1. Kodê otobesa ku anha lê siwarbûyî me. Ev otobes qase 500t nebe jî têrî xwe li Stenbolê digere. Dema ku ez diçûm lîseyê çar salên min bi wê re derbas bû. Otobeseke ecêb e. Dema lîseyê pir kêm diçû û dihat. Ji ber vê yekê gellek caran derengî dersê dimam. Tabiî wî caxî ev otobesê nû tunebûn. Yekê sor û pir kevin hebû. Rojeke agir pê ketibû, em Nîvê rê de mabûn filan. Axx ciwaniya min hat bîra min. |
|
16.05.2016 11:00 |
gulêê
|
2. otobêsa dema ku rast dihat pê diçûm zaningehê. ji bo min xêra xwedê bû. ji ber ku dema ku ev otobês tinebû encax 2 heb otobêsên din ve diçûm zaningehê. lê weke ku li jor hatiye gotin kêm bû. ji ber wê kes benda wê otobêsê nedima, bi avayî dema rast dihat di heman demê de vala dibû û mirov dikaribû cîhek bibîne ku rûnişte. |
|
16.05.2016 11:19 |
nazim tolhildan
|
3. hatina wê, dereng mana wê, ketina wê ya kuçe û kolan û cadeyên jibirbûyî, kevnbûn û bi ser de bi serê xwe hebûna wê pirsgirêka herî mezin e. meriv li gorî vê otobisê nikare plan û bernameyên xwe rê bike. dibe ku bibe navgîna duyem ê çûnûhatinê, ne yê yekem. |
|
16.05.2016 11:51 ~2017.04.07 22:07 |
biruya hayao miyazaki
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |