Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
masîyên şor - tirşik
masîyên şor
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ku hêdî hêdî dengê pê payîzê tê, dayîkên me destpêka zivistanê dikin.

pincaran li ber tavê pûç dikin, tirşînê hildidin bi kupan, toraqê dikine keşk, wanê ku debar xayî dikin jî gomê û tewlê dibirin sergînan çê dikin û hwd..

ji wan karan da yê xwarinê yek jî masîyên şor e.

masîyên gola wanê da dertên; em dibêjin (bnr: masîyên erdîşê) bi tirkî : inci kefali

wan masîyan tînin dişun, paqîj dikin û rêzeki (cêrgeyekî) masî di kupan da rêz dikin û xwê dikin. dîsa cêrgeyek masî û dîsa xwê...



heta zivistanê ew masî bi xwê da disekine. vê avayî piçikekÎ hindirê xwe va dipije jî.

ku zehv şor bibe çend saet ewil derdixî û dixî nava avê, hinekÎ xwêya xwe dide.

piçike rûn valayê binê tawê dikî û masîyan lê radixî. navbera 5 deqeyan da amade dibe.

bi tendûrê da jî tehma wî zehv xweş dibe. bi nanê tendûrê û (bnr: hevrîşk) ê û bi pîvazê va jî tê xwarin; tehma wî zehv zehv xweş e .



24.04.2016 16:30 | bûtîmar

2. xwarina ku min heya niha qet nexwariye ye. lê, "kefal" jî tê de hema bêje hemû cureyên masiyan min xwariye. qet tehma yekê weke ya "kefal" nexweş nîbû. ji xwe, ji ber dasiyên wê, mirov nikare bixwe. bi vî avayî tehma masiyên şor yanê kefal a şor çawaye pir mereq dikim. lê dîsa ditirsim ku hatibe fîşalkirî û tehma wê weke navê wê xweş nîbe.



25.04.2016 11:19 | nazim tolhildan

3. xwarina kû kêfa min jêr tey lê jiber nexweşiyê nekarim buxwim.



25.04.2016 13:11 | serdem herdem

4. (bnr: masiyê şoravê)



25.04.2016 22:00 | mîr

5. di çanda rûsan da jî ev xwarina heye.
ez di romaneke rûsan da rast pê hatim.
romana gogol a canên mirî da behs dike.



21.09.2017 00:24 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» masîyên bê dasî
» şoreş mehmûdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî