwend, fikrê min gelek guherî bû.



27.05.2016 00:24 ~00:24 | simurg56

7. Min di tirşikê de peyamên ev qas pêkenî û qeşmerî yên weke ku di binê vê mijarê hatiye nivîsandin nedîtibû. Lawo çi sûdê wî rûçelaqî gihiştiye kurda ka yekî bêjin. Çeqelekî dîmendarî mirovperwer e. Ji bo xaniyê xwe dixebite û libinên me jî bi yeko yeko diçirpîne. Çawa difikirin eceba, wilo wek haya me nîn e guman dikin? Tu çand û hunerê me yê ku bi zora belayê hatiye heta vê demê mêşandin bidê ber xwe û bibê em jî pê nehisin? Hem jî tu mirovhêz bê. Evan zehf aqildar in tenê bê eql em mane bi xwedê. Mirovperweriyê xwe jî raje û here. Hêdê, hilê ji wir.
cengiz özkan/99357



26.05.2017 22:46 ~2017.06.04 22:00 | rûbar

8. nivîskarê ku heya îsal jî min qet pirtûkê wî nexwendibû, ji ber nasnameya wî ya muzîkjeniyê min wî wek nivîskarekî zêde nedidît. lê piştî min çend pirtûkê wî xwendin kêfa min ji pirtûkê wî re jî hat. heya niha min romanên wî yê ku min xwendine; husursuzluk( çîrokeke ku li mêrdînê derbas dibe dike), engereğin gözü , kardeşimin hikayesi.

romana wî ya ewil ku min xwendibû, kardeşimin hikayesi bû ku bi dawiya çîrokê ez matmayî hiştibûm.



13.07.2022 20:00 | merwano

9. (bnr: lütfü zivaneli)



14.07.2022 18:03 | bûtîmar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol