Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
song of the sea - tirşik
song of the sea
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Anîmasyonekî gelekî xweş e û ji dil dikarim bibêjim ku tomm moore gihaştiye serkeftina hayao miyazaki. çîroka fîlm bi xwe derhêner ve hatiye nivîsandin ku hîn di xulekên pêşîn de meriv bi wan dîmenên hunermendane, heyren dimîne û di demekê kin de geh bi hestê meraqê û geh bi çiçîroka balkêş efsûn dibe. di du sehneyê de giriyam ku hisab li cem we, çawa hestên rasteqîn bikaranîye.



01.05.2016 20:49 | biruya hayao miyazaki

2. xêzefilma bi axaftineke hindik û mûzîkeke xweş mirov mest dike û carna jî xemgîn dike. serpêhatiya kurikek û xwîşka wî bi awayeke fantastîk vedibêje lê mirov jê aciz nabe. bawerim ne realîsteke tund be wê her kes jê hez bike.



14.06.2017 01:26 | azadixwaz

3. (bnr: ax berxikê ax)

Anîmasyoneke biserkeftî ye. Grafîk, muzîk, çîrok tevde zehf xweşin.

Xêzefîlm bi "xewn û xeyalên zarokan" xemilandî ye.

Puanê mn : 90



20.12.2017 06:38 | gumgumok

4. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê biruya hayao miyazaki ve hate kirin.
14. film e ku ji alîyê komê ve tê wergerandin.
hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 72.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



24.04.2020 17:29 ~2020.05.16 21:00 | simurg56

5. ev anîmasyona duyêmîne ku ez bi binnivîsa kurdî temaşe dikim.(Yen dî jî the prophet bû)
herdu jî jihev xweştirbûn.
Dema mirov li anîmasyona dimeyzêne,dizanê ku tiştên xerap tê de nînin,çiqasî tu lê dimeyzêne tu ji wan têr nabê, mîna pênîre diya min *

Wellhasil mala biruya hayao miyazaki ava,seat xweş birayê hêja *



02.05.2020 19:48 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» song of the sea
» the blues
» search engine optimization

Kategoriyên mijarê:: cand sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî