2016.04.26-00:24 ~00:35]|
bûtîmar
![]() |
2. Xeyalên min xeyalên ji rêzê ne. Di serî welatek azad. Dawiyê karek baş ku ez karibim jiyana xwe bidomînin. Ne feqîr ne dewlemend. Wekî din sihhet , malbat , zarok hwd. Lê dîsa dibêjim berî her tiştî welateke azad. Ji bo ku gedên min wekî min nebin kole , wekî me li bin siya dagirkeran mezin nebe. |
|
2016.04.26-11:29 |
biaqila malê
![]() |
3. Li Kurdistana azad, Zanîngeheke de mamostatiya dersên zimanzaniyê. |
|
2016.04.26-11:51 ~11:52]|
gulêê
![]() |
4. Şemzînan a colemêgê di gundekêde avakirina malekê û di sînorÊn malê de îlankirina kurdîstan ê. ezê nav bostanê xwe de ala kurdîstanê bilindkim. WİLLAH yarîya nakem ezê İNŞALLAH VÎ XEYALA XWE bînim cih. |
|
2016.04.26-11:59 |
azad30
![]() |
5. hin ji wan xeyalan jî yên min in. gelek in lê yekê bêjim. |
|
2016.04.26-12:11 |
mergehez
![]() |
6. welatekî xeyal dikim berî her tiştê dû re mûzîkjenî.. ev herdû di dilê min de wek kulekî ne * |
|
2016.04.26-16:04 ~16:04]|
sergijik
![]() |
7. ma xeyalen min ne yekin hezarin |
|
2016.04.26-20:21 |
rojê
![]() |
8. kurdistan, azadî, astrofizîk, edebiyat, lêkoler, eşq û wîskî... |
|
2016.04.26-21:09 |
ceso
![]() |
9. wekî her kurdekî dîtina kurdîstana azad, |
|
2016.04.27-16:29 |
shorbevan
![]() |
10. ji nigê xwe yê pêxwas ra cotek gorê rîs bibînim * |
|
2016.04.28-00:02 |
pêxwasê amedê
![]() |
11. netewedewletekî yekpare û serbixwe û di cîhanê de azad bi navê ''Kurdistan''. Ev dewlet li ser rûyê Marsê be jî min qebûl e. bes bila me li der û deverekê dewletek heebe ku hema şerefa me rizgar bibe! Em li vî halî şerm û fihêt û bênamûsî ye. |
|
2017.02.25-12:28 |
lawkegoyi
![]() |
13. ji bo betaliyê demên dirêj hewce dikim. di xeyalên min de wan demên pîroz bi tevger û şixûlên pîroz xemilîne: di kuçeyan re derbas dibim û di bin darên şîn re. di sibehekî yekşemê de. yekşemeke qasî 15 rojan dirêj e. ev çi sibeheke xweş e ku dê were. hema niha hatiba min ê wê hemêz kiriba û li ser çongên xwe dabama rûniştin û lêvên wê yên sor maçî nekiriba. ji ber ku berî vê demê miheqaq me yê kebabekê tûj û tije pîvaz xwaribana. bêhna pîvaz pir fena! * |
|
2018.01.10-23:17 ~23:20]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
15. Xeyala mirovekirind |
|
2020.01.11-20:12 ~20:12]|
gumgumok
![]() |
16. Rojekî dewlemend bibim ez dê kargehekî ava bikim karker û rêvebirên wê divê hemu kûrdîaxêv bin |
|
2020.01.11-22:15 |
tîrêj zana 21
![]() |
17. ez ê weşanxanek û çapxanek vekim. çi wergêrên kurdan hebin, li dora wê kom bikim. ez ê bêjim wergerînin ûlen !! çi kitêbên ku hûn karibin ji zimanên din (ji bilî tirkî) wergerînin. tabî ez ê wana têr pere jî bikim. ez bikim ku tekane karê wan ev be. te dî xeyal e.. |
|
2020.01.11-23:56 |
yusiv hemed
|
18. Jiyana xwe ya mayî bi wê perperoka narîn ra bijîm. Tiştek din naxwazim. Xeyal û xewn û rastîys mîn ev e gelo. |
|
2020.01.12-00:02 |
xelîl
![]() |
19. Dibêjim qey xeyal dema tên gotin pêk nayên an efsûneke wan namîne. Ya min jî xeyalek heye ku hingî bi xwe hisiyame bi min re ye lê her ku wext dibihûre ditirsim ku ev xeyala min bi min re here gorrê * |
|
2020.01.12-00:29 |
xeyda
![]() |
20. galîleyên (xeyal) min ewqas mezin tûne ne |
|
2020.02.07-16:06 ~16:05]|
tîrêj zana 21
![]() |
21. tiştên ku gelekî wî hatine cîh/têne cîh li bashûr / rojava.Hêviya min jî ew e ku ez bikaribim li malekî li nav çîyayên kurdistanê / ser zozanan ku çem li ber diherikê de qewa xwe hildim destê xwe û car caran vexwim û têkevime tirsik.netê û peyamên 30-40 sal ewil ku li vir hatine nivîsandin bixwînim...Bi zanebûna ewlehî , li ser axa kurd û bi dilekî fireh. |
|
2020.02.07-16:21 |
brzn
![]() |
23. Min dixwest go vê zistana 40 ton dimsa torê ya Behwarê hebiya û ne tiştaki dî.. |
|
2020.02.07-16:59 |
zîzo
![]() |
24. Van rojên karantînayê de min gelek xeyal & biryar kom kirin.Heke karantîna xilaz be , dixwazim wan xeyalan bi cîh bînim. |
|
2020.04.19-18:27 ~18:27]|
brzn
![]() |
25. Rojnameyekê netewî, wek tirşikê, Kurdî û ji bo Kurdan, ji çar aliyên Kurdistanê Nûçe binivisînin. |
|
2020.04.19-20:27 |
afa
![]() |
26. Kurdistaneke azad û serbixwe! Her çiqas bêhêvî jî bim we ev xeyal tim di dilê min de be. Piştre dixwazim karekî ku li gor dilê xwe bibînim. Ji karê xwe wisa hez bikim ku çend seet bixebitim jî ez nizanibim bê wext çawa derbas bû û çû... û piştî van, xeyalê herî xweş li welatê xwe li batmanê bijîm. Bese xêrîbî. |
|
2020.04.19-23:10 |
alamutkalesi72
![]() |
27. şeveqê heta êvarê difikirim vê êşa kambax biqede ez jî herim êdî Canadayê |
|
2020.04.19-23:29 |
raman
![]() |
28. (bnr: 404 not found) |
|
2020.04.20-05:11 |
gumgumok
![]() |
29. Piştî ko min xwendina xwe xilas kir û bi silametî dest bi şixûlkir ezê hinik pere bidim ser hev. Dûra ez û hevjinê xwe emê herin Hewlêrê. Zarokek tenê bînim vê dinyayê û navê wê/wî bikim "Rênas". Dûra ezê wî bişînim dibistanên Kûrdî. Wek e navê xwe bibe mirovekî zane. Ê xizmeta milletê xwe biki wek dîya xwe û bavê xwe. Li ser zimanê xwe bisekini, dîroka xwe bixwîni û hez biki. |
|
2020.10.07-23:53 |
pîroz
![]() |
30. Dixwazim biqerim û herim ji vî warê lê tiştek min girê dide |
|
2020.10.08-11:20 |
xelîl
![]() |
31. destxistina serxwebuna aborî. gihiştina jiyanekî xweş. |
|
2020.10.08-16:35 |
lonw karda
![]() |
32. dixwazim nivîsbarî bixwînim û bername û sepanên kurdî çêkim, di serî de jî ya tirşikê. dûre dixwazim biçim başûr û di bin ala xwe de û bi zimanê xwe re bijîm. |
|
2020.11.07-21:36 |
keyomerd
![]() |
34. Dikarim bêjim, bi piranî ez bi xeyalan xwe şanaz dikim, ji bo tu tevgerên min ji bilî xemgîniyê tu tiştî nadine min :( |
|
2020.11.23-00:46 |
merwano
![]() |
35. min gelek dixwast niha li zankoya rojavayê bixwînim lê îhtîmaleka gelek gelek dûr e. heya di xewnên xwe de ez dibînim ku li rojavayê me. carekê min dît di navbera qoser û qamişloyê sînor tune bû. ez bi peya diçûm qamişloyê û vedigeriyam. ti carî ez ewqas dilşa nebûbûm. lê piştî şiyarbûnê (bnr: disappointment) :( |
|
2021.01.25-19:44 |
keyomerd
![]() |
![]() |
xelatên tirşikê 2020 [14] |
![]() |
hero & frya [2] |
![]() |
dilxoşim meke [2] |
![]() |
xelatên tirşikê 2020 [3] |
![]() |
hemoyê biçûk î boyaxçî [2] |