Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
siya şevê - tirşik
siya şevê
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. serkeftîtirîn koma ku di van salên dawî de bi muzîka xwe ya henûn û xweş-rock zêde, bi sê albuman jî navdar nebûye mixabin. bila nivîskarên tirşikê kampanyaya piştgiriya vê komê li dar bixin, ez ê qutiya tutina xwe bifiroşim û piştgiriyê bidimê. soz, soza mêrên berê.



19.08.2013 04:20 | terkexem

2. heya nûha sê albûm derxistine.şirintêRe koma ne li ber dilê min.solîstê wê birêz gökçe baş bi kurdî nizane.lê ev yek awayê sewt û fonetîkê de xweşiktir dike stranan. caran hin kêmasiyê piçûk di hûnerê de dibe avantaj.(bnr:devoka ciwan haco a torî ku hertim tîpa a yê bikartine )



19.08.2013 11:53 | tivirloismail

3. endamê wê komê Serhat temel niha vekilê şaredarê Batmanê ye



19.08.2013 14:21 | babayaro

4. koma dile min...



28.09.2013 22:05 | hozanagirîn

5. "sê kûçikê birçî"



28.09.2013 22:46 | newenda

6. yek ji komên serkeftî ên rockê ye. û yek ji endamê komê serhat temel di heman demê de, cîgirê şaredarê batmAnê yê berê nejdet atalay bû.



29.09.2013 03:25 | seydayê_peyvan

7. koma ku nizane xwe bide nasîn.

(bnr: ji raperîn baştir e lê bi qasî wê ne navdar e)



16.10.2013 17:13 | gernasnenas

8. navê wê koma muzîkê ye ku demekê bi gotinên xwe yên wekî:



lê lê şev derew e

reş û spî derew e

tu xewn î xewn derew e

were min bixapîne



em di nav kevirên aşê êşan de dihêrandin



16.10.2013 20:26 | eznelomeezleme

9. bi min dixwazin hinek undergrand bişuxulin lê zehf amator dixwuyên ev ne baş e. çewt neyê fêhm kirin: Mûzîka dikin gelek hêja û serketî ye..



16.10.2013 23:27 | rexnegirêtagirtî

10. niha muzîka kurdî ya herî baş evin. li muzîka rock derdixin. mixabin li kesî ve grubê nasnakê. solîstê wa gokçe baş kurdî dizanê. disa mixabin gel ê me pey quna şahê bedo diçin.bila qurbana we grubê bibin. . serkeftin ji wan re. çiya bê stran na be.



13.11.2013 21:49 | rêzan

11. koma ku bi strana "meşa şevê" ya ku tê de gotin tune ne, aramiyê dide mirov.

(bnr: tiştên ku aramiyê didin mirov)

min vê komê bi klîba strana şikestî nas kiribû. stran gelekî xweş bû klîp jî gelekî serkeftî bû. ji bo stranên kurdî cara yekem bû ku min klîbeke wisa dîtibû: bi efektên komputerê hatibû çêkirin ku ji bo komeke wisa nû ya kurdî, têra xwe serkeftî bû.

stranên wan yên weke derew e, yasemîn, zeryê, dûr û hwd. yanî hemû stranên wan, gelekî xweş in.



13.11.2013 21:57 | simurg56

12. (bnr: li Êlihê konsera siya şevê)



30.04.2014 16:52 | xwelî li ser

13. (bnr: li amedê konsera siya şevê)



30.04.2014 16:57 | xwelî li ser

14. koma ku li ber çavên min reş bûye. lewra ji rûyê wan hesabeke min ê 8 salî yê youtube-ê hate girtin. hesabê min xwediyê 2 hezar aboneyan bû nêzî 100 vîdyo tê hebû. heke ku min vîdyoyeke wan an jî straneke wan li hesabê xwe zêde kiriba min ê bigota 'bila canê wan sax be!' lê na! raperîn xanim çûye strana wan ê bi navê "derew e" stiriye min jî dîmenên konserê ya raperîn li hesabê xwe bar kiriye û lê weşandiye. Siya şevê jî nizanim ji bo çi bi henceta "binpêkirina telîfê" giliya min kirine û bûne sedema asêbûna hesabê min. heyran heke ku derdeke we bi raperîn re hebe herin pê re biaxivin ma çima serê min diêşînin.heke binpêkirineke telîfê hebe yê ku ked û taba we binpêkirî ne ez im heyrana siya we û şeva we. heyfa min nayê li wê heyfê, heyfa min tê li wê heyfê ku heman vîdyo ji aliyê bi dehan kesan ve li youtube-ê hatiye barkirin Û niha jî di weşanê de ne, lê çima ez?!



22.06.2014 00:34 | oxir

15. mûzîkjenên ku hesabê min ê youtubeê jî ji ber wan, rastî hişyariyek hat. min vîdyoyan jê birin û çareser bû.



22.06.2014 11:56 | simurg56

16. oxir, bêje oxir be ji hesabê xwe re :D



22.06.2014 16:27 | gernasnenas

17. koma ku di youtubê de çima min 2 vîdeoyê wan lê bar kiri ye hişyariyê, wek hevalên din ji min re jî şandiye gokçe selîm beg. albûmên xwe belaş didin guhdarvanan, dixin lînkên înternetê û belav dikin, dibêjin çavên me ne li peraye, lê belê ev hişyarkirina rakirina vîdeoyên wan qet neket serê min!



yek ji wan di twîtterê de an di hesabê facebookê de li ser vî tiştî me ronî bikiria ew ê baş bûya, derdên wan çiye. em dikarin vîdeoyên wan tevda rakin, ne pirsgirêke, bila xwe aciz nekin. û me jî aciz nekin!



22.06.2014 19:09 | giyanstêr

18. NE BûNE SEBEB KU HESABÊ Min ê yotubeê bê girtin, lewra hesabekê min ê çalak ê youtubeê nîne.. min niha li ser youtubeê navê siya şevê da ber ger û geşt û seyranê, ji xeynî du an sê hesaban hemÛ vîdeoyên li ser youtubeê yên kanala siya şevê bûn.. yanî bi qasê dixweye dixwazin bi xwe stranên xwe ji kanala xwe li ser youtubeê parve bikin, ne bi destê kanalinên din.. û ev jî daxwazeke têra xwe rewa ye..



22.06.2014 22:33 | endazer

19. koma ku ez herî pir jê hez dikim e. Muzîka wan min ji min dibe.



her wiha Komê li ser albuma xwe nivîsek balkêş nivîsiye û "Çend kûçikên bajêr hatine ba hev, ji taldeyên herî talde de, di bin siya şevê de kom bûne. Ên ku guhê xwe vekin, ewê bibihîzin. . . " dibêje.



tenê şevger wan guhdar dikin..



25.10.2014 01:43 | berxweda

20. koma di paytexta dilê min de cî girtiye ye..



31.01.2015 00:02 | berxweda

21. (bnr: siya şevê/43164">siya şevê/43164)

Piştî vê saetê ji min re Kurdistanê jî ava bikin ti qîmeta wan li ber çavên min tine ye. Kengê ku têdikevim youtube-ê ew hesabê min ê ku ji rûyê wan hate girtin tê bîra min...



31.01.2015 03:39 | oxir

22. koma xwediyê vê muzîka delal in.







02.02.2015 23:15 | berxweda

23. Nemazê nivê şevê li gel çend şûşe bîra ez bi saetan guhdarî dikim. Komeke li pey tiştên nû ye. Tarza wan Rock e. Solîstê Komê gökçe ye ji Riha ye. Rojekî min pê re çay vexwar gazina ji miletê dikir û digot "milet dibêje gerek hûn radîkal bêjin. ê yaw ka ji Strana 'werin law' radîkaltir stran heye ". Mixabin saziyên Kurdan di organîzasyona de li şûna van camêran gazî Halit Bilgiç û yên wek wî dikin. Gelek stranên wan ên xweş hene . Strana wî ya "dilketî" 2 meh e zîla telephona min e .





02.03.2015 03:46 | mistefa

24. dengê solîstê vê komê ne zêde xweş e ya rastî dengekî xurt nîn e lê bes dîsa jî bi awayekî serketî dikare ji binê vî barî rabe..



13.09.2015 23:26 | ferhenga şikestî

25. koma li qoserê konser dabû. konser bi şev bû û bayê bakurr ê germa havînê dihat. kesên hatibûn guhdar bikin belkî sed kes tune bû.

lê ez wê şevê ji muzîkê têr bûm. û niha meraq dikim ez ê dîsa li ku li wan rast werim û guhdarî bikim.



14.09.2015 00:21 | berxweda

26. Koma êdî ez zanim ez bûme kêşê wan. Erê law 'divê werî' berî ez ji xwe herim.



06.12.2015 01:17 | berxweda

27. Here lînkê



06.12.2015 02:25 ~02:26 | mahîr amed

28. Koma ku di stranek xwe de dibêje " lê tu xeyal î , divê tu werî... "



06.12.2015 15:25 | biaqila malê

29. Gotinên strana siya şevê a dilketî :

Hêlek min bibe par
Hêlek min bibe sar
Hêlek min bibe ar
Star navêm ji te.

Bêje ku ez dînim.
Bêje ku ez nemînim.
Bêje xwe şermîne.
Bi dengê dilê xwe.

Derva li girtî me.
W'ez jî bi narî me.
Laşê min erdê be.
Bi destê dilê te.

Hesreta te bu kefen ji min re
Lê tu xem neke
Dema ku ez mirim
Wê hestîyên min,
Wê hestîyên min dê ji te hez bikin

...



14.04.2017 22:56 ~23:46 | bûtîmar

30. (bnr: Şev diçe)



22.08.2017 16:00 | bûtîmar

31. koma ku ji min ra du guha deyndar e *
min pirî stranên wana guhdar kir idî guhê min giran bûne.
ku wisa here barke ezê bere bere kerr bim.
wana elektro-gîtar min dane hizkirinê..
hine caran bixu bixu çinge çinga stranên wana xwe guhên min da diçingînin..



08.09.2017 11:38 | bûtîmar

32. (bnr: çûna te)



16.09.2017 15:14 | bûtîmar

33. (bnr: oxir be)



22.10.2017 14:40 | bûtîmar

34. (bnr: werin law)



08.12.2017 00:30 | bûtîmar

36. duh ne pêr şevê li Amedê bi organîzasyona amîdart'ê li eywana performansê ya gopalê derketin ser dikê.

konser seet 8ê êvarî bû lê seetek dereng destpê kir, ji ber di hundir de hate lidarxistin hinek bilêt îptal bibûn lê dîsa jî nêzîkî 100 kesî li wê eywanê hebû.

gelek kesên nas li wir amade bûn; brusk56, gulan, omer faruq baran, murad bayram, lal laleş, dilawer zeraq, rozasierra.blogspot.com, bilal guldem û gelek kesên din.

heta derengê şevê em bi siya şevê şevmest bûn. ji albûmên xwe yên berê distra û li gor agahiyên kulîsî wê pêşde albûmek nû derxin.



30.04.2018 18:58 ~19:00 | xendekî

37. albûmek nû bi navê 'li pey siya xwe' belav kirine. Mala wan ava. Bi vê albûmê, albûma nû ya ciwan haco li pey siya xwe hiştin.



26.06.2018 02:58 | nestêle

38. (bnr: siya şevê - li pey siya xwe)



07.07.2018 12:57 | xendekî

39. (bnr: na nebêje)



01.08.2018 13:03 | bûtîmar

40. tu tune yî, ez tune me lê!



06.08.2018 19:50 | xwelî li ser

41. (bnr: Şikestî)



11.10.2018 14:19 | bûtîmar

42. (bnr: xapîn)



13.10.2018 23:16 | bûtîmar

43. (bnr: tu xem nekşine)



08.05.2020 15:25 | bûtîmar

45. koma sereke, xwediyê cihekî cihê, xweser, serkeftî, serkeftin ji wan re



25.08.2020 00:36 | afa

46. Van rojên minê depresîf û xembar de li gel vê strana xwe derdan li min zêde dikin:





21.06.2021 20:22 | rizgarm

47. Koma ku cara yekem 2018an de çûme konserta wan. Du albûmên wan ên pêşîn miezzem in. Di vê şeva sar a Wanê de hey li strana (bnr: divê werî) guhdar dikim.





05.01.2022 01:21 | dewbir

48. Bi rastî dema ku min cara ewilî guhê xwe daye ez gelek hestîyar bûm û hêzên ecêp min da bûrî.
Stranên qedirbilind hene dema ku stranê da dibêjin "mirin paqijîyê" gelek gotinek bi wate ye.



05.01.2022 11:40 | aşvan

49. Koma rocka kurdî ye ku min herî zêde li vê dawiyê guhdarî kiriye. Taybetmendiya wan a herî balkêş ew e ku di stranên xwe de murx a taybet a Mezopotamya û Kurdistanê bi kar tînin. Rock bi mijarên wekî serhildan, hêrs, protesto re mijûl dibe, lê ev kom ne wisa ye. Di mijar û newa ên xwe de herî zêde kevneşopiyên kurdan bi kar anîne û tînin.

bijareyên min ev in:
xema kê Here lînkê
ji mîlena re name Here lînkê



27.06.2023 17:01 | horhorik

50. berî bi qasî mehekî bû, li amedê konser dan. cara ewil min li vir performansa wan ya zindî, temaşe kir. bi rastî ji texmîna min gelek serkeftîtir bûn. endamên ku li enstrumanan dixistin gelek jêhatî bûn, gokçe selîm jî gelek xweş digot. jixwe hema bêje min hemû stranên komê dizanî, lê belê bi saya konserê li hesta hinekan hesîyam. divîyabû berevajî bûya *



14.09.2023 21:50 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» siyahpûş
» şevên înê

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî