Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
hatchback - tirşik
hatchback
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cureyeke bagajên erebeyan e. di nav sê cureyande ya herî teng e. di warê dîtinêde hinekî dişibe station wagonan lê ji wê tengtir e û erebe ji wê kurttir e. ji bo kitekitan Here lînkê

ji bo mînak: volkswagen polo



10.05.2016 23:02 | azadixwaz

2. erebeyên xweşik in. (bnr: opel astra hb 1.4t)



17.09.2016 00:39 | berxweda

3. cureyeke erebeyan a ji ber piçûkbûna wan piranî ji aliyê jinan ve tê ajotin e.



19.09.2016 12:04 | nazim tolhildan

4. cûreyeke qûna erebeyan e.

yên ku qûna wan dirêj e jê re sedan dibêjin, yên ku qûna wan kurt e, yanî bagaja erebbê jî bi cama paşîn ya erebeyê xelas dibe, ji wan re jî hatchback tê gotin.

ji xeynî van station wagon heye, em dikarin bibêjin ev jî yekbûna hatchback û sedanê ye. erebe mîna sedanê dirêj e, lê bagaja wê mîna hatchbackan bi dawî dibe.



sedan: Here lînkê

hatchback: Here lînkê

station wagon: Here lînkê



bikaranîna hatchbackan hêsantir e (parkkirin fîlan), loma jin hema bêje her tim wan hildibijêrin. lê tabî mirov nikare bêje erebeya jinan e. tiştek wisa tune.

hatchback ne tenê segmenta b'yê de heye (renault clio, peugeot 206-207, vw polo vs.), di segmenta c'yê de jî heye (ford focus, renault megane, citroen c4, mazda 3, peugeot 308 û hwd.)



bi qasê min dîtî, di segmenta b'yê de di navbera versiyonên hatchback û sedan ya heman modelê de ji aliyê firehiya bagajê ve ferqek heye. yanî yên sedanan firehtir in. lê di segmenta c'yê de bi ya min mezinahiya bagajên wan mîna hev in. ji ber ku di hatchbackan de devê bagajê bi cama paşîn ya erebeyê vedibe, bi ya min bikaranîna wan xweştir e. loma ez ji erebeyên hatchback zêdetir hez dikim. tîpên wan jî xweşiktir e li ber çavên min.



19.09.2016 17:48 ~17:49 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» hatchback

Kategoriyên mijarê:: jiyan teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî