1. ka ez kêjanî bibêjim ? tenê navê wê têra kelecanê heye: |
|
26.04.2016 00:59 ~01:26 |
bûtîmar
![]() |
2. ev wêne jî min re hate şandin, hefteyek ewil li wanê hatîye kişandin. |
|
26.04.2016 01:32 |
bûtîmar
![]() |
3. li ser deşta milazgirê re çiyayê sîpan hefteyek ewil destpê kir xwe bi berfê va xemiland. Qey te yê bigota tûwala hunermendekî bû û xêza destpêka berfê bi qelemê va hatibû xêzkirin.. |
|
24.09.2016 11:12 |
bûtîmar
![]() |
4. herêma ku bi zimanê xwe ve, çand û jiyana xwe a rojena ve, stran û gotinên xwe ve dilê kurdistanê ye. bi ya min ji aliyê çandî ve herêma ku herî kêm asîmîle bûye ye. mirov dikare li gundan di jiyana rojane de kevneşopên 1000 salî berê bibîne. |
|
24.09.2016 13:21 |
nazim tolhildan
![]() |
5. Bilêvkirina kurdî ya navê serhat û herêma serhedê, çima ne serxet lê serhed, çima binxet lê ne binhed? |
|
24.09.2016 17:33 |
endazer
![]() |
6. Ez niha li panosê me. Li vir wisa sar e, wisa sar e! idî kuçik dicemidin.. |
|
07.12.2016 20:38 |
bûtîmar
![]() |
7. niha vira berf dibare. |
|
09.04.2017 22:40 ~22:41 |
bûtîmar
![]() |
8. Çêlîka sibîrya ye. Birastî dilê min bi hozan serhad û serhadiyên dî dișewitê. Feqîran newêrin serê xwe derxin ji derve. |
|
09.04.2017 23:38 |
gumgumok
![]() |
9. (bnr: av germ e de tu jî were)* |
|
10.04.2017 13:57 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
10. îsal hê berf nebarîye nav bajar û navçeyan.. |
|
16.11.2017 21:38 |
bûtîmar
![]() |
11. Yek ji herêmeke sereke ye ji erdzemîna kurdistanê da. Herêmeke gelek balkêşe derheq mirovên xwe va. Fikrê xwe zû diguhurinîn. Exlebên wan aliyê tifaq û rêzgırtinê ra mixapin qet jêhatî nînin. Belê serhedê jimareke zor mirovan kurdî diaxifin. Lê kurdî wan ne kurdî ye sedî 80 tirkî û ancax dibe yê din kurdî be. Lewra lêker ango fiil bi xwe tirkî bikartînin. Mînak yekî îro got zikê min gurldamîş dibe. Belê hat kete guhê min û van guhan oksurmîş dibe jî bihîst. Ya herî balkêş |
|
17.11.2017 00:39 |
qertewîn04
![]() |
12. Cîhên dengbêjane ûn dizanitin cîhekî dengbêjî navdar bû ye wiqas tiştên dîrokî ,evînî û serhildana nav xwe da xwedî dike sed heyf û mixabin politaqayên asîmîlasyonê serkeftin dest xistîye taybetî erdexan,qers û erzirom da kurd kurdî nizanin hin kurd jî netewêperestê tirka nin |
|
17.11.2017 13:27 |
nijdar glîdax
![]() |
13. Li serhedê Rewşa ziman, weke ku li jor hatiye gotin xerab nîn e. |
|
17.11.2017 23:18 |
bûtîmar
![]() |
14. Erê her kes li benda berf, serma û zivistanê ye lê zivistan nayê * û bira ney jî. |
|
27.12.2017 11:19 |
bûtîmar
![]() |
15. Piştî ku li hemû heremên Kurdistanê geriyam min baş fêm kir ku "ew kurdistana serê min de" serhed e. Çawa ku gotineke gelekî berbelav heye, dibê; zarokatî welatê min e û ez her ku dikim vegerim li wir, serhed jî zarokatiya min e. Erê bi awayekî îdeolojîk hemû kurdistanê û zimanê Kurdî diparêzim, jê hez dikim lê ya min û serhedê ji milkê dil e. |
|
07.03.2018 23:39 ~23:39 |
jifêzagorda
![]() |
16. herêma ku îro li gelek bajarên wê berf barîye. |
|
21.04.2018 17:02 |
bûtîmar
![]() |
17. îro 21ê Avrêlê ye û berf barîye ji gundê me... |
|
22.04.2018 03:16 ~03:17 |
jifêzagorda
![]() |
18. hêlîna dengbêjî yê |
|
06.07.2022 16:55 |
pirtûkhez
![]() |
![]() |
forqê [2] |
![]() |
her kurd bûn û her kurd ebîn [2] |
![]() |
bikaranîna kî û kê [9] |
![]() |
modern talking [1] |
![]() |
delav [1] |