Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 8 peyam
    şiyan - tirşik
    şiyan
    (2) (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. di devoka behdînanê de ji dêrva "karîn" an jî "kanîn"ê tê bikaranîn.

    ez dişêm (behdînan)

    ez dikarim (botî, silîvî, serhedî)

    ez dikanim (hin kurdên riha û semsûrê)



    2016.04.25-15:48 | ceso

    2. hindê karîn û kanîn (ku her du jî hene) aliyê meletî, mereş..hwd “şê kirin” tê gotin ciyê şiyan e..

    şê kirin · karîn, şiyan wekî “şa kirin” tê bilêvkirin..

    mînak:

    ez şê dikim vê kitavê di rojeke de teva(xelas) bikim.

    (devokî: az şa dikim vê kitovê di rokê do tavo bikim)

    Ez şê dikim heta evarî karê xwe bikim..

    Em şê dikin bikevin avê çend saetan ajne bikin..

    Heta ku tu şê dikî fîşneyan li ser darê bike..bila yên cihên bilind bimên...

    * şe kirin ·( por şe kirin)·lêkerek cuda ye..



    2016.04.25-23:36 ~23:38]| havka

    3. wîkîferheng dibêje ku karîn an jî kanîn ji ermenkî hatiye wergirtin. ji bo van bêjeyan alternatîfeke baş e. herwiha kintir e û gotina wê xweştir e. bi gelemperî di devoka bahdînan de tê bikaranîn.



    2020.08.20-09:40 | keyomerd

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    jorge luis borges [1]
    jorge luis borges (* 24'ê gelawêjê 1899 li buenos aires; † 14'ê pûşper...
    tirkî [1]
    bi rastî jî zimanekî pêşveçûyî ye lewra mariv bi vî zimanî hemû pêdivi...
    harûn elkî [1]
    lehengê rocka kurdî ye. min ê bigota bavê rocka kurdî lê ew bûye nesîb...
    edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? [3]
    Rojekê dikevî tirşikê dibinî ku peyamek taybet ji aliyê (vbnr: simurg5...
    xwe guhertin [1]
    cilên xwe guhertin. cilên li ser xwe ji xwe kirin û cilên nû li xwe ki...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » siyanoakrîlat

    Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî